Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Cumartesi - 12 Ekim 2024

Bi roj etar e, bi şev nivîskar e

Nivîskar Çetîn Lodî ku 28 sal in etariyê dike, heya niha 4 pirtûkên wî hatine çapkirin

Nivîskar Çetîn Lodî (43), li gundê Lodî yê navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê û di 12 saliya xwe de tevî malbata xwe koçî Êlihê kiriye. Piştî hatine Êlihê, wî û bavê xwe dest bi etariyê kiriye. Lodî ku ji sala 1990’î heya niha çerçîtiyê dike, tu tax û gundên bajêr nemane ku lê negeriyaye. Di 2011-2013’an de ji bo kurdî çûye Kurdî-Derê. Paşê dest bi nivîsandina pirtûkan kiriye. Pirtûka wî ya ewil a helbestan “Rê û Rê” di 15’ê Hezîrana 2013’an de derçûye û piştî vê pirtûka wî ya dudUyan a helbestan “Çavên Şevînî” derçûye.

Her wiha bi navê “Şîva Miriyan” pirtûkeke wî ya helbestan û bi navê “Evîn û Mirin” jî romanek wî ji weşanên NA’yê çap bûne. Her wiha pirtûka wî ya helbestan a duduyan “Çavên Şevînî” çapa duyem kiriye. Di romana xwe ya “Evîn û Mirin” de jî bal kişandiye ser cinayetên kiryarên nediyar, valakirina gundan û parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar ku tevî Metîn Ozdemîr li Êlihê bi êrîşeke çekdarî hatibû kuştin.

Pirtûka wî ya nû derket

Lodî diyar kir ku bikaribe ziman baş bikar bîne çûye Kurdî-Derê û wiha got: “Piştî du salan min asta mamostetiyê qedand. Dû re min ev pirtûk nivîsandin. 3 pirtûkên helbestan û romanek. Herî dawî jî 3 pirtûkên min ku ji sala 2016’an ve li ser wan dixebitîm, hefteya borî derçûn.”

Lodî da zanîn ku bi roj etariyê dike û êvarî jî li ser pirtûkan hûr dibe û ev tişt anî ziman: “Bi roj kuçe bi kuçe, tax bi tax û gund bi gund digerim û etariyê dikim. Bi şev saet di 11’an de dest bi nivîsandinê dikim, heya 4’ê sibê. Piştî xeweke 5 saetan cardin etariyê dikim. Wexta etariyê dikim, em û kesên pirtûkhez sohbetan dikin. Dixwazin di pirtûka xwe ya nû de behsa çîroka wan jî bikim. Carinan dev ji kar berdidim, bi saetan guh li wan dikim. Çîrokên gelekan jê, ecêb in.”

Nivîsandina bi kurdî

Lodî diyar kir ku di etariyê de bûye şahidê gelek êş, azar, kêfxweşî û jiyana mirovan û di berhemên xwe de jî behsa van tiştan dike.

Her wiha Lodî bal kişand ser girîngiya berhemên nivîskî yên kurdî jî û bang li her kesî kir ku kurdî bikin perçeyek ji jiyana xwe. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar