Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bi ruhê paradîgmaya Neteweya Demokratîk me tama azadiyê girt’

Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo anî ziman ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jin em ê herdem radîkal bin û wiha got: “Bi ruhê şoreşa 19’ê Tirmehê û bi ruhê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku me tama azadiyê girt, em ê rêxistinbûna xwe û asta têkoşînê xurt bikin.”

Bi pêşengiya jinên kurd li rojavayê Kurdistanê di 15’ê çileya 2005’an de Yakitiya Star hate damezrandin. Yekitiya Star dikarî hebûn, îrade û hêza jinên kurd li rojavayê Kurdistanê derxîne holê û biparêze. Di wan deman de ji ber zextên Rejîma Baas Yekitiya Star bi awayekî veşartî kar û xebatên xwe dimeşand, jinan bi rêxistin û perwerde dikirin. Piştî çirûska 19’ê tirmehê ango şoreşa Rojava, Yekitiya Star xwe berfireh kir û bû Kongra Star a Rojava da ku hemû pêkhateyan di hundirê xwe de bihewine.

Kongra Star li ser 9 rehenên paradîgmaya Neteweya Demokratîk bi 13 Komîteyan xwe birêxistin dike. Ev komîte; Komîteya Perwerde, Komîteya Ekolojî, Komîteya Aborî, Komîteya Civakî, Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk (Dîplomasî), Komîteya Tenduristî, Komîteya Çand û Huner, Komîteya Ragihandin, Komîteya Darayî, Komîteya Siyasî, Komîteya Parastina Cewherî, Komîteya Hiqûq (dad) û Komîteya Rêber Apo ye ku xebatên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan armanc dike. Di heman wextê de nûnertiya wan li Libnan, Başurê Kurdistanê û Ewropayê heye.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo bi boneya 19’emîn salgera Kongre Star a Rojava axivî û bal kişand meşa azadiya jinan a 19 sal e ruxmê hemû êrişên mêr-dewletê didome.

Rihan Loqo di serî de damezrandina Kongra Star li tevahî jin, dayik û dayikên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Em di serî de damezrandina Kongra Star dayikên welatparêz ên ku sal bi sal bilindkirina asta têkoşînê ji bo bilindkirina asta xebatê, bê navber li Rojavayê Kurdistanê dan meşandin pîroz dikin. Di heman demê de jinên ku ji bo rêxistinê kedên mezin dan ku em hatin vê rojê pîroz dikin. Bi taybet damezrandina Kongra Star weke vebûna li Sûriye û rojavayê Kurdistanê wek çîrûskek mezin û dengvedanek xurt da tevahî Rojhilata Navîn û jinên cîhanê. Em damezrandina xwe li Rêber Apo pîroz dikin ku Rêber Apo bi felsefe û birdoziyek xurt bi dehan û sedan jin, dayik û malbat li rojavayê Kurdistanê perwerde kir. Ji bo bibin mîrasên vê rêxistinê û tevgerê da ku di nav civakê de karek wekhev û demokratîk bimeşînin.”

Kongra Star cihê çareserî, avakirin û rêxistinkirinê ye

Rihan Loqo diyar kir ku Kongra Star ji bo jinan cihê çareseriyê ye û wiha domand: “Em dikarin bêjin ku em bi şens in ku em di nava vê rêxistinê de mezin bûn û şensê herî mezin ew e ku ev rêxistin roj bi roj bi eşqek mezin û bi hezkirinek mezin berfireh û mezin bû. Bi Yekitiya Star ku bi pêşengtiya jinên kurd hate avakirin, îro bi hezaran jin û pêkhateyên jin di bin sîwana Kongra Star de ne. Hemû pêkhateyên ku baweriyên xwe bi Kongra Star re tînin, dibin endamên Kongra Star. Pirskirêkên ku rû didin, herkes berê xwe dide Kongra Star. Kongra Star cihê çareserî, avakirin û rêxistinkirinê ye. Em di nava her malek, taxek û gundek de, ji bo yekitî, perwerdekirin û rêxistinbûna jinan bê navber kedek mezin tê dayîn. Ji 2005 heta 2012’an Yekitiya Star bi hêjmarek biçûk xwe sal bi sal zêde û berfireh kir. Ji sala 2012’an heta 2024’an de mezintir bû. Îro Kongra Star li Şam, Libnan, Ewropa û bi giştî 8 cihan de nûnertiya xwe avakiriye. Êdî li her derê dengê Kongra Star heye.”

Rêxistinbûna jinan roj bi roj mezin bibe

Rihan Loqo desnîşan kir ku bi avabûna Yekitiya Star ew karîbûn şoreşa jinan pêk bînin û wiha domand: “Kongra Star bû xwedî mîrasek mezin ji bo tevahî jinan. Ger Yekitiya Star di sala 2005’an de di demên veşartî de, di demên zehmet de û di êrîşên li ser çanda kurd heyî de, nehatiba avakirin, dibû ku ev şoreş û pêşengtiya jin ji şoreşê re ne ewqas xurt biba. Lewma xurtbûna şoreşa me xwedî mîrasek mezin a bingeha Yekitiya Star e. Mîrasa 2005’an hişt ku rêxistinbûna jinan roj bi roj mezin bibe û di 2012’an de yên ku daketin qadan û banga azadî û wekheviyê kirin ew jinên ku 2005’an de xwe û jinan bi rêxistin û perwerde kirin bû. Jin amadebû ku şoreşa xwe ragihîne. Jin tevlî şoreşê nebûn, jin di nava şoreşê de şoreş pêk anîn, jinan bi mîrasek xurt a Yekitiya Star e xwe fermî kirin. Kongra Star amadebû ku di sazî, dezgeh û meclîsan de pêşengtî bike. Kongra Star bi saya Yekitiya Star dikarî xwe bighêne tevahî jinan û malbata demokratîk ava bike. Li aliyek din wek destkeftiya şoreşa jin, avakirina komînên xweser, meclîsên xweser û avakirina komîteya kongra star bû.”

Bi pêşengtiya jinan karên xwe bi rê ve dibin

Rihan Loqo kar û xebatên komîteyên Kongra Star dike wiha anî ziman: “Berê her dihat gotin jin nikarê siyaset, leşkerî, aborî û bi dehan karên wiha bike. Têgînên ku jin têde mehkûm kiribûn û şikênandibûn, me xwest wan komîteyan aktîf bikin û bi rêxistin bikin. Me xwest bi pêşengtiya jinan karên xwe bi rê ve bibin. Niha her komîteyek Kongra Star li ser armancekî hate avakirin ku ew armanc jî ewe ku têgînên ku li ser jinê hene em bişkînin. Yên ku siyaseta demokratîk, dîplomasiya rast, mewziyên pêş, aborî û ewlehiya welat diparêze jin e. Di van qadan de komîteyên Kongra Star mîna dîplomasî, siyasî, leşkerî, aborî, ekolojî, tenduristî, ragihandin, çand û huner, darayî, hiqûq û perwerde hene. Her sal ev komîte bi rengekî mezin xwe bi rêxistin û perwerde dikin. Her jinek xwe di kijan komîtê de dibîne, berê xwe dide wê komîteyê. Ji komîn heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatên mezin tên meşandin. Jin ji ber bi hezkirinek mezin karê xwe dikin, lewma ew kar jî pir baş diherike.”

Mala Jin pirskirêkan bi xweşî çareser dike

Rihan Loqo di nava salê de çiqas li pêşiya tundiya li ser jinê hatiye girtin wiha parve kir: “Ji bo parastina mafê jin û xwedî li derketina mafê jin, sala 2023’an de qanûna malbatê di Meclîsa Gel a Herêma Cizîrê de hatibû erêkirin. Ev qanûn mîna destkeftiyek mezin a şoreşa jinê ye. Niha jî em kar dikin ku qanûna malbatê li herêmên din ên meclîsa gel de bidin rûniştandin. Ev Qanûna malbatî di aliyê hiqûqê de maf û nasnameya jinan diparêze. Di aliyek din de bi riya Mala Jin ku mala jin xwedî li tevahî jinan derdikeve, gelek karên girîng meşandin. Mala Jin him jin him jî mêran guhdar dike lewma mala civakê ye. Mala Jin pirskirêkan bi xweşî çareser dike. Mala Jin di aliyê parastinê de gavên girîng avêtin. Lê herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Cerablûs tundiyên mezin li ser jinan tê meşandin. Îro nêzî 20 jinan hiqûm li ser birîne û cezayên giran li ser wan jinan dibirin. Em van kiryaran û bêdengiya tevahî cîhanê şermezar dikin. Em dibêjin êdî bese û divê şandeyek navneteweyî werê û derbasî herêmên dagirkirî bibe û çi diqewime bişopînin.”

Dixwazin êrîşî destkeftiyên jinan û şoreşa jinan bike

Rihan Loqo bal kişand êrîşên dewleta Tirk yê li dijî şoreşa jin a Rojavayê Kurdistanê û wiha nirxand: “Di sala 2023’an de êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me bê navber, bi balafirên bêmirov, balafirên şer û şerê taybet êrîşên xwe pêk dianîn. Di heman demê de êrîşî binesaziya herêmê me kir. Her wiha dixwast li Zirgan û Til Temirê êrîşî me bike. Êrîşên dewleta tirk ji destpêka şoreşê heta niha diyare ku dixwaze êrîşî destkeftiyên jinan û şoreşa jinan bike. Kongra Star bênavber bi sekin û helwestek mezin dikarî li herderê li ber xwe bide û bêdeng nema. Kongra Star bi hêrsek mezin daketin qadan û hêrsên xwe ji raya giştî re parve kirin. Jin bi qêrîna “Jin jiyan azadî” û “Na ji dagirkerî û tundiyê re” li ber xwe dan.”

Rihan Loqo herî dawî pakrewanên jin ên ku ji bo jiyanek aram ji bo jinan ava kirin û jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha bi dawî kir: “Em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û bejina xwe li beramber wan ditewînin. Em soza xwe cardin ji hevalên xwe re dubare dikin ku em ê şopdarên riya hevalên xwe yên şehîd bin. Helwesta me li beramber dagirkerî, êrîş û tundiyê wê herdem hebe. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa jin em ê herdem radîkal bin û bi ruhê şoreşa 19’ê Tirmehê û bi ruhê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ku me tama azadiyê girt, em ê rêxistinbûna xwe û asta têkoşînê xurt bikin. Em ê xeyalên Rihan, Yûsra, Zeyneb Saroxan, Zehra Berkel, Hevrîn Xelef, Hebûn û bi dehan hevalên xwe pêk bînin û xeyalên dijmin pêk neynin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar