Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi saya fikrê Rêber Apo me azadî nas kir’

Endam û hevserokên meclisên gel ên Şengalê bal kişandin ser fikrên Rêber Apo ku mirov bi azad dijî û got: "Êdî dem hatiye em tevahî gelê bindest û bi taybetî civaka êzidî ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo têbikoşin û Rêber Apo azad bikin."   

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, du sal zêdetirin dewleta dagirker nahêle parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê pêkbînin. Li her derê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Endam û rêveberên meclisên gel yên Şengalê derbarê mijarê de ji Rojnewsê re axivîn.

Endamê Meclisa Zorava ya Şengalê Nemir Pûko: Bi xwedî derketina Rêber Apo ya ji Şengalê re, me rêya fikrê azadiyê naskir, niha  gelê Şengalê dizane ku fikrê Rêber Apo rêya  gihaştina azadiyê ye. Ji bo   Rêber Apo û gelên cihanê jihev qutbikin û rê liber demokratîkbûna cihanê bigirin, destê gelek welatan divê tecrîdê de heye. Çiqasî bi destê dewleta tirk jî ev bê kirin, lê gelek welat roj bi roj tecrîdê giran dikin da ku karibin desthilatdariya xwe dewam bikin. Pêwîste gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê li Rêber Apo xwedî derkeve û em Rêber Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

Hevserokê Meclisa Zorava Mirad Şengalî: Em wek civaka êzidî niha li Şengalê de xwedî hêz û îrade ne,  beriya 8 salan em di komkujiyan re derbas bûn û tu kesek li me xwedî derneket. Lê me xwe bi xwe hêza xwe da avakirin, saziyên jin û ciwanan, navendên ku xizmeta gelê me dikin me dan avakirin, ev bi saya fikrê Rêber Apo li gel me pêşket. Fikrê Rêber Apo ewe dema xwe rêxistin bikî, li Rêber Apo xwedî derdikevî. Her kesekî liser fikrê Rêber Apo xwe rêxistin bike û karê xwe bide meşandin, ewê rêbertî jî wisa azad bibe.”

Endamê Meclisa Guhbel Siwarî Xidir: Fikrê Rêber Apo û sîstema neteweya demokratîk ji mere bingehe ku em pê xwe ji fermanan xilas bikin. Niha li Şengalê bi xwe rêxstinkirinê, me rê liber gelek tişta girtiye û em xwe naspêrin kesekî din. Rêber Apo ev rê nîşanî me da ku em çawa xwe azad bikin û ji bindesetiyê derxin. Di nava me de yek ji gavên herî esasî hatiye avêtin, azadiya jinan e, Rêber Apo em wisa fêrkirin, heya jin azad nebe, ewê zilam jî herdem kole be. Em dibînin bi saya Rêbertî em bi azad jiyan dikin. Jiber wê jî dem hatiye em hemû gelên bindest ji bo azadiya Rêbertî û şikandina tecrîdê destê  xwe bidin destê hev û Rêber Apo bi fizikî azad bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar