Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi sedhezaran kes li Fransayê daket qadan

Li Fransayê ji bo avhewayî û li dijî neheqiyên civakî zêdetirî 350 hezar kes daket qadan. Di dema çalakiya Êlek Zeran de şer deket û nêzî 200 kes hatin binçavkirin

Meşên ji bo avhewayê û yên li dijî neheqiya civakî û tundiya polîsan di roja şemiyê de deng vedan. Bi sedhezaran kes tev li çalakiyan bûn û çalakî bi sê sernavan pêk hatin.

Çalakiyên ji bo avhewayê bi sernavê ‘Meşa sedsalê’ pêk hatin. Li gelemperiya Fransayê jî 350 hezar kes tev li çalakiyên li dijî neheqiya civakî û yên ji bo avhewayê bûn. Çalakiyên li Parîsê jî bi beşdariya zêdetirî 100 hezar kesan pêk hatin.

Di çalakiyên Êlek Zeran û komên otonom ên li kolana Champs-Elyseesê, di navbera polîsan û Êlek Zeran de şerekî giran qewimî. Li gorî daneyên fermî, di çalakiyên Êlek Zeran ên li gelemperiya Fransayê de 32 hezar û 300 kes tev li bû. Lê tê gotin ku hejmara kesên tev li çalakiyê bûn zêdetir e. Êlek Zer cara 18’an de di roja şemiyê de derdikevin qadan.

Di dema çalakiyên protestoyî de ku hin cih hatin şewitandin, li gorî Wezareta Karên Hundir li Parîsê 200 kes hatin binçavkirin. Tê gotin ku ji kesên hatin binçavkirin 15 jê zarok in. Her wiha hat destnîşankirin ku bi giştî 42 çalakger, 17 polîs û arkujek li Parîsê di dema çalakiyan de birîndar bûne. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar