Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bi rêya Tirkiyeyê dê komek DAIŞ’ê derbasî Ewropayê bibe’

Çeteyê bi navê Ebdulezîm Ratchout Ehmed ku xwe radestî hêzên HSD’ê kir, derbarê têkiliya dewleta tirk û DAIŞ’ê de agahiyên girîng dan. Ehmed diyar kir ku di demên pêş de bi rêya Tirkiyeyê dê komek çete derbasî Ewropayê bibe

Di çarçoveya qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tunekirina Terorê de ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve bi armanca rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê hatiye destpêkirin, di hefteya derbasbûyî de hin çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî HSD‘ê kirin. Çeteyên ku xwe radest kirin agahiyên girîng li ser rêbaza tevgera wan a li Tirkiyeyê û çawa derbasî Sûriyeyê dibin, her wiha birêxistinbûyîna wan li Sûriyeyê û amadekariyên planan dan.

Yek ji van çeteyan ku agahiyan dan  çeteyê bi navê Ebdulezîm Ratchout Ehmed ê di nav DAIŞ‘ê de bi navê Ebû Umer El-Pakistanî tê naskirin e. Ehmed sala 1999‘an de li bajarê Siyalkot ê Pakistanê di malbateke olperest de mezin dibe, li ser daxwaza bavê xwe li mizgeftan fêrî Quranê dibe. Di 13 saliya xwe de tev li rêxistina tundrew a ‘Leşker Tayyîp’ a pakistanî dibe. Ev rêxistin, di lîsteya terorê ya cîhanê de ye.

Ehmed salekê li eniya Keşmîrê li dijî artêşa Hindistanê, li herêmên bi nakok ên Keşmîrê şer kiriye, paşê dîsa vedigere Pakistanê. Li vir kesê bi navê Ebdulsetar nas dike, Ebdulsetar jî wî teşwîq dike ku biçe Sûriyeyê. Wê demê Xûtaya Şamê di çemberê de bû. Li ser vê yek Ratchout îqna dibe biçe Şamê.

Li Rihayê DAIŞ gelek çalak e

Ehmed bi desteka Ebdulsetar sînorê Pakistan – Îranê derbas dike. Ehmed diyar kir ku ew bi têkiliya kesê bi navê Nezîr Ebû Abdullah ê li Stenbolê derbasî Tirkiyeyê bûye û ev tişt anî ziman: “Dema ez gihîştim Stenbolê li gel malbateke pakistanî çend rojan mam, dîsa ez bi Ebû Abdullah re ketim nav têkiliyan û ji beriya ku ez werim vir, min agahiyên rewşa xwe dan wî. Wî got ‘wê kesek te bibe’. Paşê ez birim xeraca otobusan a li Stenbolê da ku min derbasî Rihayê bike. Ez gelek caran pê re axivîm û min cihê xwe jê re diyar kir. Erebeyek hat û ez birim eywaneke DAIŞ’ê. Kesên li wir hemû biyanî, ereb û yên ji welatên cuda yên Afrîkayê bûn. Tevger li wir pir hêdî bû. Her kes li bendê bû ku derbasî Sûriyeyê bibe. Gelek kesên biyanî di nav rêxistina DAIŞ’ê de hebûn.”

Di berdewamê de Ehmed da zanîn ku li Rihayê hebûnek pir mezin a DAIŞ’ê heye û got ku dema ew gihiştiye Rihayê ji aliyê kesekî ve hatiye pêşwazîkirin û wiha pê de çû: “Bi şev bû, kesek hat li gel wî 20-30 kesên din jî hebûn. Ez birim û em hatin Sûriyeyê. Ji me re hemû rê vekirî bûn û derbasbûna me hêsan bû. Ji derbasbûna DAIŞ‘ê rê ewle bûn. Em di bihara 2015‘an de di aliyê Girê Spî (Til Ebyad) de, derbasî Sûriyeyê bûn. Em li wir çûn eywaneke li Girê Spî.”

Derbasî Mûsilê bû

Di berdewamê de Ehmed anî ziman ku wî xwestiye li Sûriyeyê şer bike lê bi zorê wan şandine Mûsilê û wiha domand: “Li wir em tev li perwerdeyeke olî û leşkerî bûn. Piştre ez birim baregeha Bîcî û tev li tabûra Tariq Bin Ziyad kirim. Me li Bîciyê bi artêşa Iraqê re şer kir. Di şerê me yê meha yekemîn de 27 endam bi bombebarana balafiran hatin kuştin, em 3 kes tenê filitîn. Ez birîndar bûm. Min xwest vegerim Sûriyeyê, piştî çend hewldanan ez birim Reqqayê da ku di xebatên lojîstîkê de ji bo komeke ji Humis, Hema û paşê jî gundewarên Şamê bixebitim.”

Têkiliya Tirkiye û DAIŞ’ê baş e

Her wiha Ehmed teqez kir ku têkiliya dewleta tirk û DAIŞ’ê baş e û agahî da ku komeke taybet ji kesên ewropî bi awayekî veşarî têne perwerdekirin da ku di demên pêş de vegerin Ewropayê, li wir tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belê axaftin û agahî hene ku gelek kes vê dizanin. Ez bi xwe du kesan nas dikim, yek ji wan ji Pakistanê ye û yê din jî ewropî ye, lê nizanim ji kîjan welatî ye. Yê pakistanî ji min re got ev peywir li bargeheke taybet dane wî ku dê biçin Ewropayê û li wir tevbigerin. Cihê wan kesan taybet e û kes nikare pirsa wan bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar