Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi rêxistinbûna xwe hazir e li hemberî hemû fermanan bibe bersiv

Şînda Ekrem |

Jinên êzidî xwe li her deverî birêxistin kirine da ku bibin bersiv ji hemû êrîşên heyî re û di serî de yên ferman kirine û heta niha nehatine darezandin. Ji ber jinên êzidî wê îxanet û êşa ku li Şengalê bûye tu carî ji bîr nekin û dê tolê hilînin.

Li Rojhilata Navîn têkoşîna ji bo azadiya jinan gihaştiye noqteyeke gelekî cidî û li dijî zihniyeta bi serdestiya mêr, têkoşîneke xurt tê meşandin. Lewma bûyerên qewimîne rasthatî nîne ku jinên Êzidxanê jî îro di nava têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de ne da ku hebûn û ola xwe biparêzin.

Eger em vegerin nava dîrokê, li dijî ferman, qirkirin û sirgûnê jinêb êzidî hebûna xwe her parastine, gelek jinên berxwedêr, lîder, nivîskar û hunermend derketine pêş. Di têkoşîna azadiyê û parastina çanda kurdan de rola wan girîng e. Mîna Meyan Xatûn, Binefş Agel, Cemîle Celîl, Dayê Zero ku weke şêwirmenda eşîra xwe dihate nasîn û Zerîfe Oso û hwd. pêşeng bûn û di şoreşa Rojava de, ya rêya wan meşand Silava Cindo û gelek jinên din ku di nav refên YJŞ’ê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dan heta şehadetê.

Li aliyekî din jî jinên êzidî wek pêşenga baweriyan dihatin nasîn, hemû tişt ji aliyê jinan ve dihat birêvebirin ku di civaka êzidî de hinek jin hene zewac ji bo xwe qedexe kirine û jiyana xwe xistine xizmeta parastin û paqijkirina mezargehan.

Lê di encama bi dehan fermanê ku bi ser civaka êzidî de pêk hatin, jin hedefa yekem bûn û dixwestin di kesayeta jinan de civakê tune bikin.

Civaka êzidî da ku jinan biparêze di bin bandora civakên derdor de jinan di nava malê de fetisandin û ji hemû mafên wê mehrûm kirin, ev rewş heya 3’ê Tebaxa 2014’an berdewam kir.

Di roja 3’ê Tebaxê seat 02.00’an de dengê qêrînekê bilind bû. Ev dengê êzidiyên li Şengalê bû. Hemû cîhan bû şahidê qetilkirina jin, zarok, ciwan, kal û pîrên êzidiyan ên ji aliyê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê ve û bi hezaran êzidî koçber kirin. Ew êrîş piştî vekişîna hêzên pêşmerge û hikûmeta Iraqê ya ji Şengalê pêk hat ku di sedsala 21’ê de bû fermana herî dijwar û heta niha jî şopên wê xuya ne.

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin jinan nekarî xwe biparêzin ji ber îradeya wan hatibû şikandin ku ev yek sedem bo, heya roja îro bi hezaran jinên êzidî çarenûsa wan ne diyar e.

Lê ji ber di bingeha dîroka civaka êzidî de jinên berxwedêr ên ku li beramberî dijmin serî hildabûn da ku civaka xwe, nasneme, ol û baweriyên xwe biparêzin hebûn, bihatina fermanê re  jinên êzidî li kêleka şervanên YPJ û YJA –STAR’ê hat zindîkirin ku carek din di dîrokê de xwe îspat bikin.

Jinên êzidî yên ku piştî fermanê hînbûn ku parastina cewherî şert e, ji bo tola welatiyên hatine qetilkirin û azadiya jinên ketine destê DAIŞ’ê soz dan.

Ji bo ku êşên nû nejîn xwe birêxistin kirin

Yekinêyen Parastina Jin a Şengal (YPJ-Şengal) di 12-13’ê Sibatê de li çiyayê Şengalê yekemîn konferansa xwe lidar xisti. YPJ-Şengal, YJA-STAR û jinên ciwan bi giştî 115 delege beşdarî konferansê bûn û YJŞ ragihandin.

Jinên êzidî hêza xwe ya leşkerî YJŞ’ê ava kirin û bi xwe dest bi parastina xaka xwe ji êrîşên DAIŞ’ê kirin ku di hemleya rizgarkirina Reqa û Dêrazorê de cih girtin û bi dehan jinên êzidî rizgar kirin.

Li Çiyayên Şengalê Meclisa Jinên Êzidî hat damezrandin

Li gel xebatên parastinê jinên êzidî xebatên rêxistinbûnê jî rêve dibin. Jinên êzidiyên ku li gel hemû zoriyên demsalî jî axa xwe neterikandin. Di tîrmeha sala 2015’an de bi durişma ‘Dê jinên êzidî bi rêxistinbûna xwe li hemberî hemû fermanan bibin bersiv’ yekem konferansa xwe pêk anîn. Konferans bi tevlibûna 180 delegeyan li çiyayê Şengalê hat lidarxistin. Avabûna Meclisa Jinên Şengalê destpêkê ji bo jinên êzidî û hemû jinên Rojhilata Navîn bû moralek mezin. Ev di heman demê de ji bo yên jinên êzidî bê çare dibînin jî bû peyamek, êdî tu hêz nikare jinên êzidiyên ku bi giyana Bêrîvanan, Binevşan û Xanêyan gihane hev têk bibin.

Îro hemû jinên êzidî di bin sîwana TAJÊ’yê de xwe bi rêxistin dikin, hem di nav rêvebirina meclisa Rêvebiriya Xweser a Şengalê de wek hevserokatî  û endam cihê xwe digirin, hem jî di hemû sazî û dezgehan de cihê xwe digirin.

Encama birêxistinbûyîna jinên êzidî ku piştî fermana 2014’an pêk hatiyê pêşengtî li beramberî  hemû êrîşên ku derketine disekinin û deskeftiyên xwe diparêzin.

Ji aliyê têkiliyan ve, ji bo ku ked û destkeftiyên xwe biparêzin, bi boneya salvegera fermana 74’an dê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) şêwra jinên Iraqê were lidarxistin.

Ji ber di fermanê de ne tenê jinên êzidî, jinên ji ol û baweriyên cuda jî bûn qurbanî. Eger hemû bibin yek, dê bikaribin li ber koletî û fermanan rabin.

Li rojavayê Kurdistanê jî jinên êzidî di nava saziyê Rêvebiriya Xweser de cih girtine û dikarin ol û çanda civaka êzidî û tiştên ku şaş li ser wan hatine naskirin bi derdorê re bidin fêmkirin û nasîn.

Hem rola xwe di mala êzidiyan ên li Rojava hatin vekirin de digirin û xwe birêxistin dikin û ji jinên ku ji destê  DAIŞ’ê rizgar dibin re dibin alîkar, heya digihêjin malbatên xwe.

Bi gavek din a serkeftî di 26’ê hezîranê bi tevlibûna 300 jinên êzidî ji Şengal û derve û hundirê Rojava Konferansa Damezrêner a Yekitiya Jinên Êzidî li herêma Şehbayê hat lidarxistin da ku hîn bêtir jinên êzidî rêxistina xwe li her deverî xurtir bikin, ji hemû êrîşên heyî re bibin bersiv di serî de yên ferman kirine û heta niha nehatine darezandin. Ji ber jinên êzidî wê îxanet û êşa ku li Şengalê bûye, tu carî ji bîr nekin û dê tolê hilînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar