PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Bi ruhê Garê em li dijî dagirkeriya tirk rabin’

Rêxistin, partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar bang li gelê kurd, kurdistanî û dostên kurdan kirin ku beşdarî çalakî û xwepêşandanên li dijî dewleta faşîst a tirk bibin û ji bo van êrîşan bide rawestandin bi ruhê Garê rabin ser pêyan

Navenda Nûçeyan |

Rêxistin, partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê bal kişandin ser êrîşên dagirkeriya mêtinger a tirk a li ser başûrê Kurdistanê, bang kirin ku her kes li dijî êrîşên dagirker ‘bi ruhê Garê’ tev li çalakiyan bibin û êrîşên dagirkeriya tirk bişkînin.

Daxuyaniya hevpar a sazî û rêxistinên kurdistanî yên li Ewropayê wiha ye:

“Arteşa dewleta tirk a dagirker û mêtinger, êrîşên xwe yên dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê, bi berfirehî û bi dijwarî dewam dike.

Weke ku ew dibêjin, ev êrîşên wan, ne bi tenê li dijî tevgêrekê yan du tevgêrên kurdistanî ne. Jixwe li ber çavan e, di êrîşên xwe de tu cudahiyê naxe navbêna gerîla û gelê Kurdistanê yê welatparêz û xweragir.

Duh piştî gotina Biden a ‘Nijadkujiya Ermeniyan’ bi çend saetan, hem bi hêzên xwe yên erdê û hem ên hewayî ve bombebaranê xwe bênavber didomîne. Wîsa diyar dibe ku hewcedariya wan a lezgînî bi serkeftinekê heye. Ji ber ku hem di hundir de hem jî ji derve ve pir tengav û aloz bûye. Ji bo xwe jî vê qeyran û dorpeça xerab a siyasî û aborî û giştî rizgar bike, êrîşên xwe yên li ser hemû parçeyên Kurdistanê zêdetir û girantir dike.

Bêgûman ji bo êrîşên xwe destûr û piştgriyê ji dewletên hegemon û dagirker jî distîne. Her wiha ji bo ku yekitî di navbera hêzên kurdistanî de jî pêk neyê, hemû şêwazên xerab û fitneyî jî bi kar tîne.

Êdî divê li hember vê dewleta faşîst, dagirker û qirker, em jî hemû hêzên kurdistanî hîn pirtir bi hişyarî û berpirsiyarî tevbigerin û bi lezgînî, bi yekdengî li dijî vê siyaset û êrîşa dagirkerî û qirkerî helwesta xwe nîşan bidin.

Ji bo vê êrîşa ku armanca wê nehêlana destkeftî û hemû rûmetên me yên netewayî û niştamanî, em bidin rawestandin, dive bi lezgînî em helwest û bertekek hevpar bidin diyar kirin. Hem li welat û hem li derveyî welat, bi taybetî jî li Ewropayê, bi çalakiyên xwepêşandanan û dîplomasî yên dewlemend, em bi erk û peywirên xwe rabin. Roj, ne roja rawestanê ye, roja xwepêşandanê ye.

Banga me ya rêxistinên partî û saziyên kurdistanî yên li Ewropayê ev e ku hemû kurdistanî, li gel dostên xwe beşdarî çalakî û xwepêşandanên li dijî vê dewleta faşîst a tirkan bibin û ji bo van êrîşan bide rawestandin bi ruhê Garê yê berxwedêr em tevbigerin û hewl bidin!”

Sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê nameyê wiha ne:

YNK (Yekitî Niştimanî Kurdistan)

Tevgera GORAN

KCDK-E (Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê)

TJK-E (Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê)

Partiya ŞÛÎ ya Başûrê Kurdistanê

Kongreya Star (Rêxistina Jinên Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê) Şaxê Ewropayê

Partiya Zahmetkêşan – Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk)

P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê)

Partiya Çep a Kurd a Sûrî

Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriye

PÇDKS ( Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê)

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li Sûriyeyê

Partiya Rêkeftina Kurd a Sûriyeyê

Partiya Çaksaziya Kurd a Sûriyeyê

Partiya Kesk a Kurdistanî ya Sûriyeyê

Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriyeyê

Partiya Komunîst a Kurdistanî ya Sûriyeyê

PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê)

KKP ( Partiya Komunîst a Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê)

Yekîtiya Şoreşgerî ya Kurdistanê

KODAR (Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê)

KJAR (Civaka Jinên Rojhilatê ya Kurdistanê)

Platforma Horam

Plattform Zagros

Plattform Yarsan

Yarî Kurd

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî ya li Sûriyeyê

Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA (Federesyona Elewiyên Kurdistanê)

NAV – YEK (Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê)

Kurdische Zentrum Berlîn

CÎK (Civaka Îslamî ya Kurdistanê)

Enstituta Kurdî – Elmanya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD (Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat)

YMK (Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê)

YES (Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Kongreya Gel a Mezopotamya

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

Kurdistan human rights Association

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar