Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Bi reng û sembolan kevir xemilandine

Hunermendên herêma Hewlêrê herêmeke bi kevir ya ser bi rêya sereke ya navbera Hewlêr û Koyê bi reng û şêweyên cûda xemilandin

Hunerhez û şêwekarên dilxwaz rêya sereke ya Hewlêr û Koyeyê renga reng kirine û hewayeke hunerî dane herêmê. Şêweyên ku li ser keviran hatine xîzkirin û rengkirina hemû kevirên herêmê kêliyên xweş bi rêwiyan dide jiyîn.

Dema em ji Koyê ji bo amadekirina dosyayek ketin ser rêya Hewlêrê em li rastê dîmenê keviên ku bi zerafeteke hunerî hatine xîzkirin hatin. Her çend me nezanî armanca ji rengkirina van keviran çi ye û karê kî/kê ye jî lê ji ber xweşîkbûna van keviran me wêneyê van keviran yek bi yek kişand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê li ser her kevirek sembolên cûda yên heywanan, mirovan, rojê û navê Kurdistanê hatiye nivîsîn. Diyare ku şêwekarên xwestine bi vî karî tevkariyeke xwe ji hunerê re çêbikin û kêliyên xweş bi rêwiyan bidin jiyîn.

Li gorî li ser kevirek hatiye nivîsî rengkirina keviran di sala 2018’an de dest pê kiriye. Li ser kevir jî navê komek kes hatiye nivîsîn ku tê texmînkirin navê kesên ku di xêzkirina keviran de cih girtine û şêwekaran e. Lê ne hate zanîn ev şêwekarane xelkê kîjan herêmê ne. Lê koma şêwekaran piranî ji jinan pêktê û nave wan jî wiha ye; Şara Mihemed, Rênwaz Namîq, Lana Qasim, Gulale Hemîd, Derbaz Mecîd, Emel Hamîd, Saleh Necad, Îsmaîl, Yusra Elî, Şaho Şehab, Jiwan Hamîd, Geşbîn Omer, Leyla Hemîd, Senger, Zehra Neaman, Soma Hesen, Hilmet Xelîl, Hewreman Celal. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar