Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi salan in aqûbeta xizmên xwe yên winda dipirsin

Navenda Nûçeyan |

Çalakiya Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan a ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin, di vê hefteyê de jî berdewam kir.

Xizmên windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin’ çalakiya xwe di hefteya 594’an de berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê 25 sal berê leşkeran ew binçav kirin û winda kirin pirsî. Di çalakiyê de xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Selahat Bayram vîdeoyek parve kir û aqûbeta birayê xwe pirsî.

Xwişk Selahat Bayram anî ziman ku birayê wê nîşanî bû û çû mala Apê xwe û wiha got: “Cerdevan û leşkeran bi ser malê de girtin û birayê min binçav kirin û birin Qereqola Navçeya Pasûrê. Destê wî li pişt wî girêdan û birin. Piştre înkar kirin ku birayê min binçav nekirine û nebirine qereqolê. Em vê zilmê qebûl nakin. Heta dawî em ê aqûbeta birayê min bipirsin. Em nepirsin jî êdî dê neviyê birayê min dê lêgerîn û lêpirsînê bidomînin.”

Piştre Komîsyona Windayan a ÎHD’ê çîroka windakirina Mehmet Şîrîn Bayram parve kir.

Dayikên Şemiyê: 6 kes 27 sal berê li qereqolê winda bûn

Dayikên Şemiyê jî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 796’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) li ser medya civakî çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Îbrahîm Akil, Hamdo û Hîkmet Şîmşek ên di 14’ê Hezîrana 1993’yan de li Gundê Bêspîn û Derecîkê leşkeran ew binçav kirin û li qereqolê winda kirin pirsî.

Hevjîna Şemdîn Culaz Mevlude Culaz ev tişt anî ziman: “Meha rojê bû, em ji bo paşîvê hişyar bûn. Leşkeran bi ser gund de girtin û Abdurrahman û Şemdîn birin. Ji wê rojê heta niha em tu agahiyê ji wan nagirin. Em dixwazin winda bên dîtin. Piştî winda bûn 4 sal şûnde em çûn cem parêzer Tahîr Elçî. Elçî bû parêzerê me. Lêgerîna me ji wê demê heta niha didome. Lê me tu encam bi dest nexistiye. Parêzerê me serî li Dadgeha Şirnex, Amed û Enqereyê da. Herî dawî ew jî kuştin.”

Kurê Mehmet Salîh Demîrhan, Yusuf Demîrhan jî aqûbeta windayan pirsî û wiha got: “Serê sibê leşkeran bêhn li derî xistin û ketin hundir. Em derxistin derve û bavê min birin. Piştre xanî şewitandin. Sax an jî mirî em dixwazin fêr bibin. Ger ku mirî be jî em dixwazin cenazeyê wî bistînin.”

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî têkildarî pêvajoyê agahî da. Piştî Aktar vê hefteyê xwişka rojnameger Ferhat Tepe ê hat qetilkirin Ayşe Tepe daxuyanî xwend. Tepe di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Em di dojeha bê hiqûqî û bê Destûra Bingehîn de dijîn. Di 14’ê Hezîrana 1993’yan de leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Sînor a 23’yemîn ku Tuggeneral Mete Sayar fermandariya wê dikir, bi ser gundê Bêspînê de girt û 6 kes binçav kirin. Piştî Şemdîn Culaz, Mehmet Salîh Demîrhan, Halît Ozdemîr, Îbrahîm Akil, Hamdo û Hîkmet Şîmşek binçav kirin carek din agahî ji wan nehat girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar