Partiya Çepên Kesk piştî ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê namzetên wan diyar bûn xebatên xwe bênavber didomîne. Yek ji herêmên ku xebat lê zêde tên meşandin jî bajarên Botanê ne. Armanca Partiya Çepên Kesk a li Şirnexê jî ew e ku bike 4 û 0. Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal, rojnamevan Ayşegul Dogan, Zekî Îrmez û Bedîrhan Osal namzetên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê ne. Newroz Ûysal a di nav namzetan de cih digire di heman demê de parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike.
Ji têkoşîna Yadê Gulê bandor bû
Ûysal, di sala 1992’yan de li gundê Gilûdur ê girêdayî Şirnexê hate dine. Piştî salên 1980 û 1990’an ji ber polîtîkayên ewlehiyê bihezaran gund hatin valakirin. Yek ji gundê hate valakirin jî Gilûdur bû. Ûysal hêj di temenê biçûk de bi malbata xwe re ewilî koçî Şirnexê kir pişt re jî li Cizîrê bi cih bû. Ûysal a li malbateke welatparêz mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê îşkence, girtin û neheqiyan. Ûysal ji nasnameya welatparêz û têkoşîna dayika xwe ku li bajêr weke Yadê Gulê (Gulê Ûysal) tê zanîn bi bandor bû.
Daxwaza herî mezin a Yadê Gulê dîtina Rêber Ocalan bû
Dema biçûk bû bi dayika xwe re di mitîng, Newroz, bîranîn û çalakiyên li bajêr hatin kirin de helbestên nivîsandibûn xwendin. Herkesê êdî ew weke (Newroza Yadê Gulê) nas kir. Daxwaza herî mezin a Yadê Gulê jî dîtina Abdullah Ocalan bû. Dema Abdullah Ocalan bi komploya navnetewî di sala 1999’an de anîn Tirkiyeyê ji keça xwe ya 7 salî xwest hiqûqê bixwîne û bibe parêzerê Abdullah Ocalan. Ev daxwaza wê bû wesyeta wê. Ûysal a li ser vê daxwaza dayika xwe sekini hem di xebatên ciwanan de cih girt hem jî li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zîn di xebatên şano, koro û folklorê de cih girt.
‘Ez Ocalan azad nebînim wê mirada min di ber de bimîne’
Ûysal a ji bo daxwaza dayika xwe bi cih bîne beşa Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê qezenç kir di sala 2014’an de mezûn bû. Ûysal a ji bo parêzeriya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike kete nava hewldaneke zêde serî li Buroya Hiqûqê ya Asrinê dide û pişt re jî dibe endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD). Ûysal, tecrubeya xwe ya parêzeriyê ya ewil di salên 2015’an û 2016’an de bi parêzeriya kesên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve di qedexeya derketina derve ya li Şirnex û navçeyên wê hatin îlan kirin de hatin qetilkirin kir.
Ûysal, diyar kir ku hesreta dayika wê ya herî mezin “Kurdistaneke azad û azadiya Ocalan” bû û bi lêv kir ku ji bo daxwaza bi hezaran kurdan û dayika xwe bi cih bîne wê têkoşîna xwe li Meclisê bidomîne.
Ûysal, da zanîn ku pareke mezin a dayika wê heye ku îro di nav têkoşînê de cih digire. Ûysal, anî ziman ku dayika wê li herêmê weke kedkara partiyê bi navê Yadê Gulê tê nasîn û wiha got: “Ji zarokatiya min heta dayika min jiyana xwe ji dest da ez bi çîrok, serpêhatî, êş, zemar û klamên wê yên dengbêjiyê mezin bûm. Min di mitîng, çalakî, bîranînan de bi taybetî helbest dixwendin. Ji ber vê yekê herkesê ji min re digotin ‘Newroza Yadê Gulê’. Bavê min, bapîrê min û xalê min di oxira vê têkoşînê de di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan. Daxwaza dayika min a herî mezin azadiya Birêz Ocalan bû. Digot ‘Ez Ocalan azad nebînim wê mirada min di ber de bimîne’. Ji ber wê yekê dixwest ez bibim parêzer.”
‘Ji damezrandina Tirkiyeyê heta niha li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê tê kirin’
Ûysal, anî ziman ku ji damezrandina Tirkiyeyê heta niha li dijî kurdan hiqûqa dijminatiyê tê kirin û wiha berdewam kir: “Gelek pirsgirêkên ku vê feraseta hiqûqê bi cih anîne hene. Dewlet hiqûqê weke şantajê û ji bo armancên xwe weke amûrekê bikartîne. Mînaka vê ya herî mezin jî Girava Îmraliyê ye. Ji bo tecrîda li Îmraliyê didome û hiqûqê tê sepandin bê rakirin gelek têkoşiyan. Îro her du tifaq jî hewl didin li ser tecrîda birêz Ocalan ji xwe re qadekê vekin. Em jî li dijî vê helwestê li dijî hemû manîpulasyon û spekulasyonên birêz Ocalan di nav de ye têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Bingeha pirsgirêkên heyî polîtîkaya şerê taybet e’
Ûysal, li aliyê din bal kişand ser gelek pirsgirêkên bajêr ê ku weke namzet lê hatiye nîşandan û diyar kir ku wê van pirsgirêka bibe Meclisê û têkoşîna xwe ya hiqûqî jî bidomîne.
Ûysal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hem Şirnexî me hem jî parêzer im min firsend dît ku li gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, ekolojîk ên bajêr binerim. Ji bo pirsgirêkên aydê Şirnexê çareser bikin û gel jî gelekî polîtîk e em ê têkoşîna statu û bingeha wê maf e bidin. Ji ber ku li vir texrîbata ekolojîk, xizanî û bêkarî hemû ji ber pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê pêk tên û encama polîtîkaya şer a ku hikûmeta heyî li ser Kurdistanê dimeşîne ye. Di bernameya me de derxistina polîtîkayên desthilata heyî yên polîtîkayên şerê taybet yên li ser Şirnexê heye. Îro li dijî jin û ciwanan polîtîkayên hişbir û fihûşê zêde bûne, tundiya li dijî jinan zêde bûye. Birîna daran a li Çiyayê Cûdî pirsgirêka nexweşxaneyên li herêmê berdewam dike. Em ê van pirsgirêkan bi saziyên têkildar re parve bikin û çareseriyekê bibînin.”
‘Divê em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin’
Ûysal, destnîşan kir ku bi salane li welat pirsgirêka ewlehiya hilbijartinê heye û pê de çû: “Di mijara ewlehiya hilbijartinê de xebatên ku partiya me kirine hene. Ji ber Partiya Çepên Kesk cara ewil e dikeve hilbijartinê, ji ber qanûnan nikare li ser sindoqan peywîrdaran bi cih bike. Ji ber vê yekê wê muşahît, rayedarên me yên partiyê û parêzer di vê pêvajoyê de rol bigirin. Komîsyona me ya hilbijartinê û ya teknîkê xebatên xwe bi hev re dimeşînin. Pergaleke ji aliyê partiya me hatiye avakirin heye li gorî vê wê perwerdehî bê dayîn. Piştî cejnê em ê muşahîtan perwerde bikin. Pişt re wê gund bi gund navçe bi navçe perwerde bên dayîn. Ji bo hilbijartin di hawirdoreke ewle de bê kirin divê hemû rêxistinên sivîl ên civakî piştgiriyê bidin. Dîsa divê li dijî bêhiqûqiyên li ser sindoqan derkevin holê gelê me li deng û sindoqên xwe xwedî derkeve.”
‘Di hiqûqa Tirkiyeyê de feraseteke cihêkar heye’
Ûysal, anî ziman ku ji bo mekanizmaya hiqûqê ya heyî bê guhertin û pêşî li darizandina adil bê vekirin wê têbikoşin û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê ku nasname û statuya kurdan tune dihesibîne heye. Me hewl da bi vê re têbikoşin. Di hiqûqa Tirkiyeyê de feraseteke cihêkar heye. Nîqaşên makeqanûnî yek ji krîza herî mezin a li Tirkiyeyê ye. Xalên di pergala yekperest bi israr û bi awayekî faşizan li me tên ferzkirin. Gelek guhertinên qanûnî yên ji rêgeza şewitandina înfazan bigire heta gelek pêkanînên înfazê yên hatin guhertin li benda me ne. Ji bo temamê van were guhertin divê siyaseteke wekhev û azad derkeve holê.”
‘Ez bawer im em ê bikin 4 û 0’
Ûysal, bi lêv kir di vê hilbijartinê de wê gelê Şirnexê bi 4 û 0’ê bersiva desthilatê bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me li Şirnexê îdiaya gel bi awayekî zelal dît û êdî li holê ye ku desthilat wê şens nede vê desthilatê. Niha armanca me ya bingehîn ew e ku wekîlê ku ji ber hejmara leşkeran li Şirnexê zêde bû û gelê me yê ji ber qedexeyan bajar terikandin û êdî venegeriyan winda kir paşve bigirin. Gel gelek bi hêrs e. Bêguman divê ev rewş me ber bi dilrehetiyê ve nebe. Ewlehiya hilbijartinê ya niha ji bo me gelekî girîng e. Tevî her tiştî jî ez bawer im em ê bikin 4 û 0.”