Em dikevin duyemîn saliya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî”. Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di nava salekê de gihaşte astek girîng. Mirov dikare bêje ku cara ewil e di vê astê de ji bo kesekî dilgîrtî di qada navneteweyî de ji derdorên cûda pêngava wisa girîng û bi wate tê ragihandin.
Pêngava bi pêşengiya gelek zanyar, rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend, akademisyen, hiqûqnas û sendîqevanan, di 10’ê cotmeha 2023’yan de dest pê kir. Bi taybet piştî ragihandina pêngavê di dem û navendên cûda de gelek xebatên girîng hatin meşandin. Yek ji wan hewldanan, ji welatên cûda şandina nameyan ji bo Komîteya Pêşîlêgirtina li Êşkenceyê-CPT’yê bû. Nameya pêşî ji aliyê Tora Piştevaniya Navneteweyî ve hat şandin, ku gelek kesayetên naskirî têde cih digirin. Paşê Înîsiyatîfa Aştiya ji bo Kurdistanê ya Brîtanyayê nameyek ji CPT re şand. Gelek parlementer, akademîsyen û sendîkavanan vî welatî jî name îmze kirin û xwestin CPT tavilê heyetekê bişîne Îmraliyê.
Ji Spanyayê jî 27 parlementer û senatoran ji Serokê CPT’yê Alan Mîşel re bi heman daxwazê name şandin. Li Îtalyayê jî di vî warî de du hewldanên cûda çêbûn. Nameya pêşî ji aliyê gelek senator, parlementer, partiyên siyasî, buroyên huqûqê, kesayetên navdar re hate şandin. Nameya duyemîn jî ji aliyê parlementer û senatorên Tifaqa Kesk û Çep a Îtalyayê ve hat şandin. Di nameyan de ji CPT û Serokê wê Alan Mîşel hat xwestin, ku li dijî Pergala Qirkirin û Êşkenceyê ya Îmraliyê yekser bikevin nava livûtevgerê. Bi heman armancê li Spanya û Almanya jî name ji bo CPT hatin şandin. 99 nûnerên rêxistinên civakî, sendîka, partiyên siyasî û parêzvanên mafê mirovan ji CPT’yê xwestin bi awayekî zû ji bo Rêber Apo bikeve nava tevgerê û heyetekê bişîne Îmraliyê. Nameyeke bi heman rengî ji Awûstûrya ji aliyê 23 sendîkavan, siyasetvan, parêzvanên mafê mirovan, aktivîst, akademîsyen, parêzer û rojnamevanan ve hat îmzekirin û ji CPT re hat şandin. Li Fransayê jî zêdetirî 60 senator, parlementer, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî xwedî heman hewldana li dijî pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê bûn.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, li gel gelek çalakiyan bi kampanya û hewldanên cûda beşdarî Pêngava ji Rêber Apo re Azadî bû. Yek ji van jî kampanya şandina nameyan ji bo CPT’yê bû. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ev kampanya 19’ê Nîsanê ragihand û li gelek welatan bi rê ve bir. TJK-Ewropayê di ragihandina kampanyayê de berpirsiyariya CPT’yê ya ji ber zêdebûna êşkenceya li zindanên dewleta Tirk bi bîr xist. Û bi nameyan bang lê kir, ku bi erka xwe rabe, li dijî Pergala Qirkirin û Êşkenceyê ya Îmraliyê bikeve nava tevgerê. Tevgera Jinên Kurd 9’ê tîrmehê ragihand, ku wan kampanya xwe bi encam kiriye. Li gorî daxuyaniyê, jinên kurd û enternasyonalîst ji gelek welatan 20 hezar name ji CPT’yê re şandine. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê tenê bi vê kampanyayê nema. Bêguman di vê astê de xwedî derketina li pêngavê girîng û bi wateye.
5’ê nîsanê bi navê “hezar jin, hezar deng” kampanyake din jî ragihand. Ji seranserî cîhanê hezar jin bi dîmenên xwe li ber pergala qirkirinê rabûn û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo kirin. Kampanyayeke din a TJK-Ewropayê ragihandî jî bi navê Tîrêjên Rojê bû. Ev kampanya 3’yê îlonê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hat destpêkirin û hê jî dewam dike. Tevgera jinan di çarçoveya kampanyayê de heta niha gelek çalakiyên cûda lidar xistine.
Bi Pêngava ji Rêber Apo re Azadî, di nava salekê de çalakiyên cûda û cihêreng li qada navneteweyî hatin lidarxistin. Yek ji rojên girîng jî Roja Xwendina Pirtûkên Rêber Apo bû. 10’ê kanûna 2023’yan li 160 navendan, pirtûk û parêznameyên Rêber Apo bi 16 zimanan hatin xwendin. Li parzemînên Ewropa, Asya, Amerîka û Awûstralyayê ev çalakî pêk hatin. Gelek akademîsyen, siyasetvan, parêzvanên mafê mirovan, nivîskar, rojnamevan, kedkar û civakên cûda beşdarî roja xwendina pirtûkên Rêber Apo bûn.
Wê demê yek ji kesayetên bi qeydkirina dîmen beşdarî vê çalakiyê bûyî Fîlozof Slavoj Zîzek bû. Zîzek qismek ji parêznameyên Rêber Apo xwend û bi van gotinan bal kişand bandora parêznemayan lê kiriye: Xwendina 2 paragrafên bi navê “em ê çawa bijîn û ji ku destpê bikin” ên Ocalan ji bo min rûmetek e. Paragrafa ku Zîzek behsê dike wiha ye: “Mirov dikare her roj vê pergalê bi verişînê ji mêjî, hinav û bedena xwe bavêje. Heke ev pergal xwe weke bedewa cîhanê jî nîşanî te bide, divê tu bi verişînê bersivê bidiyê.”
Dîsa di çarçoveya pêngavê de ji Efrîqaya Başûr bigre heya Amerîkaya Başûr, li Rojhilata Navîn û Ewrûpayê bi beşdariya gelek kesayetên girîng komxebat, konferans û civîn pêk hatin. Di van xebatan de jî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hata kirin. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ku di gotinê de azad û di pratîkê de girêdayî pargala modernîteya kapîtalst in li himberî van hemû hewildanan bêdeng man.Lê ji derveyî van saziyên ku qaşo azadiya mirovan diparêzin, kesayetên serbixwe û di qada navneteweyî de xwedî nasnemeyên xurt ên azad in li himberî pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê dengê xwe bilind kirin. Di vî warî de nameyên 69 xelatgirtên Nobelê, bi daxwaza azadiya fizîkê ya Rêber Apo name ji Komîseriya Bilind a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandin. Ev hewildana xelatgirtên Nobelê jî eşkere dike ku li seranserî cîhanê cara ewil di vê astê de xwedî li dîlgirtiyekî azadiyê tê derketin.
Ev pêngava di nava salekê de wisa bi bandor dewam kirî gelek derdorên cûda jî xist hereketê. Yek ji van kesan jî Massimo D’Alema bû ku di navbera salên 1998-2000’î de Serokwezirê li Îtalyayê bû. Ango dema Rêber Apo li Romayê bû serokwezîrê welat ev kes bû. Ev kes di serdema Komploya Navneteweyî yê li Dijî Rêber Apo de xwedî helwest bû. D’Alema derbarê komploya navneteweyî ji rojnamevan Erem Kansoy re axivî û destnîşan kir ku wê demê serokê DYA’yê Bill Clinton jê xwestiye “Ocalan radestî Tirkiyeyê bikin.” D’Alema bi van gotina bahsa wê demê dike û dibêje; “Serokê Amerîka yê wê demê Bill Clînton li min geriya û got: ‘Ocalan bidin Tirkiyê.’ Ev yek ji bo me rewşeke zehmet bû, ne mumkun bû em karibin li ber xwe bidin. Li gel vê yekê jî, me jê re got: Na. Bawer bikin, ne hêsan e ku mirov hem bi Amerîkayê re hevalbendiyê bikî û hem jî jê re bêjî “na”. Dema ku Amerîkayê got, “Hûn neçar in vê bikin”, serokên siyasî û gelek kesên li Îtalyayê rabûn ser piyan. Gotin: ‘Erê, divê em daxwaza Amerîkayê bi cih bînin’.”
Hevpeyvîn dirêj e û tê de bahsa gelek tiştan tê kirin. Di vir de ya girîng ewe ku divê em pirsa çima piştî 26 salan D’Alema derket û di vê astê de li xwe mikur hat. Bêguman mirov nikare vê li xwe mikurhatinê weke hêztekê binirxîne ev di encama têkoşîna ku diçarçoveya pêngava ji Rêber Apo re azadî çêbûye. Ev jî pir aşkere dike ku pêngava hatiye ragihandin li ser gelek derdorên cûda bandorên mezin daye avakirin. Jixwe ger hevalbenden Tirkiyê yên navneteweyî ango gladyo nebe êdî derfeta deshilata AKP-MHP’ê nîne ku vê tecrîdê berdewam bikin. Ji ber ku her roja ku agahî ji Rêber Apo nayê girtin ji bo dewleta tirk dibe feleketek mezin. Bi gotinek din jî li xwe mikurhatinen D’Alema asta firehbûna komploya navneteweyî û pêşengiya wê êşkere dike. Li himberî komploya navneteweyî îro li seranserî cîhanê têkoşînek cîhanî hatiye ragihandin û bi dijwarî dewam dike.
Bêguman, pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di nava salekê de ji gelek milan ve gihaşt armanca xwe. Yek ji armanca vê pergalê ew bû ku pergala qirkirin û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo tê ferzkirin xistina rojeva raya giştî bû. Bi xebata hatî meşandin ev pêk hat. Beşdarên pêngavê êdî di qonaxa duyemîn de asta çalakiyên xwe bilintir dikin û vê carê arman azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê mijarê de îdîaya pêşengên pêngavê mezin e. Jixwe ya girîng jî ew e. Lê divê ne tenê pêşeng hemû beşdarên pêngavê di vê mijarê de îqna û xwedî îdîayek mezin bin. Ger îdîa mezin be wê çalakî jî mezin be, ger çalakî mezin be wê encam jî mezin û bi hêz be. Lewma divê her kesê ku alîgirê azadî û demokrastiyê divê li dijî neheqî û zordariyê xwedî li azadiya gerdunî derkeve û asta têkoşînê xurttir bike. Ger bi vî îdîayê em têkevin tevgerê ez di wê baweriyê de me ku bi Rêberê Azad Rojên Azad nêz in.