Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Bi ruhê serhildanên 1999’an rabin ser xwe ’

PJAK û KODAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî li ser îdiayên têkildarê jiyana Ocalan wiha bang kirin: “Divê gelê me yê rojhilatê Kurdistan û derveyî welat, bi ruhê serhildanên sala 1999’an rabin ser xwe û xwedî li Rêber Apo derkevin.”

Navenda Nûçeyan |

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) derbarê îdiayên têkildarî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, daxuyaniyek nivîskî belavkirin.

Di daxuyaniya PJAK û KODAR’ê de ev tişt hatin gotin:

“Di 14’ê Adarê de hinek nûçe li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavbûn, ev yek bû sedema nerazîbûna gelê kurd û ji bo vê gelê kurd daketiye qadan. Ev 22 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de dîl tê girtin û dibin tecrîdek giran de ye. Ji bo parastin û mafê gelê kurd, bûye bingehê têkoşîn û serkeftinê. Tevî hemû tecrîdan, Rêberê Gelê Kurd di pêşengtiya gelan û afirandina jiyana azad de dewam dike. Yanî girtîgeh û tecrîd nikare peywendiya navbera Rêber Apo gelê kurd de qût bike.

Ji sala 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin û her ku diçe dijwartir dibe. Rêber Apo di zindana Îmraliyê de diyarkiriye ku egera her bûyerek metirsîdar a li ser jiyana wî, divê her kes bizane bi qestî tê kirin. Rêber Apo gotiye hemû tiştên biqewimin, bi plan, bername û di çarçoveya şerê taybet de tê kirin.

Belavkirina nûçeyên bi vî awayî ya ji aliyê saziyên girêdayî faşîzma dewleta tirk, ji bo têkdan û cezakirinê ye. Bêguman gelê kurd bi Rêber Apo re pêngavên serekî yên ber bi netewbûnê ve avêtine û berdewam dibe.

Piştî ragihandina kampanyayên ji bo azadiya Rêber Apo, pêşwazî, tevlibûna gelê kurd û gelên din ên herêm û cîhanê, zexta li ser dewleta tirk jî zêde kiriye. Diyar bû gelên cîhanê tecrîdê weke li ser xwe dibînin, ji ber Rêber Ocalan nirxek mirovayetî û hevbeş a gelan e. Her kes lê xwedî derdikeve.

Em ji bîr nakin, dema gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê di sala 1999’an de dijî komploya hemberî Rêber Apo daket qadan û heya niha ev berxwedan dewam dike. Jiyan û tenduristiya Rêber Apo ji bo gelê me xeta sor e. Gelê me bi heman hest û têgihiştinê, niha jî dijî hemû êrîşên ser jiyan û hebûna Rêber Ocalan amade ye.

Li ser vî bingehî em bang li gelê xwe yê li rojhilatê Kurdistan û dervey welat dikin, bi ruhê serhildanên sala 1999’an xwedî li Rêber Apo derbikevin. Xwedî helwest bin û yekitiya xwe ya neteweyî ji bo têkşikandina eniya faşîst û dîkdatoriyê nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar