Navenda Nûçeyan
Di 9’ê Cotmehê de di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federa ya Kurdistanê de li ser rêveberî û parastina Şengalê peymanek hat îmzekirin. Di peymanê de biryar hatibû girtin ku pêşmerge û hin hêzên girêdayî Iraqê vegerên Şengalê. Ji ber ku dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kiribû hem pêşmerge hem jî hêzên girêdayên Iraqê şengeliyan reviyabûn, peymana di navbera wan de ji aliyê şengaliyan ve nayê qebûlkirin. Li gel vê yekê jî Hikûmeta Navendî ya Iraqê di rojên dawîn de hejmareke zêde hêzên nû derbasî Şengalê kiriye û dixwaze Şengalê bike bin kontrola xwe û pêşmergeyan.
Civaka êzidî li dijî vê pêkanîna Iraqê û provakasyona PDK’ê ya li hemberî xwe bi bertek in û bi çalakiyên cur bi cur li ser pêyan in.
Endame Desteya Meclisa Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Ehmed derbarê mijarê de axivî û nirxandinên girîng kir. Xelef Ehmed diyar kir ku di 9’ê Cotmehê de biryareke weke fermaneke li ser Şengalê hatiye girtin û wiha got: “Weke civaka êzidî em ne bi vê biryarê re ne. Tevahiya civaka êzidî vê biryarê qebûl nake. Biryara ku bêyî vîna civaka êzidî hatiye dayîn tê wateya tunehesibandina vê civakê. Em bang li Hikûmeta Iraqê û hemû sazî û dezgehên dewletê dikin ku vê biryarê bidin sekinandin. Niha bi dehan leşkerên Iraqê derdora Şengalê girtine. Em weke civaka êzidî ne li hemberî parastina sînorên Iraqê ne. Lê em biryara nenaskirina civaka êzidî qebûl nakin. Beriya fermanê leşkerên Iraqê û peşmergeyên PDK’ê li vir bûn lê wan civaka êzidî neparastin.”
Kincên DAIŞ’ê li xwe kirine
Di berdewamê de Ehmed destnîşan kir ku pêdiviya wan bi parastina hêzên Iraqê nîne û ev tişt anî ziman: “Bi vê biryarê birînên gelê Şengalê dîsa vekirin. Ji ber ku em ne muhtacî vê biryarê ne. Em muhtacî biryara avakirina Şengalê bûn. Ev gel çend sal in di konan û çiya de di nav zor û zehmetiyan de dijî. Pêwîst bû ku dewletê ev nîqaş kiriba. Ev çend sal e xelkê me ditirsînin û bi derbasbûyina Tirkiyeyê ya Şengalê gef dixwin. Bi dehan caran Şengal ji hêla DAIŞ’ê ve hat firotin. Niha bi rêya qanûnan kincên DAIŞ’ê li xwe kirine û dixwazin li Şengalê heman tiştî pêk bînin. Em weke civaka êzidî vê qebûl nakin. Bi berxwedana êzidiyan û heval û hogirên me Şengal ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin.”
‘Hêzên ku me qebûl nekin em jî wan qebûl nakin’
Her wiha Ehmed da zanîn ku weke her welatiyê Iraqê doza mafên xwe dikin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em bizanibin ku niyeta wan ne xerab e em ê wan pêşwazî bikin. Lê mixabin ne wisa ye. Di 2015’an de xelkê Şengalê destûra Iraqê pêk anî. Derveyî heqê xwe tiştekê ku ne bi rêya qanûnê be me tu caran qebûl nekiriye. Em dixwazin ku sazî û dezgehên ku hatine avakirin dewlet li ber çavan derbas bike. Lê heger dewlet me nas neke, em ê jî dewletê nas nekin. Heke dewletê me nas bikira wê asayîş, YBŞ, YCŞ û Meclisa Xweseriya Şengalê nas bikira. Daxwaziyên me vekirina gorên komî û rizgarkirina jin û zarokên me yên di destê DAIŞ’ê de ne. Derveyî vê dewlet nikare vê biryarê bi me bide qebûl kirin.”