Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Bi şewba koronayê re zextên li ser girtiyan jî zêde bûn

Bi zagona înfazê re girtiyên ji dozên dizî, tiryak, tecawiz, kuştina jinan û hwd. hatine girtin yek bi yek tên berdan. Li hêla din zexta li ser girtiyên siyasî jî zêde dibe. Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê û Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê jî ji girtîgehên ku binpêkirin lê zêde dibinin.

Ji girtîgeha Tekîrdagê Tûfan Îlbaş têkildarî binpêkirinên li girtîgehê bi rêya telefonê agahî da xwişka xwe Evîn Îlbaş. Îlbaş da zanîn ku zextên li ser wan zêde bûne û ev agahî dan: “Bi hinceta şewbê tecrîda li ser me giran dikin. Pirtûk, lênûsk û pênûsan nadin me. Her wiha lêgerîna li qawîşan zêdetir bûye û gardiyan neheqiyan dikin. Girtî ji bo daxwazên xwe daxwaznameyan didin girtîgehan lê bêbersîv dimînin. Dema me bertek nîşan da jî gardiyanan gefa ‘Hûn duayan bikin ku divê mesafe di navbera me de hebe’ li me xwar. Maskeyekê didin me û dibêjin hefteyekê bi kar bînin.”

Xwişka Îlbaş, Evîn Îlbaş jî diyar kir ku di vê pêvajoyê de birayê wê û girtiyên din bi qanûna înfazê re terkî mirinê hatine kirin û ew vê zagonê red dikin. Îlbaş destnîşan kir ku ew dixwazin ev zagon bê guhertin û hemû girtiyan têxe nava xwe.

‘Gardiyan bêlepik û bêmaske li qawîşan digerin’

Ji Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê Bîrdal Abay jî li ser telefonê agahî dan xwişka xwe Gulten Abay. Abay têkildarî binpêkirinên li girtîgehê wiha got: “Bi belavbûna şewbê re zexta li ser me jî zêde bû. Alavaên paqijiyê nadin me. Gelo girtî dê çawa bikarin xwe biparêzin? Gardiyan bêlepik û bêmaske li qawîşên me digerin. Pêkanînên keyfî zêde ne. Girtîgeh ji bo girtiyan bûye cihê zilmê. Girtiyekî bi navê Tarik ji ber ku nîşaneyên şewbê lê hebûn rakirin nexweşxaneyê û niha li vir di qarantînayê de ye. Girtî bi fikar in.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar