Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Perşembe - 29 Ağustos 2024

Bi rêya xêzkirina wêneyan êşa gelê xwe vegotin

Jin û şêwekarên ku tev li pêşangeha wêneyan bûne wiha gotin: “Em bi rêya xêzkirina wêneyan êşa gelê xwe radigihînin.”

Pêşangeha Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê ku bi dirûşma ‘Bi tolhildana şoreşgerî em ê Serok Apo rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin’ li taxa Şêx Meqsûd li navenda ciwanên şoreşger lidar xistibûn, di roja xwe ya duyem de bi dawî bû. Jinên ku beşdarê pêşangehê bibûn nêrîn xwe anîn ziman.

Rêvebera Tevgera Jinên Şoreşger Bêrîvan Îbîş li ser armanca pêşengehê axivî û ev tişt anî ziman: “Me bi hevkariya jinên şêwekar pêşangehek wêneyan lidar xist. Armanca me ji vê pêşangehê ew bû ku êşa  gelê me ji hemû cîhanê re ragihînin. Piraniya şêwekarên me jin bûn û bi tiliyên xwe êşa jin, zarok û gelan xêz kiribûn. Pêşangehê ji aliyê gel ve jî pir bal kişand û hemû sazî û dezgeh beşdarî pêşangehê bûn.”

‘Di wêneyan de çîrok û êşa gel hat xêzkirin’

Endama Tevgera Jinên Ciwan Rûken Mihemed diyar kir ku dema mirov li her tabloyekê dinêre çîrok, êş û berxwedana gel dibîne û wiha got: “Bi taybetî me xwest bi rêya vê pêşangehê êşa gelê xwe ji cîhanê re ragihînin. Armanca me ew e ku em tola gelê xwe ji xwînxwaran bigirin. Herî dawî jî dewleta tirk û çeteyên wê li Til Rifetê komkujî pêk anîn û zarokên bê sûc qetil kirin, em bêdeng namînin û em ê qetlîamên ku dewleta tirk li ser gelê me pêk tînê ji hemû cîhanê re ragihînin.”

Şêwekar Zeyneb Hemze jî wêneyên ku xêz kirine şîrove kir û ev tişt anî ziman: “Ez bi xwe ji Efrînê me, me li Efrînê gelek êş dît. Min wêneyek xêz kiriye ew jî li ser zarokên Til Rifetê ye. Her wiha wêneyek min jî li ser dolarê ye û min hundirê wê dolarê bi wate tijî kiriye. Bi rêya wêneyan min êşa gelê xwe xêz kir.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar