Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi ser Qirkirina Ermeniya re 106 sal derbas bû

Bi ser Qirkirina Ermeniyan re 106 sal derbas bûn. Jina ermenî Anî Kalk, têkildarî Qirkirina Ermeniyan axivî û wiha got: “Jinan êşên herî giran dîtin. Ligel ku me pir kêm tişt dizanîn jî, me heya hestiyên xwe êşên dayikên xwe hîs dikirin.”

Bi ser tehcîra Împaratoriya Osmanî ya li dijî ermeniyan 106 sal derbas bûn. Di serdema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, rewşenbîrên ermenî yên li Stenbolê kom bûn, di 24’ê Nîsana 1915’an de, bi fermana Wezîrê Karên Hûndir Talat Paşa, hatin girtin, kuştin û sirgûnkirin. Ango bi sedhezaran ermenî ji cih û warên xwe hatin kirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Li gorî hin çavkaniyan, milyonek û 800 kesên hatin sirgûnkirin û qirkirin. Ermenî, tiştên bi serê wan hatin, weke Medz Yaghern (cînayeta mezin), an jî Aghet (afat) bi nav dikin. Li gelek welatên cuda jî, ev rewş weke “komkujiyê” tê pênasekirin. Hin welat jî, ji ber têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re, vê rewşê wek gef bi kar tînin. Lê heya roja îro Tirkiyeyê ev rewş weke “Komkujiyê” qebûl nekiriye. Ligel vê yekê jî ermenî, daxwaza xwe ya rû bi rû hatina vê heqîqetê dewam dikin.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şîşliyê Anî Kalk ku ew jî bi xwe ermenî ye, komkujiya ku 106 sal sere derbas bûn, ji Ajansa Mezopotamayayê (MA) re nirxand. Kalk, bi bîr xist ku di şevekê de bi milyonan kes hatin sîrgûnkirin û wiha got: “Di dema sirgûnê de bi milyonan kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gelek bajarên Anatoliyayê bi taybetî li Kurdistanê ev komkujî pêk hat. Mezinên me her tim behsa vê serpêhatiya xwe ya bi êş ji me re dikirin. Ligel ku me pir kêm tişt dizanîn jî, me heya hestiyên xwe êşên dayikên xwe hîs dikirin. Serdest tenê di rojên salvegerê de vê komkujiyê bi bîr tînin, lê em her roj dijîn û tê bîra me. Komkujiya ermeniyan, îro li ser vê erdnîgariyê bi hemû polîtîkayên dijminantiyê tê pêşberî me.”

Kalk da zanîn ku ev travma ji bo civaka ermenî hî jî dewam dike û ev tişt anî ziman : “Tirsa ku hat jiyîn dewam dike. Tirkiye naxwaze komkujiyê nas bike û ji vê yekê direve. Lê bi înat em ê komkujiyê bi bîr bînin û têkoşîna xwe ya hesabpirsînê dewam bikin.”

Herî zêde jin bi bandor bûn

Di axaftina xwe de Kalk destnîşan kir ku komkujiyê herî zêde bandor li jinan kir û wiha domand: “Gelek jinan zarokên xwe şûn xwe de hiştin. Gelekan jî zarokên xwe veşartin û xeniqandin. Bi vî awayî neçar man ku koç bikin. Dîsa li ser benda jinan, nasname û destkeftiyên jinan êrîş hebûn. Ji dîrokê ve jin her tim rastî qirkirinê hatine. Di dîrokê de, jinên ermenî bi zilamên Misilman re didan zewicandin. Qirkirina herî mezin jî ev bi xwe ye. Zilamê bersûc îro jî, pişta xwe dide desthilatdariyê û bi vî awayî nêz dibe. Lê jin vê yekê qebûl nakin û têkoşîna xwe ya sedsalan a ji bo maf dewam dikin.”

Kalk, aşkera kir ku di dema komkujiyê de jinan gelek travma derbas kirin û wiha domand: “Wê demê zarok pir dihatin zewicandin. Bapîrê min jî, dayika min a wê demê 11 salî bû, ji bo ku tiştek bi serê wê neyê, dide bavê 3 zarokan ê 35 salî. Dûre ji ber zextên wê demê ji Êlihê neçar dimînin ku koçî Stenbolê bikin. Bavê min pir behsa vê bûyerê dikir. Ji ber ku bavê min ferdên malbata xwe di vê komkujiyê de winda dike. Pîrika min her tim digot, ‘Bila carek din neyê jiyîn.’ Ferdên malbata min pir tiştek fêm nedikirin, lê dema me dîrok xwend, wê demê me nû fêm dikir.”

‘Em berdin û biçin ku dere?’

Her wiha Kalk axaftina Hrant Dînk a ‘Ger em berdin û biçin, em ê herin ku derê… Hêlîna me vê derê ye’ bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Koka me di vê axê de ye. Li ser vê axê, divê têkoşîn bê dayîn. Roja ku cenazeyê Hrant hat rakirin, li vî welatî bi hezaran ermenî li hev kom bûn. Lê dûre tu kesî hev nedîtin. Dem ne dema wê ye ku em xwe bikin qalikê xwe. Em ê bi nasnameya xwe, têkoşîna xwe berdewam bikin. Yên ku ermenî qetilkirin, îro jî dixwazin kurdan tune bikin. Divê her kes bi berxwedan û têkoşîna bi cesaret a gelê kurd li ber xwe bidin. Ez weke jinek ermenî cihê xwe di HDP’ê de digirim. Ez bi vê serbilind im. Wê rojekê aştî were vî welatî û kesên ev tişt anîn serê me wê rojekê hesab bidin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar