Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê ber bi Amarayê ve’

MED TUHAD-FED, KCD, TJA, DBP û HDP’ê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku daxwaza azadiya wî dikin wiha bang kirin: “Em bi ruhê 8’ê Adarê û Newrozê berê xwe bidin Amarayê.”

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), tevî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojbûna wî ya 73’emîn civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran ewilî axivî û diyar kir ku Ocalan 23 sal in di bin tecrîdeke ku di cîhanê de weke wê nebe tê girtin. Baran, bal kişand ser rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka kurd de û wiha got: “Gelê kurd li dijî zext û êrişan li ber xwe dide. Gelê kurd ji sala 2013’an ve Newroza xwe ya herî mezin di sala 2022’yan de pêk anî. Newroza 2022’yan ku vegeriya referanduma azadiya gelê kurd, careke din ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û muzakereyên demokratîk çareser bibe weke navnîşan birêz Ocalan nîşan da. Gelê kurd ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û li her derê cîhanê daketiye qadan û li dijî şer û mêtîngeriyê ala berxwedanê bilin kir. Di qadên Newrozê de di serî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdûllah Ocalan û azadiya hemû girtiyên siyasî hate xwestin. Ev daxwaz di heman demê de bangeke ku pirsgirêka kurd bi rêbazên siyasal ên demokratîk bê çareserkirin e.”

 Ji bo Meşa Amarayê bang kir

Baran, qala çalakiyên 4’ê Nîsanê kir û wiha berdewam kir: “4’ê Nîsana ku ji bo gelê kurd û gelên li herêmê li dijî şer bûye sembola aştî, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê, li dijî mêtinê bûye sembola wekheviyê, di heman demê de rojbûna birêz Ocalan e. Ji berê heta îro Meşa Amarayê û hefteya destpêkê ya Nîsanê bi çandina şitilan, tê pêşwazîkirin. Em di navbera 1 û 10’ê Nîsanê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her devera lê ne ji bo wateya jiyana nû û ji nû ve jidayikbûnê şitilan biçînin. Di heman demê de ji bo daxwaza azadiya gelê kurd, ji bo pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û muzakereyên demokratîk çareser bin, ji bo tecrîd demildest bi dawî bibe, ji bo şertên tenduristî, ewlehî û azadiyê pêk werin em hemû gelê xwe roja 4’ê Nîsanê ji bo Meşa Amarayê vedixwînin Xelfetiyê.”

Rola Ocalan

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku niha di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Şerê li Tirkiyeyê kûrtir dibe. Bi polîtîkayên şer û tecrîdê êdî welêt birêve dibin. Ji bo ku şer xelas bibe, krîza heyî bi dawî bibe û azadî û wekhevî li vî welatî serwer bibe; birêz Ocalan xwedî roleke girîng û dîrokî ye. Di sala 2013-2014’an de em baş bi ser girîngiya vê rolê re gihiştin. Me wê demê dît ku dema li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê xwestin, pirsgirêka kurd dikare bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Lewma jî rol û mîsyona birêz Ocalan gelek girîng e. Di pîrozbahiyên 8’ê Adarê û Newrozê yên îsal de bi milyonan kesan girîngiya birêz Ocalan bi yek dengî qîriyan.”

 Ji bo 4’ê Nîsanê bang

Di berdewamê de Aydenîz destnîşan kir ku pêşniyarên Ocalan hem ji bo kurdan û hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn bûne hêvî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê rastiyê ye ku hem gelê kurd û hem jî gelên din tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan qebûl nakin û ji bo azadiya wî çalakiyan dikin. Ev zêdetirî saleke tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ev rewş jî fikarên gelê kurd zêde dike. Lewma girîngiya azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan hîn zêdetir dibe. Em 4’ê Nîsanê weke ‘Roja vejînê’ dinirxînin. Divê 4’ê Nîsanê jî bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê bê pêşwazîkirin. Ji ber ku 4’ê Nîsanê ‘Roja vejînê’ ye. Gelê kurd ê ku li ber tunebûnê, bi saya birêz Ocalan hate asteke wisa ku siyasetê diyar dike. Hêviya me ew e ku tevahiya gelê me di 4’ê Nîsanê de berê xwe bide Amarayê.”

 Roja Vejînê

Di daxuyaniyê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî axivî û da zanîn ku 8’ê Adar, Newroz û 4’ê Nîsanê ji bo gelê kurd rojên girîng in. Ozturk, got ku Tirkiye li ser bingeha tunekirina kurdan hatiye damezirandin û axaftina xwe wiha qedand: “Xwestin gelê kurd tune bikin. Armarnca wan ev bû. Ji rexekî ve xwe nêzî vê armancê kirin jî. Lê bi saya têkoşîna birêz Ocalan ev hewldan vala hat derxistin. Bi birêz Ocalan re gelê kurd dîsa li ser xaka xwe aj da. Nasname û çanda xwe nas kir. Lewma jî 4’ê Nîsanê bo me rojekî dîrokî û girîng e. Bi tecrîda heyî re dixwazin di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd tesfiye bikin ku hewcehî bi veşartina vê mebesta xwe nabînin. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî vê armanca xwe bi vekirî nîşan didin. Lewma vejîneke wiha, vejîna kurdan e. Divê em li her deverê vê rojê weke roja hebûna xwe bibînin û pîroz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar