PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Bi sed hezaran kes dê biherikin Newroza Stenbolê

Li navçeya Bakirkoy ya Stenbolê sibê dê bi beşdariya sed hezaran Newroz were pîrozkirin. Komîteya amadekar bang li hemû kesî kir ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin

HDP’a Bajêr a Stenbolê dê sibê li Bazara Gel a Bakirkoyê ya Stenbolê Newrozê pîroz bike. Tê payîn ku nêzî milyonek kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Bi broşûr, pankart, bi bangên medyaya sosyal banga tevlêbûna li Newrozê tê kirin.

Endamê Koordînasyona Amadekar a Newrozê Atîlla Ozdag têkildarî amadekariyên Newrozê agahî da û wiha got: ”Wateyeke dîrokî ya Newrozê heye, lê ji bilî vê xwedî dîrokeke berxwedanê ye. Nexasim ew roj e ku ên çewisandî li dijî zaliman rêxistiniya xwe dikin, têkoşîna xwe geş dikin. Ji hêla siyasî ve jî, rojeke wiha ye ku kurdan berxwedan lê zêde kiriye, gelên Rojhilata Navîn li ser zemîneke hevpar bi kar tîne. Newroz bû platforma têkoşînê. Newroz êdî ji Rojhilata Navîn derbas kir. Dîroka xwe ji berxwedana dijî Dehaqê zalim digire lê Dehaqên serdema me jî hene. Ji bo vê cihekî wê yê taybet heye.”

Greva birçîbûnê watedartir dike

Ozdag got ev nêzî 10 rojan e ku xebatan dikin û wiha axivî: “Newroza Stenbolê jî bi kêmanî bi qasî ya Amedê girîng e. Stenbol yek ji wan bajaran e ku kurd pir lê dijîn. Heke bi wateya ku me lê bar kirî em lê binerin, li ber me du hilbijartin hene û li dijî tecrîê bi pêşengiya Leyla Guven berxwedana greva birçîbûnê didome. Em dixwazin Newrozê bi vê têkoşînê re bikin yek, bikin pîrozbahiyeke ku têkoşîn bigihije asta herî bilind.”

Ozdag diyar kir ku wan hemû haziriyên xwe qedandine, dixwazin Newrozê bi tevlêbûna milyonek kes pîroz bikin û wiha got: “Em dibêjin 24’ê adarê li qada Bazarê ya Gel a Bakirkoyê ev ê were dîtin. Em belavokên xwe belav dikin. Wesayitên me yên anonsê bangan dikin. Ez bawer im îsal wê bêhempa be.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar