Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê Bahoz Jiyar li ser erdheja 6’ê Sibatê û encamên wê ji ANF’ê re axivî.
Bahoz Jiyar destpêkê bi bîr xist ku berovajî daxuyaniyên têne dayin zêdeyî sed hezar kesî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê mirov di binê kavilan de hişt û ev blok bi tundî şermezar kir. Bahoz Jiyar sersaxî ji malbat û xizmên qurbaniyan re xwest, ji birîndaran re jî şîfa xwest.
Bahoz Jiyar bal kişand ser tespîta “Dewlet mirovan dikuje, ne erdhej” ku di nava raya giştî de hate kirin û destnîşan kir ku ev tespît gelekî girîng e.
Jiyar bi bîr xist ku li beşeke mezin a xelkê li herêma erdhejê xwedî jiyaneke gund bû û got, “Rojeke bi tenê jî ji gund qut bibe birçî dimîne. Lewma avakirina avahiyên giştî li rastiya herêmê nayê. Ne li jiyana herêmê ne jî li çanda wê tê. Mejiyê li ser avakirina avahiyên giştî dûrî ji rastiya xelkê herêmê ye. Lewma bi rêya TOKÎ dixwazin ku civakê ji civakîbûnê dûr bixîne, talan û mêtingeriyê jî daîmî bikin. Rejîma mêtinger wê bixwaze ku civakê ji hilberînê vegire û Deşta Islahiyeyê ya ku çend bajaran xwedî dike bike qadeke ji rantê. Em ji kiryarên li Sûrê zanin bê mebest û armanca wan ji veguherîna bajarvaniyê ya bi rêya TOKÎ’yê çi ye, dixwazin çi bikin. Divê ev yek neyê wê wateyê ku li gorî rastiya dîrokî, civakî, çandî û baweriyê ya civakê avahî nikarin bêne avakirin. Hîn jî zanyar, saziyên zanistiyê yên dilsozê nirxên exlaqî û wijdanî ne, hene. Em di wê baweriyê de ne ku wê ya pêwîst bikin. Di serî de tevgerên ekolojîst û hawirdorparêz wê civakên şaristaniya demokratîk avahiyên tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst qebûl nekin.”
Di dewama axaftina xwe de Bahoz Jiyar qada taybetmendiya herêma erdhejê kir û got, “Ew herêm e ku weke Mezopotamya Jorîn tê naskirin. Lewma koka gelê kurd e. Hem ji aliyê etnîkî ve hem jî ji aliyê baweriyê ve cografyayeke welê ye ku destanên berxwedanê her serdemê lê pêk hatine.”
Jiyar destnîşan kir ku li gel şert û mercên giran ên erdhejê, wezîfeyeke girîng a welatparêziyê ye ku gel xwedî li cografyaya xwe derkeve û got, “Ji ber vê yekê piraniya xelkê me li gel qirkirinê jî cih û warê xwe neterikand. Ji xwe ji ber ku gelê me ev rastî dît, got ’em xaka xwe naterikînin’. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me wê dest bide hev û ji binê enqaza dewletê derkeve û cih û warê xwe ji nû ve ava bike.”
Jiyar got, “Di serî de li Bazarcix, Elbistan, Semsûr, Meletî û Hatayê eger em tevî gelên xwe yên elewî tevneke xurt a piştevaniyê ava bikin, paşeroja gelê xwe ewle bikin, hingî em ê benda herî mezin a xweparastinê ava bikin. Eger em karibin vê bi ser bixînin wê tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst nikaribe senaryoyên xwe yên qirêj bi cih bîne.”
Bahoz Jiyar diyar kir ku yek ji mînakên herî şênber ên kanserbûyîna civakî ew e ku bajar gelekî têne mezinkirin û got, “Kapîtalîzm bi polîtîkaya ‘mirov çiqasî bêqîmet bibe ewqasî jî zêde dibe’ li bajarên gelekî mezin hemû nirxên civakê dike meta. Bi bajar re pîrozmendî, dîrok, çand, xweza bi kurtasî her tişt vediguhere rantê. Bajarên ku şêniyên wê bi milyonan mirov e sedema bingehîn a kanserbûyînê ye. Ji bo li bajarekî bi vî rengî bersiv ji pêwîstiya xwedîkirinê re bê dayin, tevî derdora xwe her tiştî tune dike. Lewma mirov ji bo xwe ji xefika endustriyalîzmê rizgar bikin ku veguheriye cinawirekî têr nabe, ji bo xwe ji aboriya rantxur û êrîşên wê yên çavbirçî rizgar bikin, divê kampanyayên vegera li gundan pêk bînin.
Bêyî ku ev kampanya bê birêxistinkirin, têkoşîna ekolojiyê nikare bê meşandin. Bi esaswergirtina aboriya ekolojîk bicihbûna li gundan, bicihbûna li qadên bejahî yek ji armancên rizgariyê yên mirovahiyê ye.”
Endamê Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê Bahoz Jiyar bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsên Bajaran û got, “Bi avakirina Meclîsên Bajaran gel dikare bibe xwedî hêza gotin û biryardanê, li ser esasê endustriya ekolojîk û aboriya ekolojîk kooperatîf û komunan bi rêxistin bikin. Her mirov bi rêxistiniyeke bi vî rengî dikare qadeke jiyanê ya azad biafirîne. Ji aliyê dîrokî ve ev yek wê bibe pêşketineke gelekî bi wate ya şoreşgerî. Taybetmendiyên civaka xwezayî ya mirov û gelê herêmê rê didin vê yekê. Qadeke welê ye ku nirxên komunal hîn ê lê xurt in. Cografyayeke welê ye ku çanda Xwedawendiyê hîn jî lê heye. Lewma di avabûna partiya me PKK’ê de jî bandora vê çandê gelekî mezin bû.”
Bahoz Jiyar got, “Di serî de tevgerên ekolojîk avakirina amûrên rêxistinbûnê yên bingehîn ên sîstema şaristaniya demokratîk wê hem bibe rizgariya gel a li herêma felaketê, hem bibe azadiya gel hem jî ji bo rizgariya mirovahiyê bibe qadeke nû.”