Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bi rêya malbatan xwestin berxwedanê bişikînin

Bi berdewam kirina berxwedana grevên birçîbûnê re zextên li ser girtiyan jî zêde bûn. Rêveberiya Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Bandirmayê bi ser qawîşan de girt û dest danî ser radyoyên girtiyan. Her wiha rêveberiya girtîgehê ji malbatên girtiyan xwest ku zarokên xwe qanih bikin da ku dev ji çalakiyê berdin

Bi hezaran girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege de ne. Li hêla din 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di rojiya mirinê de ne. Çalakiya koma yekemîn a rojiya mirinê di roja 23’yemîn û ya koma duyemîn jî di roja 13’emîn de didome. Ji bo ku girtî dest ji greva birçîbûnê û rojiya mirinê berdin, rêveberiyên girtîgehan zexteke giran li girtiyan dikin. Malbatên ku bi xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de re hevdîtin kirin, têkildarî rewşa wan axivîn.

Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de jî Şiyar Akboga (26) ye. Akboga li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Bandirmayê tê girtin û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan jî 82 roj in di greva birçîbûnê de ye. Birayê Akboga, Ramazan Akboga anî ziman ku birayê wî 12 kîloyan zeîf bûye û ev agahî dan: “Êdî xwînê diverişe û gelek nexweşî lê peyda bûne. Hefteyek berê rêveberiya girtîgehê bi ser qawîşên wan de girt û dest danî ser radyoyên wan. Gefa ‘em ê we bavêjin hucreyên yekkesî’ lê xwarine.”

Rêveberiya girtîgehê bi malbatan re hevdîtin kir

Di berdewamê de jî Akboga got ku piştî hevdîtinê, rêveberiya girtîgehê xwestiye bi wan re hevdîtinê bike û wiha dom kir: “Em jî bi rayedarên girtîgehê re rûniştin. Ji me xwestin ku em xizmên xwe yên di grevê de qanih bikin da ku dev ji grevê berdin. Lê piştî ku me piştgiriya xwe anî ziman, hevdîtin bi dawî bû. Daxwaza me ew e ku daxwazên zarokên me bên qebûlkirin. Em li cem doza wan a mafdar in. Min bi telefonê jî hevdîtin bi birayê xwe re kir. Got ku rêveberiya girtîgehê careke din bi ser qawîşên wan de girtiye. Ji bo şermezarkirina vê kiryarê jî girtiyan nehişt ku kontrola wan a tenduristiyê bê kirin. Birayê min û çalakgerên din 11 roj in nayên dermankirin.”

‘Em naxwazin zarokên me bimirin’

Girtiyê bi navê Îrfan Konak jî li Girtîgeha Tîpa T ya Rihayê tê girtin û bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ 3 sal û 8 mehan cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Îrfan ku ev 5 mehe girtî ye li dijî tecrîdê 82 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Der barê rewşa Konak de dayika wî Hanim Konak axivî û wiha got: “Kurê min gelek zeîf bûye. Li dijî tecrîdê ketin grevê û em dixwazin daxwazên wan bên qebûlkirin. Bila zarokên me nemirin. Di hevdîtina dawî de kurê min xwest ku raya giştî deng bide dengê wan. Ji bo ku tev li çalakiya dayikan a li Rihayê bûm, keyfxweş im. Divê dayik bêhtir li zarokên xwe xwedî derkevin. Heta tecrîd bi dawî dibe em ê çalakiya xwe bidomînin.” AMED-RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar