Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Bi sed milyonan kes li dijî tecrîdê ne

Tecrîd li gorî hemû zagon û hiqûqên dewletî û navdewletî sûcê mirovahiyê ye. Li gorî peymana mafên mirovan a gerdûnî, ceza çi dibe bila bibe, reng, bawerî û nasname çi dibe bila bibe, divê tu carî îşkence li mirovan neyê kirin û mirov neyên tecrîdkirin.

Dema îro em li rewşa girtîgehên Tirkiyeyê dinerin, em di wêneyê girtîgehan de dibînin ku Tirkiye zagon, hiqûq û pîvanên navdewletî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nas nake. Zagonên xwe binpê dike. Bi hezaran kurdên siyasetmedar girtî ne. Bi sedan girtiyên siyasî zêdeyî 30 sal in girti ne û nayên berdan. Rêberê Gelê  Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di yek hucreyê de tê girtin. Zêdeyî 30 meh in agahî jê nayê girtin. Tecrîdek giran li ser girtiyên Îmraliyê tê sepandin. Sedema vê yekê jî hêzên tekel û sermayeyê ji bo çek û sîlehên xwe bifroşin, naxwazin şer bi dawî bibe. Ji şer rantek mezin dixwin. Hêzên sermayedar zorê li hikûmetên dewletan dikin ku her tim fabrîqeyên wan ên çekan, di nava hilberînê de bin. Ji bo berhemên şer bifiroşin jî dixwazin her tim şer hebe. Ji ber ku li Tirkiye û cihanê bazirganiyek herî mezin li ser alav, amûr, muhîmat û cebilxaneyên şer hatiye avakirin. Bazirganiya mezin li ser balafir, tang, top, fuze û amûrên giran ên şer hatiye avakirin. Ev kesên şer dixwazin patron in. Qîmetê jiyanê û kedê nizanin. Ev patron birçîbûn, koçberî, xizanî û êşê nizanin. Ji ber vê yekê şer ji bo wan ne xem e. Şer ji bo wan pere ye.

Bazirganên şer her tim zorê li hikûmet û dewletê dikin ku şer betal nebe. Ji bo şer bidome jî dixwazin her tim tecrîd bidome. Ji ber vê yekê her tim zextan li hikûmet û dewletê dikin ku tecrîd bidome. Dema ku em li nifûz û hêjmara van kesên şer dixwazin dinerin pir hindik in. Hejmara wan bi hezaran an bi deh hezaran in.

Li aliyê din dema em li kesên aştiyê dixwazin û kesên li dijî tecrîdê ne dinerin, em dibînin ku nifûz ango hejmara wan bi milyonan an jî bi sedmilyonan in. Başe çawa çêdibe ku hejmara kesên şer dixwazin ew qas hindik e, lê dîsa li gorî daxwaza wan şer pêş dikeve. Çawa çêdibe ku li gel kesên aştî, azadî, aramiyê dixwaze bi milyonan an jî sed milyonan in, lê dîsa tecrîd û şer didome. Sedem û bersîva vê yekê pir hêsan e. Em dikarin sedem û bersîva vê yekê bi çend xalan rêz bikin.

Yek jê berî her tiştî divê em baş bizanibin ku sedema şer tecrîda li Îmraliyê ye. Sedema kuştin, xizanî, talankirin, wêrankirin, îşkence, tiryak û hemû tiştên qirêj jî, ji ber hebûna şer e. Cihê ku tecrîd lê hebe şer heye. Cihê ku şer lê hebe kuştin, talankirin, wêrankirin, xizanî betalî, birçîbûn û nexweşî hene. Cihê kuştin, talankirin, xizanî û birçîbûn lê hebe jî aramî û tenduristî jî pêş nakeve, şahî lê pêş nakeve.

Ya duyemîn, kesên ser li ser wan tê meşandin, divê berî her tiştî fam bikin ku sedema xizanî, betalî, koletiyê şerê hêzên navdewletî ye. Divê baş bizanibin ku ji ber bi awayekî rêxistinî, bi awayekî yekîtî û bi awayekî bi biryar û israr li dijî şer helwest û bertekên xwe nînin ziman, şer didome.

Ya din jî divê bawer bikin ku çend kes bin jî dema bi biryar û israr li dijî şerekî derkevin, dema bi biryar û israr jiyana azad biparêzin û ji bo wê têbikoşin dê teqez hêza wan mezin bibe û bi ser bikevin.

Eger em baş li ser armanca hêzên serdest û sermayedar ên şer bifikirin, eger em baş li ser bandor û tahrîbata ku şer ava dikin bifikirin û li dijî vê yekê em bi hevre dengê xwe bilind bikin, eger em bi milyonan hêza xwe bigînin hev û bi rêxistinî demdirêj têbikoşin, bi awayekî teqez û mutlak em ê karibin vê tecrîdê bişkînin û em ê karibin vî şerî rawestînin. Ji bo vê yekê sê tişt lazim in. Bawerî, biryar û têkoşîna li dijî şer û tecrîdê ya domdar lazim e. Ev hêz heye. Ev girse heye. Ev zanîn heye. Ev sedema ku em li dijî tecrîd û şer rawestin heye. Ev mafekî zagonî û mirovî ye. Divê her mirov vî mafê xwe biparêze û li mafê xwe xwedî derkeve.

Nûçeyên Têkildar