Li gorî agahiyên, ajansa ANHA’yê artêşa tirk û komên çete şeva din saet di 12:40`an de derdora navçeya Til Rifetê bi çekên giran topbaran kirin.
Ji aliyekî din ve her ku diçe encamên erdhejê jî girantir dibin. Li gorî gerînendeyê saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdurahman heta niha 1508 kesan di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest daye. Ramî Abdurahman der barê mijarê de wiha dibêje: “Ji ber ku ekîbên tenduristiyê gelekî kêm in kesên di bin xirbeyan de dimînin jiyana xwe ji dest didin. Li gorî agahiyên nexweşxaneyeke Efrînê derdora 300 cenazeyan li wê nexweşxaneyê hene. Her wiha li Ertaribê 120 bi giştî zêdeyî 58 bajar û navçeyan ji erdhejê bandor bûye. Her wiha li gorî heman çavkaniyan encamên herî xirab li bajarê Helebê bûye.
Hewcedarî bi alîkariyê heye
Ramî Abdurahman der barê kêmbûna ekîbên tenduristiyê û derfetan gazincan ji Tirkiye û Îranê dike û wiha dibêje: “Tirkiye, Rûsya û Îranê ji bo hêzên xwe yên leşkerî dikarin bi konvoyan alîkariyan bibin lê tu hêzekê ji van alîkarî nedaye mexdûrên erdhejê”.
Abdurahman gazinc ji rejîma Sûriye û Amerîkayê jî kir û wiha got: “ Diviyabû ku rejîma Şamê di destpêka erdhejê de banga alîkariyan li civaka navneteweyî kiribûya. Her wiha diviyabû ku Amerîkayê jî guh nedaya ambargoya li ser Sûriyeyê û ji bo alîkariya sivîlên di bin xirbeyan de mane alîkarî kiribûya.