Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bi ruhê serkeftinê beşdarî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin

Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Nejbîr Sêrt diyar kir ku êrîşên li Kurdistanê bi taybetî jî yên li zindanan tenê bi têkoşînê dikarin bêne rawestandin û wiha got: “Heta ku em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger nekin, ne girtî û ne jî gelê kurd nikarin bi rehetî bijîn. Pêwîste hemû zindan û her hevrêyek me bi ruhê serkeftinê beşdarî pêngava ku tevgera me li ser esasê “Azadiya fizîkî ya Rêbertî, statuya Kurdistanê” daye destpêkirin, bibin.”

Endama Komîteya Zindanan a PAJK’ê Nejbîr Sîîrt pirsên ANF’ê bersivand.

Sala 26’emîn a Komploya Navneteweyî ye. Divê mirov ji komployê û asta ku lê ye çi fam bike?

Hevalên me ku bi şiara ‘’Hûn nikarin roja me bibin ava’’ di çalakiyan de ku li zindanan destpê kirin, canê xwe da ber agir û bûn xelekek agirîn li dora Rêbertiya me û bûn şehîd, em bi minet bi bîr tînin, em soz didin ku em ê girêdayê bibîranînên wan bin.

Rehên dîrokî yên agir û berxwedana me hene û di dîroka me ya têkoşînê de jî ji çalakiyan Çaran dest pê bûye û heta bi niha hatiye. Hevalên me ku bi vê bîreweriyê tê dikoşin, di vê rêyeke bi vîneke xurt dimeşin, li serê çiyayan û di zindanan de her roj bi dijmin re şer dikin û bi qehremanî dibin şehîd. Herî dawî hevalê me Yilmaz Ozalp ji ber ku nexweş bû nehat dermankirin, di zindana Şakranê de bû şehîd. Em hevalên ku bûne şehîd, bi minet bi bîr tînin.  Bi Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hebûn û vîna gelê me û Tevgera Azadiyê hatin armanckirin. Di şexsê Rêbertiya me de 25 sal in ku li ser têkoşîna hebûnê ya gelekî, li ser nasname û vîna wî siyaseteke qirêj tê birêvebirin, ji wê boneyê jî tecrîd bi awayekê girankirî û sîstematîk di asta herî bilind de berdewam e. Polîtîkaya nehesabkirinê ya li dijî bîr, ziman û çand û vîna gelekî tê birêvebirin û 26 sal in Rêbertiya me tê tecrîdkirin. Kurd ji berê baştir dizanin ku armanca bi komployê polîtîkaya qirkirinê ye û bi vê bîreweriyê bi awayekê bêhevta tê dikoşin.

Rêbertiya me di bin şertên herî dijwar de digirin û têkiliya wî bi Tevgera Azadiyê û Kurdan re bibirin. Em rû bi rûyê pergaleke mêtinger in ku hemû rê û rêbazên şerê taybet û qirêj dixe dewreyê. Ya rast, Rêber Apo êrîşên hêzên Îmraliyê wek pergaleke qirkirinê bi rêxistin kiriye, bi pêşbînî û sekina xwe ya siyasî û polîtîk pûç kir. Pergalê, Îmrali kir navenda qirkirinê û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Rêber Apo jî kir cihê çêbûna ji nû ve ya pergala azad ku gel, jin û hemû bindest xeyal dikir. Dijmin xwest têkiliya Rêbertiyê bi dinyayê re bibire; Rêber Apo bi perspektîfên xwe yên jiyana azad û modernîteya demokratîk, bû rêberekê cîhanî. Ji serê pêvajoya komployê ta îro, di serî de hevrêyên me yên di zindanan de, jin ciwan û tevgerên demokratîk ên cîhanê û heval û hogirên me, bi têkoşîneke zêde li Rêbertiya me bûn xwedî û têkoşîn geş û berbelav bû. Li ser vî esasî, bi sedan fedaiyên jin û mêrên Apoyî bi çalakiyên xwe yên ‘Hûn nikarin roja me bibin ava’, bûn zincîreke agirîn li dora Rêbertiyê. Di xeta berxwedanê ya PKK’ê û PAJK’ê de li Rêbertiya xwe bûn xwedî, komplo pûç kir û derseke baş da dijmin.

Bi şiara ‘Jiyaneke bêyî Rêbertiyê nabe’ li ber xwe hat dayîn. Bi ketina sala 26’emîn a komployê re mirov dibîne ku dijmin pergala qirkirinê ya Îmraliyê hêj kûrtir kiriye. Ev pergal li hemû zindanan belav dibe. Radestiyê li hevrêyên me yên ku bi awayekê bêhevta li ber xwe didin, ferz dikin û dixwazin vîn û berxwedana wan bişikînin. Berxwedana li dijî vê bêhevta ye. Divê her kes bizane ku Rêbertiya me, xeta me ya sor e, hebûna me ye. Em bang li yên li ser tecrîdê bi israr in û dixwazin kûr bikin, cih di nav de digirin, vê rastiyê dibînin û bêdeng in, dikin; destên xwe yên qirêj demildest ji ser Rêbertiya me bikişînin.

Wek te bi bîr xist, qadên zindanan pêşîn li dijî komployê tev geriyan û li Rêberê Gelê kurd bûn xwedî. Di salvegera 26’emîn a li dijî komployê de, erk û berpirsyariya zindanan çi ye?

Ji kêliyên destpêkê yên dîroka me ya têkoşînê ve qadên zindanan bûne keleha me ya herî girîng û watedar a berxwedanê. Dijmin vê rastiyê baş dizane û ji ber vê jî her cure zext û pêkanînên dijmirovahî li ser hevrêyên me û malbatên wan didomîne. Helbet kadroyên milîtanên PKK û PAJK’ê yên di zindanan de û gelê me yê welatparêz rastiya dijmin baş nas dikin û bi vê hişmendiyê re tevî hemû zextan heta dawiyê li ber xwe didin. Bê guman qada zindanan pêvajoyê û tevgera me pir baş dişopîne û pêvajoyê analîz û şîrove dike. Dibe ku derfeta wan tune ku pêvajoyê wekî berê bişopînin. Divê em bizanibin ku rewş heyî bi sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê ku Rêberê me tê de ye ve girêdayî ye.

Heta ku em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe misoger nekin, ne girtî û ne jî gelê kurd nikarin bi rehetî bijîn. Pêwîste hemû zindan û her hevrêyek me bi ruhê serkeftinê beşdarî pêngava ku tevgera me li ser esasê “Azadiya fizîkî ya Rêbertî, statuya Kurdistanê” daye destpêkirin, bibin. Zindan li hemberî rastiya Rêbertî xwedî vê hişmendiyê ne. Ev pêngav ne tenê beşdariya fizîkî, di heman demê de ji aliyê fikrî, ruhî û fîzîkî ve jî tevlîbûnek giştî dixwaze. Niha li hemû zindanan zilm, êşkence û şerê taybet tê meşandin. Her hevrêyek me yê di zindanê de xwedî tecrûbe û zanîne ku di encama salên dirêj de bi dest xistiye. Hevrêyên ku xwe perwerde dikin û pêş dixin û tevkariyê li her pêngava Tevgerê dikin hen in.

Li hemberî vê polîtîkaya zindanê ya dewleta Tirk, berxwedana girtiyan di çi astê de ye?

Tecrîd û êşkenceya sîstematîk a li ser Rêbertiya me tê kirin, hema li hemû zindanan tê meşandin. Di zindanan de rewşeke pir giran a zext û êşkenceya dijmin heye. Herî dawî li Panosê 3 hevrêyên jin rastî êşkenceya hovane hatin. Divê were zanîn ku ger mirov bêdeng bimîne wê ev êşkence li Tirkiye û Kurdistanê were belavkirin. Li zindanan şerê taybet û psîkolojîk ji êrîşên fizîkî dijwartir tê meşandin. Mînak divê polîtîkaya sirgûnê li ser vî esasî were nirxandin. Hewl tê dayîn bi pêşengiya jinan berxwedana girtiyên ku rûmeta me ne bi berdewamî belavkirina wan bêzar bikin û bi taloqkirina berdana wan, bişkînin.

Pêkanînek zextê ya nû heye. Ev yek ji aliyê saziyên şerê taybet, dozger, dadger û polîsan ve bi hev re tê kirin. Mînak heta meaşê xwe jî li ser mirovên li wir digirin. Bi zêdekirina mezaxiyê re, hewl tê dayîn berjewendiyên xwe yên aborî jî li ser zindanan bimeşînin. Di bin navê Desteya Çavdêriyê de saziyek hate avakirin ku polîtîkayên teslîmiyetê rewa dike. Ev deste ji bo civîna ku rewşa her kesî dinirxîne jî pere distîne. Li gel armanca wan ya girtina girtiyên siyasî, hewl tê dayîn li ser hevrêyên me yên ku têkoşîna azadiyê û ji dayîna berdêlan paş ve gav navêjin, rantê bikin. Digel ku her paşvexistina berdana girtiyekî ‘ku armanc teslîm girtinê re xizmet dike’, ew di heman demê de mîqdara dravê ku ew ê bistînin jî zêde dike.

Polîtîkayeke din jî li ser kesên ku nikarin teslîm bigirin pêk tînin, hucreya yekkesî ye. Dixwazin van hucreyan bikin hucreyên komkujiyê. Her çendî tê xwestin ku weke xwekujekê nîşan bide jî, tê zanîn ku her mirina di zindanê de cinayet e. Divê were zanîn ku tiştek ku di zindanan de diqewime bi xwezayî pêş nakeve.

Tevî her tiştî jî helwesteke ku van polîtîkayên dijmin pûç dike heye. Pêwîste baş were zanîn ku hevrêyek me yên girtî yên di zindanan de her kêliya xwe bi berxwedanê derbas dikin, wê bi çalakiya hevpar van polîtîkayan ji holê rakin. Kevneşopiya berxwedana zindanan dîroka me ye. Em berxwedana hevrêyên xwe yên ku bi ruhekî mezin ê azadiyê berxwedana zindanan didomînin silav dikin. Di vê serdemê de ji her demê zêdetir wê bi erkên xwe yên di pêşxistina ruhê çalakî, hest û ramanên hevpar de bijîn û têbikoşin. Berxwedan bi xwe re serkeftinê tîne. Ji ber vê yekê em li ser şikandina pergala qirkirina Îmraliyê bisekinin û li gorî şêwaz û tempoya serketinê ya ku Rêber Apo bi dest xistiye xwe bi rêxistin bikin.

Rêya xwedîderketina li Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û berxwedana zindanan li ser bingehek rast çi ye?

Ji bilî têkoşîna xwe ya rêxistinî û perspektîfên Tevgera me divê ti bendewariyek me yê din nebin. Em dikarin bi hêza xwe, bi îrade û berxwedana xwe Rêberê xwe azad bikin. Pêwîste li pêşberî nûçeyên ku navendên şerê taybet û psikolojik ên di pêvajoyên ku berxwedan bilind dibin de ku li dijî Rêbertî dikkin, baldar bin. Divê her tişt li ser bingeha rastiya ku Rêbertî tê de ye bê nirxandin. Di şexsê Rêber Apo de dixwazin gel, neteweyek û erdnîgariyek bi mêtingeriyê tine bikin. Zindan her tim ji bo têkbirina van polîtîkayên dijmin hemle pêş xistine. Di vê nuqteyê de, zindan divê ji her demê bêtir xwedî li rol û mîsyonên xwe derkeve. Divê hevrêyên me bi ruh û hişmendiyek saxlem beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Dijmin li her derê Kurdistanê ye; Êrîşên xwe yên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dike. Ya ku wê pêşiya vê yekê bigire berxwedana me ye. Prensîbên berxwedanê yên ku em ê berfireh bikin diyar in. Avakirina jiyana civakî ya demokratîk, azad bi parastina Rêber Apo, şehîdan û hemû nirxên Kurdistanî pêkan e. Girîng e hemû malbatên girtiyan di serî de gelê me bi awayekî aktîf beşdarî vê pêvajoyê bibin. Banga me ji gelê me re ev e; Em hemû pêşengên vê pêvajoyê ne, hêza me yekîtî ye. Rawestandina êrîşên li Kurdistanê wê bi têkoşînê pêk were.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar