PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bi ruhê seferberiyê tevlî xebat û mîtînga Amedê bibin

Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd li tevahiya cîhanê rêzeçalakî tên lidarxistin û bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî xebatan û mîtînga 13’ê cotmehê li Amedê bê lidarxistin bibin.

Platforma Saziyên Demokratîk di 12’ê îlonê de li Amed û Stenbolê bi daxuyaniya bi ser navê “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin” da ku kampanyaya “ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” ber bi qonaxeke din ve biriye. Di vê çarçoveyê de wê di 13’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Ji bo çalakiyên mitîngê heyetên li Stenbol û Amedê ku di nav de hunermend û siyasetmedar jî hene, wê heta roja mitîngê li hemû bajaran li qadan bin. Heyet wê bi çalakiyên wekî civînên gel ên li Marmara, Ege, Çûkûrova, Anatoliyaya Navîn û Kurdistanê, bi hezaran kesî re bicive.

Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat, der barê amadekarî û xebatên mitîngê de axivî.

Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd li tevahiya cîhanê rêzeçalakî tên lidarxistin. Canpolat da xuyakirin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bingeha gelek pirsgirêkên li erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Canpolat destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîst e careke din bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin û got: “Daxwazên me hinekî jî jiholêrakirina atmosfera neyînî ya li Tirkiyeyê ye.”

Canpolat destnîşan kir ku dema hevdîtin bi Rêber Apo re dihatin kirin di jiyanê de asayîbûnek çêbûbû û got: “Ji bo Tirkiye cardin vegere vê rewşa asayî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê şikandin. Li Tirkiyeyê krîzeke mirovahî, exlaqî, wijdanî û hiqûqî heye. Ji bo çareserkirina van krîzan bangeke me ya bi vî rengî heye. Em bawer in ku wê pirsgirêk bi vî awayî çareser bibe. Ji bo vê ji hewceye em çalakiyên demokratîk berfirehtir bikin û bêtir xwe bigihînin girseyan.”

Canpolat bilêv kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê xwe bigihînin hemû beşên civakê û got ku ew ê bi hemû derdorên demokrasîxwaz û aştîxwaz re li qadan dengê xwe bilind bikin. Canpolat got: “Em dixwazin vî dengî bigihînin partiyên desthilatdar ên dewletê. Eger em yekitiya xwe çênekin û dengê xwe bilind nekin, wê ji sedî 95’ê Tirkiyeyê zirarê bibîne. Em hewl didin ku bigihêjin ji sedî 95’an vê derdorê.”

Canpolat diyar kir ku ji bo mitîngê hemû saziyên di platformê de seferber bûne û got ku nûnerên sazî, rewşenbîr, nivîskar û parlamenterên Tirkiyeyê jî tevlî mîtîngê bûne. Canpolat got: “Em di wê baweriyê de ne ku ji Tirkiyeyê wê bi hezaran kes werin û beşdarî mîtîngê bibin. Wê bi sazî, partiyên siyasî û hemû kesên li Kurdistanê hevdîtin bên kirin. Hewce ye em di 13’ê cotmehê de her kesî bînin qada Îstasyonê.”

Canpolat wiha bi dawî kir: “Heke em dengê xwe bilind nekin wê ev pergal bi vî rengî bidome. Aborî û demokrasî wê têk biçe. Bêhiqûqî wê zêdetir xwe nîşan bide. Wê ciwan zêdetir bikevin nava çirava tiryakê. Ji bo vê jî divê bi sed hezaran kes li Qada Îstasyonê ya Amedê bicivin û ji vê re bêjin êdî bes e’.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar