Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bi ser qetilkirina rojnameger Akdemîr re 27 sal derbas bûn

Rojnameger Hafiz Akdemîr 27 sal berê di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de ji hêla kujer Cîhan Yildiz ve hate qetilkirin. 27 sal bi ser qetilkirina Akdemîr re derbas bûn û sibê dê li Amedê bi merasîmekî bê bibîranîn. Dadgeha dewleta tirk kujerê Akdemîr û 11 kesên din berda û niha li derve bi serbest digere

Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr 28 sal berê di 8’ê hezîrana sala 1992’yan de dema ji malê diçû buroya rojnameyê ya li Melîk Ahmet a Amedê, ji piştve bi guleyekê hate qetilkirin. Kujer ji cihê bûyerê reviya û 8 salan xwe winda kir. Piştre jî kesê bi navê Cîhan Yildiz ku weke kujerê Hafiz Akdemîr û 11 kesên din tê zanîn, li Awûsturyayê hate girtin. Dadgeha tirk li kujer Yildiz cezayê muebetê birî. Lê kujer Yildiz weke endamên din ên Hîzbûlkontrayê bi biryara AYM’ê hate berdan.

Piştî ku serokê hîzbûlkontrayê Huseyîn Velîoglu di 17’ê çileya sala 2000’an de li avahiyekî vîla de li Stenbolê hate kuştin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Danişîna ‘Doza sereke ya hîzbûllahê’ ku 31 bersûcên wê hene, li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Kesên navên wan di dosyayê de bi kuştina 188 kesan dihatin darizandin. Yek ji van cînayetan jî ya Hafiz Akdemîr bû.

Şahidê bûyerê kujer deşîfre kir

Yek ji şahidên bûyera qetilkirina Akdemîr jî Fûat Balca ye. Balca di îfadeya xwe de got ku kesê  bi navê Mahmût Kaya fermana çekê daye û ev tişt anî ziman: “Cîhan Yildiz ku kodê wî ‘Huseyîn’ e tetîkêşe.” Di darizandinê de tevî Balca, 15 kesên din di 20’ê kanûna 2009’an de hatin girtin. Lê 9’emîn Daîreya Dadgeha Cezayên Bilind xala 102’an a CMK’ê li ber çavan girt û 12 bersûcên ku 12 salên wan girtî derbas bûbûn, di 3’yê çileya sala 2011’an de bi şert berdan.

Kujerê 11 kesan hate berdan

Kujerê 11 kesan Yildiz jî li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate darizandin. Kujer di 30’ê gulana sala 2013’an de rastî cezayê heta hetayê hat. Li ser îtîraza parêzer jî kujer jinûve hate darizandin. Heyeta dadgehê jî meha borî daxwazname dîsa lêkolîn kir û kujerê 11 kesan bi şertê ‘qedexeya derketina derveyî welat’ berda. Tê texmînkirin ku kujer Yildiz weke gelek endamên din ên hîzbûlkontrayê derbasî kampên wan ên derveyî welat bûye.

Akdemîr sibê tê bibîranîn

Têkildarî mijarê berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan axivî û bertek nîşanî biryara dadgehê da. Boltan got ku hempîşeyê wan bi zanebûn û bi awayekî plankirî hedef hatiye girtin û qetilkirin.  Boltan diyar kir ku kujer niha bi serbestî digere û wiha bi dawî kir: “Em ê sibê saet di 10.00’an di 27’emîn salvegera kuştina Hafiz Akdemîr de wî li cihê lê hatiye qetilkirin, bi bîr bînin. Em bang li her kesî dikin ku tev li bîranînê bibin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar