Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bi saya Rêber Apo olên cuda di nava aştiyê de dijîn

Mela Elî Resûl diyar kir ku li herêma me yekitiya olan bi saya Serok Abdullah Ocalan çê bûye û eiha got: “Fikra Serokatî em anîn ba hev.” Keşeyê Dêra Yekitiya Mesîh a Încîlê ya li Qamişloyê George Mosa Moshî ev tişt anî ziman: “Aştî û hezkirina cîhanê çawa ku di ola me de heye, di pirtûkên Abdullah Ocalan de jî heye. Abdullah Ocalan banga biratî û aştiya gelan dike.”

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tevî gelên cuda olên cuda jî bi awayekî wekhevî û azad bi hev re dijîn. Ji melayên li Qamişlo Elî Resûl ev 20 sal e mela ye. Resûl anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan bindestiya li ser gelan qebûl nekiriye, bêyî ku ferqê bixe nava bawerî û pêkhateyan.

Elî Resûl diyar kir ku fikra Rêber Abdullah Ocalan bandor li oldaran kiriye û got: “Serokatî banga jiyana hevbeş, biratiya gelan û olan dike. Ji bo wê gelek rêbaz ji gelan re danîn. Yek ji wan rêbazên wî nêrînên olî ne. Serokatî hemû ol û baweriyan xwendin û ji her olê re xalên rengîn ji dane hev. Ew wekî mûmeke ye ku derdora xwe ronî dike, gotina wî dikeve dilê guhdaran.”

Elî Resûl destnîşan kir ku beriya fikrên Rêber Abdullah Ocalan, oldar berjewendîperest bûn û tu oleke din qebûl nedikir ku heta di ola îslamê de 4 mezheban hev qebûl nedikir û wiha got: “Li herêma me yekitiya olan bi saya Serok Abdullah Ocalan çê bûye” bi van gotinan Elî Resûl bal kişand ser yekitiya olan û wiha got: “Ola her kesî jê re ye, tişta ji me re girîng jiyana hevbeş e. Ev welatê me ye, divê her kes bi erka xwe rabe ku em welatê xwe ji dijminan biparêzin. Em nehêlin kesên qirêjî bi navê olê derbasî welatê me bibe, gelê me bixapîne û ji bo berjewendiyên xwe olê bi kar bîne. Ger ev felsefe nebûya dê rewşa me kembax ba. Dê di navbera olan heta di nava civakê de yekitiyek tune bûya. Fikra Serokatî em anîn ba hev.”

Keşeyê Dêra Yekitiya Mesîh a Încîlê ya li Qamişloyê George Mosa Moshî ku 10 sal e keşe ye, anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan banga aştî û biratiyê dike.

Dapîr û bapîrên George Mosa Moshî ji Komkujiya Seyfo ku Osmaniyan dijî gelên ermen û suryan de pêk anî, filîtin û ji gundê Batê yê girêdayî navçeya Midyadê yê bakurê Kurdistanê koçberî bajarê Qamişloyê bûn. Mosa Moshî diyar kir ku Komkujiya Seyfo bi serkêjiya Erdogan li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş didomin û wiha axivî: “Herêmên me Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din dagir kirin. Niha jî li herêmên me dixwazin tevliheviyan di nava gelan de derxin, teqînan pêk tînin û erebeyan dikin hedef. Li dijî van êrişên dewleta tirk divê hemû ol û bawerî bi hev re ji bo Sûriyeyeke demokratîk tê bikoşin.”

Mosa Moshî bal kişand ser hevgirtin û pirengiya li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku xwe dispêre fikrên Rêber Abdullah Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aştî û hezkirina cîhanê çawa ku di ola me de heye, di pirtûkên Abdullah Ocalan de jî heye. Abdullah Ocalan banga biratî û aştiya gelan dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar