Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi sed hezaran jin gotin ‘Êdî bes e’

Li Swîsreyê piştî 28 salan cara duyemîn greva jinan a neteweyî hate lidarxistin û sed hezaran jin beşdarî grevê bûn û ji cudahî û newekheviyê re gotin êdî bes e

Jinên swîsreyî cara yekemîn bi daxwaza wekheviya mafan 14’ê Hezîrana 1991’an greva neteweyî li dar xistibûn. Piştî 28 salan jinên swîsreyî dîsa bi daxwaza wekhevî, azadî û edaletê di 14’ê hezîranê de ketin greva giştî. Di çarçoveya greva jinan a neteweyî de bi pêşengiya sendîka û rêxistinên jinan, bi sed hezaran jinan dev ji kar berdan û daketin qadan.

Ji derveyî partiya rastgir a navend UDC hemû partî û rêxistinên civaka sivîl piştgirî dan greva jinan. Greva jinan di çapemeniya Swîsre û cîhanê de bû rojev.

Jinan bi dirûşma ‘Hê bêhtir rêzdarî, hê bêhtir dem, hê bêhtir mûçe’ dev ji kar berdan û di saetên serê sibê de beşdarî çalakiyan bûn.

Piraniya jinan saet 15:24’an dev ji kar berdan û beşdarî grevê bûn. Ferqa di navbera jin û zilam de hate nihertin û hate tomarkirin ku ji vê saetê ve jin bê mûçe kar dikin.

‘Jin raweste dê cîhan raweste’

Di çarçoveya grevê de tevahiya rojê çalakî hatin kirin û şev jî li hemû bajarên Swîsreyê bi sed hezaran jin meşiyan. Parlamenterên jin ên di asaya netewî û kantonal de erkdar in jî beşdarî grevê bûn û di meşê de bi sed hezaran jin bi yek dengî dirûşmên ‘Karê wekhev, mûçeyê wekhev’, ‘Jin raweste wê cîhan raweste’, ‘Grev, grev, grev femînîst’, ‘Dewleta polîs berhemê bavkanî (pederşahî) ye’,
‘Ne bavkani ne jî sînor’, ‘Çare berxwedan e’ û ‘Bila jinên cîhanî bibin yekbûyî’ berz kirin.

Rayader hatin hişyarkirin

Jinan bi pankart û dovîzan bal kişandin ser daxwazên xwe û bi gotina ‘Ji newekhevî, polîtîkayên zayendî û tundiya li ser jinê re êdî bes e’ û li dijî pêkanînên cûdakariyê banga ketina tevgerê li rayedaran kirin.

Di meşê de li dijî polîtîkayên bavkanî, neolîberal û kapîtalîst hêrsek mezin a jinan hebû û di heman demê de bênavber dirûşma ‘Ne jinê, sîstem û civakê biguherînin’ berz kirin.

Berxwedan azad dike

Rêxistinên jinên koçber jî piştgirî da meşê û jinên kurd jî bi rengê xwe beşdarî meşê bûn. Di mîtîngên ku piştî meşan hatî lidarxistin de jinên kurd axivîn û balkişandin li ser têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û peyama ‘Berxwedana jinê azad dike’ dan.

Di çarçoveya Greva Jinan a Neteweyî ku bû rojeva welat û Ewropayê li hemû bajaran meş hate lidarxistin, meşên herî qerebalix li paytec Bern, bajarên Cenevre, Lozan, Basel û Zurîh bûn.

Li gorî daneyên polîsên Swîsreyê weşandine li hinek bajaran rêjeya tevlibûna meşan wiha ye; Zurîh 70 hezar, Bern 40-50 hezar, Basel 40 hezar, kantona Tessîn 40 hezar, Cenevre 15 hezar, Delemont 5 hezar û Frîboûrg 5 hezar.

Di rojên pêş de dê sendîka û rêxistinên jinan rêjeya beşdarbûna grevê aşkera bikin û tê texmînkirin ku li tevahiya welat zêdetirî milyonek jin beşdarî grevê bûne. BERN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar