Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Bi sed hezaran Ocalan silav kirin

Li Amedê sed hezaran kes agirê Newrozê pêxistin û Ocalan silav kirin. Parlamenterê HDP’ê ya Amed Semra Guzel diyar kir ku kesên kurdan tune dihesibînin bila li vê qadê binêrin, kurd li qada berxwedanê ne

Li Amedê, bi sed hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê ku bi şîara “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin” tê kirin, heriqîn Parka Newrozê. Ji ber ku qeyûman hejmarên otobusên ber bi qada Newrozê zêde nekirin gelê Amedê bi derfetên xwe çûn qadê.

Bi sed hezarên ku bi kincên xwe yên herêmî di saetên serê sibehê de ketine rê, di nuqteyên kontrolê bi qodên HES’ê ketin qada Newrozê. Rojnamegerên ku li têketina protokolê ya li ser Kolana Evrîm Alataş bi saetan hatin sekinandin, piştî 4 kotrolan destûr hat dayîn ku bikevin qadê.

Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di hedefa zextan de ne, li Xaçerêya Hala Nû hatin gel hev û bi awayekî girseyî ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin.

Kesên ku ketin qada Newrozê pankartên “Silav li roja me, berxwedan wê bidome” û “Li dijî înkar, şer û sirgûnê ruhê berxwedanê yê Kawa” vekirin. Bi hezaran kesî jî alên HDP’ê ku di bin gefa girtinê de ye girtin destê xwe.

Li qada Newrozê di heman demê posterên Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Girse tim dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana zindanan’ berz dikin.

Bernameya Newrozê bi rêzgirtina ku bi sîrûda Çerxa Şoreşê û dirûşmên “Bijî Serok Apo” dest pê kir.

‘Em bi rengê xwe li qadan e’

Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Îrfan Sonmez, di axaftina vekirinê de Cejna Newrozê li gelê kurd pîroz kir û ev tişt gotin: “Dehaq li ber berxwedana Kawa têk çû û agirê Newrozê pêxist. 2 hezar û 633 sal in gel Newrozê pîroz dikin. Newroz pîroz be. Newroz berxwedan, serhildan, wekhevî, edalet û demokrasî ye. Em Newrozê bi evîna Mem û Zînê pîroz dikin. Em bi reng û zimanê xwe li qadê ne.”

Kurd li qada berxwedanê ne

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, sed hezarên li qada Newrozê silav kir û wiha got: “Amed îro bûye Kawayê Hesinkar, berxwedana Kawayê Hemdem û rêhevalê Zekiye û Rahşanan. Newroz berxwedanê tîne berxwedan jî jiyanê tîne. Meha adarê ji bo kurdan meha berxwedanê ye. Qadên Newrozê qadên berxwadanê ne. Li gel her tiştî gelê me li qadê ye. Bi pêşengiya jin û ciwanan li gund û zozanan agirê Newrozê tê geşkirin. Kesên kurdan tune dihesibînin bila li van qadan binêrin. Kurd li vê qada berxwedanê ne. Kîjan desthilat dikarê vê rastiyê tune bike.”

Peymana Stenbolê xeta sor e

Di berdewama axaftina xwe de Guzel bal kişand ser vekişandina ji Peymana Stenbolê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Desthilat dixwaze têkoşîna jinên berxwedêr tune bike û destkeftiyên me ji destê me bigire. Em ji vir careke din dibêjin ku em hene, em ê hebin û em ê bixwe bin. Serokkomar bi vê careke din nîşan da ku neyarê jinan e. Wê ev biryar kujerên jinan wêrektir bike. Berpirsyarê komkujiyên jinan desthilat AKP’ê ye. Em ê destûr nedin ku peyman bê betalkirin. Em vê biryarê nas nakin. Em ê têbikoşin.”

Berxwedan didome

Di dawiya axaftina xwe de Guzel, bal kişand ser angaştên derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jî ev tişt anîn ziman: “Ji bo ku angaştên li holê bên derbaskirin divê tecrîd bê bidawîkirin. Nezîkbûna li hemberî Îmraliyê nezîkbûna li hemberî gelê kurd û pirsgirêka kurd e. Li dijî tecrîdê 115 roj in berxwedan didome. Berxwedana Mazlûm û Sarayan a li dijî Esat Oktay didome. Heta tecrîd hebe dê berxwedan jî hebe û aştî neyê vê axê. Berxwedan û daxwazên girtiyan berxwedan û daxwazên me ne.”

Vaye qad vaye gelê kurd

Piştî Guzel, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî Newroza gelê kurd pîroz kir û bal kişand ser kampanyaya ku ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin û banga xwedîderketinê li gelê kurd kir. Çîftyurek bi bîrxistina zext û pêkutiyên ku li dijî gelê kurd û siyaseta kurd tên meşandin diyar kir ku ferman a paşayan be qad jî ya gelê me ye û ev tişt gotin: “Vaye qad vaye gelê kurd. Siyaseta kurd sed sal in li kuçeyê siyaset dike. Bi hedefgirtina siyaseta meclisê siyaset naqede. Em fermanên we nas nakin. Ev tunekirina êrîşên Tifaqa Cûmhûr e. Êdî rewşeke biçe sinqoqê nemaye. Wê gelê kurd bilêta Tiafaqa Cûmhûr bibire. Ji ber vê dibînin êrîşê gelê kurd dikin. Êdî dema yekitiyê ye. Heke em bibin yek serkeftin nêz e. Tirkiye û Rûsya dibin yek partiyên kurdan nabin yek. Werin em bibin yek.”

Piştî axaftina Çîftyurek parlamenterên HDP’ê yên Amedê bi hev re gel silav kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govenda gel didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar