Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bi rexnedayînek xurt serkeftin pêkan e’

Şahîn, anî ziman ku hem ji ber rewşa heyî hem jî ji ber kêmasiyên xwe, encama dihat xwestin bi dest neket û wiha got: “Di tûra duyemîn de em ê vî tiştî xurttir deynin holê û ji vê desthilatdariya faşîst re bibêjin êdî bes e. Em ê têkoşîna heyî geştir bikin.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku li hemberî desthilatdariya ku hemû hêzên dewletê di destê wan de ye, ew bi ser ketine û ew ê destkeftiyan xurttir bikin.

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Amedê Abbas Şahîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wan biryarên rojekê negirtine û bal kişand ser biryara beriya 14’ê Gulanê. Şahîn got, “Me got ji bo em desthilatdariya faşîst a 21 salî tasfiye bikin û ji aliyê siyasî ve wan hilweşînin, çi ji destê me were em ê bikin û bêyî ku em tawîzan bidin em ê vî tiştî bidomînin. Dema em vê bikin jî em hay ji hêza hemberî xwe hebin. Ji ber ku me li vir tenê li dijî AKP-MHP’ê şer nekir, em him li dijî rejîmê, him li dijî Tifaqa Cûmhûr û him jî li dijî Tifaqa Millet têkoşiyan.”

‘E mê li hember kêmasiyên xwe bi rexnedayîn nêz bibin’

Şahîn destnîşan kir ku hinek pirsgirêk hene ku divê bi xwerexneyî nêz bibin û got “Karên ku me li qadên xwe kirine ev in. Ew karê teknîkî ye. Em ê li ser van tiştan bisekinin, em ê him mekanîzmayên rexne û hem jî yên xwerexnekirinê têxin meriyetê. Belê, me dikarîbû ji sedî 70 dengan bigirtana, bêgûman di vir de kêmasiyên me hene. Divê ev jî li ber çavan bê girtin; di 8 salan de tu zext nema ku nehate kirin. Wek mînak, ji ber ku Partiya Çepên Kesk nedikarî li ser sindoqan peywirdaran bi cih bike, gelek dengên me ji partiyên cihê re hate nivîsandin. Yên ku me dîtin me sererast kir lê gelek dengê me hene ku me nedîtiye.

Biryara destpêkê ji bo me nayê guhertin. Em ê di 28’ê Gulanê de helwesta xwe ya 14’ê Gulanê bi hêztir aşkere bikin. Em ê vê desthilatdariya faşîst hilweşînin. Dema em li Partiya Çepên Kesk, HDP, mûxalefet, kesên marjînal û bindestan dinêrin, me dît ku di encama hewldan û têkoşînê de desthilatdariyeke ku 21 sal ê de têk neçû, hêdî hêdî birîndar dibe. Hilbijartin jî ma ji tûra duyemîn re. Ev yek ji xweber pêk nehat. Ev têkoşîn û dengê gel bû. Vê yekê jî nîşanî me da ku ev serkeftinek mezin bû. Di destê vê desthilatdariyê de hemû alavên zordestiyê heye. Ligel vî tiştî jî serkeftin pêk hat.

Abbas Şahîn, anî ziman ku di 28’ê Gulanê de wê tercîha wan dîsa Kiliçdaroglû be û got “Hejmara hevalên me yên ku, me ew şandin parlementoyê kêm be jî ev tişt motîvasyona me xera nake. Wekî roja pêşîn em li ser biryara xwe ne. Li Kurdistanê ji Kiliçdaroglû re ji sedî 70 deng derket û me bi vî awayî helwesta xwe nîşan da. Di tûra duyemîn de em ê vî tiştî xurttir deynin holê û ji vê desthilatdariya faşîst re bibêjin êdî bes e. Em ê têkoşîna heyî geştir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar