Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi sîstema tecrîd û îşkenceyê komplo berdewam dike

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Dûran Kalkan beriya salvegera 24'an a Komploya 15'ê sibatê axivî û diyar kir ku komplo niha bi sîstema îşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê bû, diyar kir ku tecrîd şêweyekî nû yê êrîşa komployê ye. Nirxandina Kalkan bi vî rengî ye:

Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Di mijara tecrîdê de heman rewş dewam dike. Tecrîda girankirî, îşkence di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de dewam dike. Di vê mijarê de guhertinek nîne. Parêzeran diyar kirin ku cezayekî nû yê dîsîplînê hatiye birîn. Qaşo hevdîtin li ser wê bingehê têne astengkirin. Li gorî hiqûqnasan cezayên bi vî rengî nikare li pêşiya hevdîtina parêzeran asteng be. Lê belê ji xwe bi tu awayî hevdîtinê nadin kirin. Hewl didin kirasekî hincetê li vê yekê bikin. Ya rast cezayê dîsîplînê beşek ji planeke demdirêj e. Me beriya niha gotibûn, ku ev yek amadekariyek ji bo sala 25’an e. Derdorên cuda yên hiqûqî jî ev yek piştrast kirin. Di hiqûqa Ewropayê ya navneteweyî de qanûnek nîne ku bibêje, piştî ewqas salan wê bê guhertin. Lê belê cezayê muebetê 15 salan tê hesibandin, piştî sala 10’an û pê ve hiqûqa Ewropayê ji nû ve dinirxîne. Herhal muebetê girankirî li Ewropayê nîne. Em bibêjin ew jî piştî sala 15’an tê nirxandin. Niha rewşa li Îmraliyê dikeve sala 25’an, piştî mehekê. Bi vî rengî dibe çaryek sedsal. Lewma kî çi dike bila bike pêwîstî bi jinûve nirxandinê heye. Ji bo vê jî hincetan peyda dikin. Di nirxandineke bi vî rengî ya hiqûqî de dixwazin vê weke mijarekê binirxînin. ‘Vaye ewqas cezayê wî hebû, filan tişt bû û hwd.’ bi vî rengî dixwazin pêşî li jinûve nirxandinê bigire, pêşî li rewşeke erênî bigirin. Divê em bi vê zanibin, fêhm bikin. Ewqas bêhiqûqî heye, parêzer ji hundir û derve, parlamenteran serlêdan kirin ji bo hevdîtinê. Lê belê tu ji wan pêk nehat. Wê demê divê hîn bêhtir bê teşhîrkirin. Mînak; parêzer dikarin hîn baştir nîqaş bikin. Ev çi kar e, tê çi wateyê? Guh nadin qanûnên xwe. Ji xwe guh nade qanûnên Neteweyên Yekbûyî, xwe nêzî hiqûqa Ewropayê nakin. Pêkanînek bi vî rengî dewam dike, lê kes tiştekî nabêje. Mînak, CPT piştî ewqas hewldanan daxuyaniyek da. Çend roj in em difikirin bê çawa binirxînin. Daxuyaniyeke welê dan ku daxuyaniyek nedayina agahiyan bû. Daxuyaniyek bi vî rengî dibe gelo? Dibêje piştî 2 mehan wê rapor amade bibe, ew jî wê pêşkêşî hikumeta dewleta tirk bikin û dema qebûl kir wê piştî 4 mehan encama hevdîtinê bê aşkerekirin. Eger qebûl neke wê neyê aşkerekirin. Lê belê di gelek mînakan de hate dîtin û em jî pê zanin; çapemenî jî li ser van disekine, dema li hesabê wê bê CPT qet guh nadê. Daxuyaniyan dide. Yanî dikare guh nede van qanûnan, lê belê dema pirsgirêk pirsgirêka kurd, Îmrali, Rêber Apo be qanûnên ku di mijarên cuda de guh nade, di vir de derbasdar tê hesibandin. Di ser re, qanûnên nû diafirînin. Rêber Apo gotibû, “Êdî qanûnên Îmraliyê hene. Ev hemû li ser her kesî tê bicihanîn. Ez ji bo xwe tiştekî nabêjim, lê ji ber vê wê bi sedan, bi hezaran mirov mexdûr bibin. Got, ez ji vê yekê bi fikar im. Ji xwe rewşeke bi wî rengî heye. Her tişt li gorî siyasetê tê meşandin. Sîstema dîlgirtinê ya siyasî dewam dike. Lê belê li Ewropayê hîn bêhtir dikare bê nîqaşkirin. Bi dîtina min divê hîn bêhtir bi ser de biçin.

Çalakî hatin lidarxistin, dewam dikin. Berxwedana gel baş e. Berxwedana parlamenteran girîng e. Rojevek jî hate afirandin. Diyar bû ku tiştekî nû, rojevek dikare bê afirandin. Bi şêweyên cuda li hemberî vê sîstema zordar, zextê û qirkirinê têkoşîn dikare bê meşandin. Dikare bê teşhîrkirin. Mînak hewldanên parlamenteran ev yek afirand. Rojeva ku dixwest afirandin. Diyar bû ku gelek tiştên din dikare bê kirin. Ji aliyê hiqûqî ve jî divê nîqaş û civîn bêne kirin. Ji aliyê siyasî û exlaqî ve jî divê têkoşîn were meşandin, kiryar bêne teşhîrkirin. Ji ber ku mînaka kiryarên li Îmraliyê li devereke din nîne. Ti hêz nikare ewqasî demdirêj bi vî rengî bike. Ev li Tirkiyeyê tê kirin. Hemû hevkariyê dikin, derfetên Tirkiyeyê pêşkêşî bazarê dikin, gelek hêz qezenca aborî û siyasî bi dest dixe. Ji xwe komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li ser bingeha vê lihevkirinê bû. Her kes bi vê zane.

Ewqas bêhiqûqî, zext, tecrîda girankirî, zilm rastiya sîstema Îmraliyê nîşan dide. Îmrali sîstemeke qirkirinê ye. Lewma êrîşa komploya navneteweyî ya ji bo pêkanîna qirkirinê hate kirin, dewam dike. Bi şêweyê sîstema Îmraliyê 24 sal in dewam dike. Tişta jê re tecrîda girankirî tê gotin, êrîşa tunekirinê ya komployê ye. Êrîşek bi armanca îmhakirinê ye. Ya rast êrîşa îmhakar di nava şert û mercên Îmraliyê de bi şêweyê tecrîdê dewam dike.

Cihê ku faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye aniye, di sîstema Îmraliyê de bêhtir şênber tê dîtin. Çi bû hefteya derbasbûyî? 2 welatparêzên kurd xwe şewitandin, li Mêrdînê Veysî Taş, li Amedê Mehmet Akar. Yek jê 65 salî, yek jî hîn ciwan bû. Herduyan jî çalakî kirin. Dîmen li pey xwe hişt Veysî Taş, her kesî lê guhdarî kir. Mehmet Akar nameyek li pey xwe hişt. Çi gotin? Gotin, êdî mirov nema dikare xwe li zexta li ser Rêber Apo rabigirin. Ya rast, wan bi xwe jî ew zext hîs dikirin. Yanî rewşa li Îmraliyê ew rewş e ku li ser civaka kurd tê meşandin. Rewşa li Îmraliyê çi be, nêzîkatiya li Rêber Apo çawa be, heman nêzîkatiyê li gelê kurd jî dikin. Van welatparêzan ev rastî ji kûrahî ve fêhmkirin. Û gotin, ku êdî nema dikarin xwe lê rabigirin. Mîna hevrêya Viyan Soran. Gotin, bi vê sîstema qirkirinê ya Îmraliyê jiyan hîn bêhtir nabe. Bang kirin. Bang li civaka kurd û mirovahiyê kirin ku li dijî sîstema qirkirinê bi mirovane, bi wijdan tevbigerin. Banga helwest û têkoşînê kirin. Gotin, ’em tên tunekirin, kiryarên heyî ji bo kurdan êrîşên tunekirinê ne’. Bala xwe bidinê, mirovan li hemberî êrîşên 12’ê îlonê bi vî rengî tevgeriyan, çawa ku li zindanan li ber xwe dan. Li hemberî êrîşa komploya navneteweyî civaka kurd, şoreşgeran çalakiyên bi vî rengî kirin bi pêşengiya zindanan. Çalakiyên bi heman rêbazê hatin kirin. Niha jî rewşeke bi heman rengî heye. Niha jî helwesta 2 welatparêzên kurd berxwedana wê demê tîne bîra mirovan. Dewama wan e, dewama berxwedana fedaî ye ku bi dirûşma ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ hate lidarxistin. Bi temamî wê îfade dike. AKP-MHP qirkirinê ji qirkirina çandî jî wêdetir bi rengê qirkirina fîzîkî dewam dike. Mirov li hemberî vê xwe dişewitînin. Mirovek çawa dikare xwe bişewitîne? Mirovekî ji rêzê bila xwe bişewitîne, em bibînin.

Rewşa civaka kurd, rewşa welatparêziya kurd bi vî rengî ye. Ji bilî vê welatparêzî nîne, xet ev e, pîvan ev e. Banga vê yekê kirin. Bi vê wesîleyê ez şehîd Veysî Taş û Mehmet Akar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Êşa xizmên wan parve dikim. Çalakiyeke mezin, çalakiyeke hêja û bi wate kirin. Çalakiyeke ku divê gelekî rast bê fêhmkirin. Nîşaneya wê yekê ye ku qirkirina li kurdan tê ferzkirin, ji kûrahî ve hîs dike. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Dîtin ku hebûn û azadiya gelê kurd bi Rêbertî pêk hat û wê bi ser bikeve. Dixwestin hebin, bi rengekî azad bijîn. Li hemberî her tiştên vê qirkirinê bi rêbazeke herî giran, ku xwe şewitandin helwest nîşan dan. Feraset, hest, mejî ya di vir de divê baş bê fêhmkirin. Her kes nikare vê bike, tenê bi hişmendiyeke mezin, îradeyeke mezin û armanceke mezin ev wêrekî dibe. Rewşeke gelekî giran dibe sedema vê yekê. Diyar e di şexsê sîstema îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê de qirkirin li gelê kurd tê ferzkirin. Lewma mirovan tîne vê astê. Hinek wê bipirsin bê çima bi vî rengî bû? Ev mirov çawa xistin vê rewşê? Çima neçar hatin hiştin ku li vê dinyayê benzînê bi xwe ve birijînin û xwe bişewitînin? Kî sûcdar e? Divê mirov vê bipirse. Dibêjin ku PKK sûcdar e, kurd sûcdar in. Binerin tiştên bi vî rengî dikin. Tu tenê dema ku rewşeke bi vî rengî dibe ji kurdan re dibêje kurd. Ji bilî vê dibêje kurd nîne, hebûna wan nîne, azadiya wan nîne. Tu jiyanekê ji wan re nas nake. Cihê gorê jî nade kurdan, hestiyên wan jî nahêle, nirxekî nahêle. Mirov hebûna xwe tenê bi van rêbazan neçar dimînin nîşan bidin. Divê ev sîstema zilmê bê dîtin.

Kiryarên li Îmraliyê ev e. Îmrali ne tenê Îmrali ye, dewama komploya navneteweyî ye. Komloya navneteweyî çi ye? Komkujiya li Parîsê ye, destavêtina li Wanê ye, dagirkeriya li Efrînê ye, êrîşa kîmyewî ya li Zapê ye. Yanî komplo ev e. Lewma dîmenê pratîkî yê sîstema qirkirinê ya li Îmraliyê ev in yanî. Divê mirov van bibîne û fêhm bike

Bi rastî em gelekî li ber helwesta CPT ketin. Pir bi sivikî nêzîk bû. Em tiştekî ji wan hêvî nakin, lê belê tiştekî bi vî rengî qet nekiribûna baştir dibû. Yanî çarenûsa gelekî, vî gelî li dijî DAIŞ’ê şer kir, ev gel dixwaze bi biratî, wekhevî û azadî bijî. Tiştekî din naxwaze. Ji bo vê jî her tiştê xwe feda dike, tiştekî ji kesî naxwaze. Tu çawa dikare bi vî rengî nêzî pirsgirêka hebûn û azadiyê ya vî gelî bibe. Bi vî rengî dibe gelo, ev erzaniyeke çawa ye? Bi rastî jî diviyabû ne bi vî rengî bûya, neketibûya vê rewşê. Zext dibe, mêtingerî dibe, serwerî dibe mirov dikare van fêhm bike, lê belê divê mirovahî ewqasî neyê binpêkirin. Nirxên mirovahiyê divê ewqasî neyê xistin. Ev jî bi navê demokrasiyê, hiqûqê, edaletê tê kirin. Kes bi vê îqna nabe. Divê dest ji van nêzîkatiyên nixumandinê bê berdan. Di rewşa heyî de rastî bêhtir aşkere bû. Hefteya dawî, beriya wê parêzeran dixwestin biçin, çalakiya parlamenteran hebû, li derveyî welat hin rewşenbîr, hiqûqnas û derdorên hiqûqê daxuyanî didan, li ser zext û qirkirina li Îmraliyê. Xwestin ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Gelê kurd li Kurdistanê û derveyî welat tevî dostên xwe li ser piyan bûn. Lê belê bûyerên ku hefteya dawî bi serê me ve hatin, ev rewş bêhtir şênber kir. Veysî Taş û Mehmet Akar bi çalakiya xwe nîşan dan ku asta rewşê gelekî kûr e. Wan di asta herî bilind de xwe gihandin Rêbertî

Rêber Apo ji bo van çalakiyan digot, ‘Çalakiyên hatin lidarxistin ew çalakî ne ku dubareya wan nîne. Çalakiyên ku mijarên jiyanî diyar kirine û encam wergirtine’. Yên din encam wergirtin, ez di wê baweriyê de me ku van çalakiyan jî encam wergirtin. Hişyarî dan her kesî. Rastî careke din nîşanî her kesî dan. Nîşanî civaka kurd, nîşanî me hemûyan da. Nîşanî dost, hemû hêzên şoreşger demokratîk dan. Niha ji ber vê yekê her kes ji nû ve nirxandinê dikin, em hemû rewşê jinûve dinirxînin. Yanî pîvan, xet careke din hate destnîşankirin. Wê demê çalakî wê li ser vê xetê de pêk were, lê belê bi heman rêbazan wê neyê kirin. Ji ber ku dema bi heman rêbazê be, bandora wê êdî namîne. Rola xwe ji holê radibe. Divê bi vî rengî nebe. Ji ber vê yekê Rêber Apo jî rexne kir dema derbasbûyî. Lê belê got ku divê neyê dubarekirin. Rêveberiya me jî daxuyanî da, em tevlî wan daxuyaniyan dibin. Ji bo hilweşandina sîstema qirkirin, tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê em çalakiyan bikin, bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin. Lê belê em van çalakiyên xwe bi rêbazên cuda, bi rêbazên afirîner pêk bînin. Em çalakiyên welê bikin ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê bêhtir teşhîr dike, xwediyên wê mehkûm dike. Em çalakiyên welê bikin ku sîstema Îmraliyê parçe bike û encaman bi dest bixîne. Yên li hemberî me wijdan pê re nîne, lewma têkoşîna li hemberî dijberan divê bi rêbaza wan jî bê dayin. Naxwe ji rêbaza me ya têkoşînê fêhm nakin. Me bi xwe fêhm kir, ji van çalakiyan. Lê belê yên din fêhm nake. Bi wan re wijdaneke bi vî rengî ne. Wê demê em bi çalakiyên ku timî zerarê didin xwe nikarin encamê bi dest bixin. Em ê çi bikin? Em ê li faşîzmê bixin, li qirkeran bixin. Ew çawa di nava êrîşkariyê de ye. Em ê jî wan êrîşan bişikînin. Em ê firsendê nedin. Em ê destên ku êrîş dikin bişikînin. Em ê pêşî lê bigirin. Em ê têkoşîneke bi vî rengî ya bi bandor bimeşînin. Em ê ne tenê bi wijdanî û fikrî tevbigerin. Em ê jî siyasetê bikin, em ê jî leşkeriyê bikin, çalakiyên xwe, têkoşîna xwe bi van rêbazan dewlemend bikin ku hêza dijber, siyaset û mejiyê qirker, faşîst û mêtinger têk bibin, sîstema Îmraliyê parçe bikin, têkoşîna hebûn û azadiyê ya kurdan bi ser bixînin.

Em dikevin salvegereke nû ya 15’ê sibatê. Dibe salvegera 24’an. Bi 15’ê sibatê re komploya 15’ê sibatê dikeve sala 25’an. Komploya 9’ê cotmehê ji xwe di sala 25’an de ye. 25 sal in bi navê komployê êrîşek li ser Rêber Apo û tevahiya gelê kurd, gelên Tirkiyeyê, mirovahiyê tê kirin. Li hemberî vê êrîşê jî di serî de Rêber Apo gel, jin, ciwan, mirovahî li ber xwe dide. Ev çaryek sedsal serdemeke girîng e. Bêguman divê rast bê fêhmkirin, rastiya sala 25’an, komplo û têkoşîna li dijî komployê divê bi rengekî rast bê fêhmkirin. Lewma li hemberî vê têkoşîneke hîn bi bandor divê were kirin. Ji bo vê jî divê komplo baş bê fêhmkirin. Divê komploya navneteweyî hîn bi kûrahî bê nîqaşkirin. Biserxistina têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd bi fêhmkirina rast a rastiya komployê dibe. Qet nebe divê em dijmin nas bikin. Em çiqasî rastiya êrîşa komployê fêhm bikin, ewqasî em ê karibin li hemberî wê di dema rast û cihê rast de bi rêbaza rast têkoşîneke bi bandor bimeşînin. Divê mirov komployê bi sivikî nenirxîne.

Îmrali navenda sîstema qirkirinê ye. Kurdîtî li wê derê tê tunekirin. Dixwazin qirkirinê li wir temam bikin. Heta ew sîstem hebe kî dikare qala çareseriyê, demokrasiyê û mirovahiyê bike. Qala tu ji wan nikare bê kirin. Divê rast bê fêhmkirin, divê em xwe ji fikrên şaş rizgar bikin. Bêguman divê êrîşa komploya navneteweyî bi sivikî neyê nirxandin. Êrîşa li ser Rêber Apo 24, 25 sal in em nîqaş dikin. Divê mirov hîn bêhtir nîqaş bikin, bêhtir fêhm bikin. Ev êrîşeke çawa bû? Çima êrîşeke bi vî rengî pêk hat? Çima her kes di êrîşeke bi vî rengî de bûn yek? Armanca yên ku di van êrîşan de bûn yek çi bû? Kî bûn? Çima yekîtiyeke bi vî rengî çêkirin? Cîhan bû yek û xwestin li Rêber Apo tengav bikin. Ji Rêber Apo re darbesta Îmraliyê hate hiştin. Ev çi ye? Cihê ku ji kurdên azad re hatiye hiştin e. Ji bilî wê kurdekî azad nîne. Hinek dibêjin, destketiyên kurdan hene. Li filan cihî qezenç heye. Qezenca çi? Kîjan kurdîtî hatiye qezençkirin? Îradeya hebûn û azadiyê ya kurdan li Îmraliyê ye. Li wir çi hatibe qezençkirin hemû ew e? Yê ku bi vî rengî nefikire, şaş dike. Komplo û qirkirina kurdan nikarin rast fêhm bikin. Komplo êrîşa navneteweyî ya tunekirinê ya mejî û siyaseta qirkirina kurdan bû. Kê kir? Bêguman Emerîkayê kir. Niha rêveberên Emerîkayê jî diavêjin ser hev, Bill Clinton kir. Îmze kir. Vaye niha di rêveberiyê de ne. Yên ku wê demê ev biryarnameya komployê dan îmzekirin, li Wezareta Karên Hundir e. Niha berpirsyariya xwe heye. Bila rabin daxuyaniyê bidin. Çaryek sersal di ser re derbas bû. Bila hinekî agahiyê bidin. Xwestin çi bikin, çima bi vî rengî nêzî kurdan bûn? Kurdan çi bi wan kir, Rêber Apo çi li Emerîkayê kir? Çima biryar li ser êrîşeke bi vî rengî ya tunekirinê dan û xistin meriyetê? Ev mijareke girîng e. Bêguma Emerîkayê jî tenê bi navê xwe nekir. Ji bo sîstema mêr ê serwer a pênc hezar salî li ser piyan bigire, ev kir. Ji bo berjewendiyên wan biparêze kir. Ji bo sîstema modernîteya kapîtalîst a pênc sed salî li ser piyan bihêle, kir. Jendermeya wê niha dike, serkêşê wê ye. Dibêjin, dema kurd hebin, ev ê tune bibin. Ji bo xatirê hebûna wan, divê 40, 50 milyon kurd bêne tunekirin? Wê demê bila yekîtiyê çêbikin û tune bikin. Çima tune nakin û li gorî berjewendiyên xwe hewl didin bi kar bînin. Komploya navneteweyî çi aşkere kir? Aşkere kir ku hêza Kurdistan parçe kiriye sîstema hegemon a navneteweyî ye. Ji ber ku tu nakokiya PKK’ê bi Emerîkayê re tune bû. Tu şerekî xwe tune bû. Çima Emerîkayê pêwîstî pê dît ku beriya her kesî êrîşî PKK’ê, Rêberê wê bike? Ji ber ku serkêşê vê sîstemê ye, wezîfeya xwe ew e. Wê demê sîstema ku dixwaze li ser piyan bigire li dijî kurdan, li dijî Rêber Apo ye. Hebûna wan qebûl nake, dixwaze tune bike. Niha rewş bi vî rengî ye. Êrîş li ser vê yekê hate kirin. Komploya navneteweyî êrîşa tunekirinê ya li dijî Rêber Apo bû. Ji ber ku nekarî tune bike, bi plansaziya 15’ê sibatê xwestin îdam bikin. Piştî ku nekarî îdam bike, îdam li gorî berjewendiyên xwe nedît, bi taybetî Tirkiyeyê, ev sîstema îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ava kirin û vê carê bi siyaseta rizandinê xwestin Rêber Apo ji aliyê fikrî, siyasî ve têk bibin. Ji ber ku di vê de jî bi ser neket, niha sîstema qutkirina têkiliyê ya mutleq ferz dike. Ev sîstem piştre hate avakirin.

Diyar e tecrîd rêbazeke nû ya komployê ye. Ji bo tunekirina Rêber Apo rêbazeke nû ya êrîşê ye. Bi îmhakirina Rêber Apo re xwestin çi bikin? Tasfiyekirina PKK’ê pêk bînin û gelê kurd bê Rêber Apo bê PKK bihêlin û kurdan qir bikin. Xwestin qirkirina çandî bi ser bixînin li çar parçeyên Kurdistanê. Ji xwe bi belavkirina kurdan li çar aliyên cîhanê xwestin qirkirina kurdan temam bikin. Têkiliya komployê ya bi qirkirinê re bi vî rengî ye. Komplo êrîşa bicihanîna qirkirinê ye. Ev komplo 25 sal in çawa dewam dike? Li ku derê bi kîjan rêbazê dewam dike? Li Îmraliyê dewam dike. Vaye bi rêbaza tecrîdê dewam dike. Diyar e komplo weke sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê dewam dike. Ev yek sîstema êrîşê ya li ser Rêber Apo ye. Tecrîd jî rêbaza wê ya tunekirinê ye. Wê demê divê em tecrîdê jî Îmraliyê jî baş fêhm bikin. Eger em baş fêhm nekin, em ê nikaribin li hemberî sîstema Îmraliyê têbikoşin, nikaribin xwe bi rengekî rast bi rêxistin bikin û nikaribin têkoşîneke welê bimeşînin ku vê sîstema qirker a ku kurdan tune dihesibîne, têk bibin. Ev têkoşîn tenê bi naskirina vê rastiyê dikare bê meşandin. Rêber Ap ji ber ku vê yekê baş nas dike, 25 sal in pûç kir. Gelê kurd, jin, ciwanên kurd, şoreşger, welatparêzên kurd ev yek hîs kirin, bi gotina ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û berxwedana fedaî pêk anîn. Li dora Rêber Apo xeleka ji agir çêkirin. Di vê astê de xwedî lê derketin, parastin. 25 sal in bi hezaran şehîd, bi deh hezaran şehîd da gelê kurd. Gelê kurd bi jin û mêran hîn jî her roj şehîdan dide. Ciwanên kurd, gerîlayên kurd hîn jî li ser vê bingehê têdikoşin. Bi vî rengî mirovahî dikare ji siyaseta qirkirinê rizgar bibe ku dixwaze kurdan tune bike. Pêwendiya vê yekê bi hemû mirovahiyê re heye, ne tenê bi kurdan re. Eger tu gelê kurd tune bike, wê gelekî cuda bimîne? Dihate gotin, gelekî ku zextê li gelekî din dike nikare azad bibe. Niha mirovahiya ku gelekî din tune dike, çawa dikare qala azadî û demokrasiyê bike? Nikarin gelekî bi milyonan kesî ji ser dîrokê bibin, nikarin tune bikin. Diyar e meseleyeke mirovahiyê ye. Komplo niha bi rengê sîstema Îmraliyê dewam dike, bi rengê tecrîdê weke êrîşê dewam dike. Êrîşa tunekirinê bi rengê tecrîdê dimeşîne. Lewma têkoşîna li dijî tecrîdê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye.

Têkoşîna li dijî sîstema Îmraliyê têkoşîna li dijî komploya navneteweyî ye. Esasê wê, têkoşîna bidestxistina hebûn û azadiya gelê kurd e. Rêber Apo got, ‘Eger Kurd têkoşîna hebûn û azadiyê qezenç bike êrîşên li hemberî min wê bi dawî bibin, ez ê jî azad bibim, dikarim azadiya fîzîkî bi dest bixim. Yanî êrîşa li hemberî min, komplo, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ji ber koledariya li ser kurdan e. Bi wê re yek e.

Ha Îmrali, ha jî derve. Li xwe binêrin, Îmraliyê fêhm bikin. Li Îmraliyê binerin, jiyana xwe fêhm bikin. Li ser we çi ferz dike, wê bibînin û fêhm bikin’. Rewşa heyî bi vî rengî ye. Di nava 25 salên derbasbûyî de gelek planên êrîşê yên komployê hatin parçekirin. Plana îmhayê hate têkbirin, plana darvekirinê hate xerakirin, plana rizandinê ya Îmraliyê hate têkbirin, plana bi AKP’ê re, bi ummetperestiya îslamê tevlîhevkirin û serxistina komployê hate têkbirin. Niha dixwazin bi tecrîdê encamê bi dest bixin. Dixwazin Rêber Apo bi vê rêbazê bêbandor bike, ji civakê qut bike, nehêle ku fikrên wî bigihêje, jin, ciwan gelê kurd, hêzên demokratîk û şoreşger. Bi vî rengî dixwazin Rêber Apo bêbandor bikin, lê belê sîstema îşkence, zext, tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê ne tenê li Îmraliyê ye. Li tevahiya zindanan belav dibe, li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibe. Her wiha bi destê faşîzma AKP-MHP’ê li tevahiya cîhanê belav dibe. Bandorê li her kesî dike. Lewma kes dengê xwe nake, her kes xwe didin aliyê van pêkanînên rêveberiya AKP-MHP’ê. Di vê nuqteyê de sala 25’an girîng e. Divê bi esasî em wê destnîşan bikin. Bala xwe bidin, êrîşên dijmin, komplogeran gelekî zêde ne. Berxwedan jî xurt e. Êrîşeke topyekûn li hemberî me tê kirin, ji bo îmhakirinê. Em di nava berxwedaneke topyekûn de ne. Em bi vî rengî dikevin sala 25’an. Yanî ev sala 25’an, me gotibû ‘divê ji aliyê hiqûqî ve di ber çavan re bê derbaskirin’, lê belê ji aliyê siyasî ve serdemeke cidî ye. Pêvajoyeke gelekî mezin a têkoşînê ye, demeke guhertinê ye. Di nava vê sala 25’an de wê tiştek bibe. Rewş bi vî rengî ye. Yanî pêşî li destpêka têkbirina komployê dikare bê vekirin, dikare bibe destpêka wê. Yanî sîstemeke zilmê ya hîn faşîst û zordar, êrîşkariyeke hîn qirker jî dikare destpê bike. Herdu jî dikare bibe. Êrîşeke herduyan heye. Divê em vê yekê bibîne. Wê demê em hîn bi baldarî nêzî vê sala 25’an bibin, em hîn bi berprisyarî tevbigerin. Gelê kurd, welatparêz, jin û ciwan, dostên me, hêzên şoreşger, demokratîk divê em hemû bi baldarî nêzîk bibin. Serdemeke gelekî girîng e, di vir de em dikarin serketinê bi dest bixin. Têkoşîna sala 25’an dikare bibe têkoşîna serketinê. Dikare pêşî li pêvajoya ber bi serketinê ve veke. Ewqasî girîng e, krîtîk e. Wê demê divê em têkoşîna topyekûn li ser vê bingehê bimeşînin. Yanî her kes li cihê lê ye divê hîn bêhtir têbikoşe. Rêbazên nû û afirîne çêbikin. Di têkoşîna gerîla de divê hîn bi bandor be, ciwan di têkoşîna xwe de divê hîn bi bandor be, jin di têkoşîna xwe de divê hîn bi bandor be, siyaseta demokratîk divê hîn bi bandor karibe têbikoşe. Ev yek divê li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û li derveyî welat be. Bi taybetî bi hêzên şoreşger, demokratîk ên Tirkiyeyê re di nava tifaqê de em vê serdemê bikin destpêka pêvajoyeke pêşketinê ku gelê kurd hebûn û azadiya xwe bi dest xistiye, Tirkiye demokratîk kiriye û mirovahî ji vî mejiyê faşîst qirker rizgar kiriye. Eger em bi vê têgihiştinê tevbigerin, li ser pêvajoyê bi vî rengî kûr bibe, em ê zanibin ku li ku derê, kengî çi bike. Bila kes ne li bendê be ku kesek jê re tiştekî bibêje. Ya muhîm ew e ku em vê ji kûrahî fêhm bikin, berpirsyar bin, lêkolîn bikin, li ser bifikirin. Em çi çawa bikin ku em ê karibin encamê bi dest bixin? Li ku derê divê em çi bikin? Em ê bersivê ji vê yekê re peyda bikin. Her kes wê bibîne, em ê hemû bibînin. Divê mirov nebêje ku em nikarin bibînin. Binerin, çawa dît Veysî Taş û Mehmet Akar? Wan bi navê xwe pêşî vekirin. Rê nîşanî me dan. Lê belê ev nayê wê wateyê ku eger em weke wan bikin em ê encamê bi dest bixin. Eger em bi wê hest û têgihiştinê tevbigerin û rêbaza xwe jî bi rêbazeke têkbirina komployê û sîstema qirker diyar bikin, wê demê em ê bi ser bikevin. Wê demê divê her kes rêya xwe bibîne. Divê rêbaza xwe ya afirîner peyda bike. Yanî ji kesî hêvî neke. Dikare bê peydakirin. Ev yek nîşanî me dan. Wê demê têkoşîna sala 25’an hatiye ronîkirin. Wezîfe jî diyar e, armanca me jî diyar e, taybetmendiya salê jî diyar e. Ya mayî ew e ku em hemû li gorî pêwîstiyê wê kûr bibin, têkoşînek li gorî wê bidin destpêkirin. Di vê mijarê de divê em xwedî wêrekî û fedakariyeke mezin bin. Nekevin nava tu şik û gumanan, yanî çi pêwîst be divê ew bê kirin. Ji ber ku paşeroja azad, hebûn, mirovahî di vir de ye. Her tişt bi têkoşîneke bi vî rengî dikare bê qezençkirin. Serdemeke gelekî mezin e. Hin serdemên dîrokê hene ku bi hezaran sal diyar kirine. Bêguman ji bo paşerojê em nikarin texmînan bikin, lê belê ev sala 25’an serdemeke bi vî rengî gelekî girîng e. Serdemeke welê ye ku dikare bi sedan salî diyar bike. Wê demê em vê serdemê bikin serdema azadî û mirovahiyê. Ji bo vê jî divê em têkoşîneke ku komployê têk dibe, têkoşîna hebûn û azadiyê bi ser bixînin. Armanca me ev e. Li dijî komployê em ê di sala 25’an de li ser vê bingehê têbikoşin.

Bi taybetî berxwedana Zapê par diyar kir. Ez li ser navê rêveberiya partiya me berxwedana Zapê carek din silav dikim. Di vê sala nû de ez di şexsê hevrê Melsa Mûş de ku herî dawî hat ragihandin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di sala 25’emîn a têkoşîna li dijî komployê de, gerîla rewşek girîng derxist holê. Pratîka sala 2020’an, pratîka sala 21’an, rewşa Garê, Heftenîn û Xakurkê, piştre rewşa Zap, Avaşîn û Metîna, rewşa ku di sala 2022’an de giran bû ev yek nîşanî me da. Çi nîşan da? Çawa ku komploya navneteweyî ya 25 salan li gel hemû êrîşên xwe jî serkeftin bi dest nexist û negihişt armanca xwe, nekarî vîn û hebûna kurdan bişkîn e û vê têkoşînê tune bike. Di êrîşên li dijî gerîla de jî ketin heman rewşê, gerîla rê neda di tu êrîşên xwe de bi ser bikeve û hemû êrîşên wan vala derxist. Gerîla hemû êrîş şikand û qels kir. Ev êrîşa qirker a faşîst a ku bi hev re, bi berxwedaneke mezin, bi berxwedaneke fedaî, lehengiyê hat kirin, li Zap, Avaşîn û Metîna ku bi rastî jî hêviya komplogeran e, şikand. Bê guman, em nabêjin bi tevahî me xilas kiriye. Têkoşîn berdewam dike. Têkoşîn berdewam dike, lê şikest. Planên wî vala hatin pûçkirin û negihiştin armanca xwe. Ew girîng e. Divê ev bê dîtin. Ji sala 2022’an heta 2023’an rewşa van qadan ev e. Divê em vê bibînin.

Artêşa tirk û çeteyên ku êrîşa qirker a faşîst pêk anîn ji gelek cihan reviyan.

Serfermandariya irk dibêje em gihîştine armanca xwe. Ev derew e. Tu eleqeya xwe bi vê re nîn e. Armanca wan dagirkirina van herêman hemû bû. Berevajî vê, neçar man ji gelek deveran birevin. Hin derdor dibêjin ku vekişiyaye, paşve neçûye. Reviya û têk çû. Li Girê Hekkarî, Cûdî, Amediye, Saca û Kurejahro derbeyên herî giran xwarin û dîtîn ku dê pozê wî di hawîrdora zivistanê de hîn bêhtir li erdê re kaş bibe û bipelçiqe. Ji xwe li hinek cihan pelçiqî û ji cihên din jî ji bo xwe xelas bike revî. Çawan ku di sibata 2008’an de reviyan, dîsan reviyan. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî jî weke Yaşar Buyukkanit reviyan. Divê bi vî awayî bê zanîn. Pêwîste bi vî rengî were aşkerekirin û pênasekirin. Ji xwe bîlanço jî hene. Bîlanço hatin aşkerekirin. Çiqas windahî dane? 3 hezar pevçûn, 3 hezar leşker winda, birîndar. 5 hezar, 10 hezar êrîşên helîkopteran, êrîşa balafiran, êrîşa kîmyewî, êrîşa nukleerî ya taktîkî. Çi hebû her tişt bi kar anî, her amûr bi kar anî, êrîşên herî giran kir. Li gel van hemûyan jî tu encam bi dest nexist. Derbeyên giran xwarin û neçar man ku birevin. Cenazeyên xwe li qadê hiştin û li ber çavan cenazeyê xwe şewitandin. Niha ev rastî jî heye. Li ser vî bingehî şer dewam dike. Bêguman jî wê bidome. Bêguman şer ne tenê li Zapê, li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bakurê Kurdistanê, Rojava, Başûr, li her derê ye. Ne tenê li çiyayan, li bajaran jî li bajaran jî çalakî tên lidarxistin. Milîsên HBDH’ê her roj çalakiyan li dar dixin. Di cih de tola şehîdekî distînin. Şervanên YPS, YPS-JIN çalakiyan dikin. Sala xwe ya heftemîn pîroz kirin. Wan bang kirin ku em pêngava serketinê pêk tînin. Şer bi rastî li her derê ye. Têkoşîn li her derê ye û her ku diçe zêdetir belav dibe. Bi awayekî aşkere wê belav bibe û pêş bikeve. Ev hemû pir girîng û watedar in. Têkoşîna ku di encamê de komploya navneteweyî ya ku wê di sala 25’an de bi rê ve bibe têk bibe. Ev teqez wisa ye.

Gerîla xwedî rol û peywîrek wiha ye, xwedî îdîayeke wiha ye, em bawer dikin. Wê bike. Ji bo pêşî lê bigre niha êrîşên xwe didomîne. Şer berdewam dike. Em di vî alî de nikarin tiştek bibêjin. Bîlançoyên rojane têne aşkere kirin. Ew êrîşên kîmyewî dike, hîn jî wan çekên nukleerî yên giran ên teqemenî bikar tîne. Vê yekê dikin. Ji bo ku bijîn, ji hin deveran reviyan. Li hinek cihan di nava lêhûrbûnê de ne û dixwazin xwe li ser lingan bigrin. Rewşeke wisa heye. Ev yek wê di dema pêş de jî kûrtir bibe. Yanî gerîla wê bibe pêşengê serkeftî yê vê demê. Îdîa ev e. Armanc ev e. Li gorî vê yekê her kes amadekariyên xwe dike. Civaka kurd bi pêşengiya gerîlayekî bi vî rengî, li berxwe bide û encam bigire, xwe bi rêxistin dike û bi zanebûn dike. Hîn bêhtir tevlê têkoşînê dibe. Min dixwast vê yekê bibêjim.

Li vir çi girîng û nû ye.

 Careke din hat destnîşankirin ku Hûlûsî Akar derewan dike. Paşve neçûn, reviyan, lêxistin, paşve neçûn. Derbên giran xwarin. Derbeyên ku dixwin vedişêrin. Navenda me gelek caran bal kişand bi ser vê mijarê. Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG‘ê di daxuyaniya xwe de diyar kir û dîmenên nû belav kirin. Li cenazeyên xwe nabin xwedî. Cenazeyê xwe nabin û dişewitînin. Herî dawî malbatên leşkeran daxuyanî da.

Berî çendekê min di çapemeniyê de şopand. Yanî dibêjin di sala 2012‘an de 3 hezar kes wiha bûn, nasnameyên wan qet nehatin dayîn. Piştî wê jî dibêjin lîste nayê girtin, bîlanço nayê girtin, nayê zanîn. Yan jî wisa didin wan, yan jî vedişêrin. Her sal çiqas windahî didin, qîrîn dikirin. Dibêjin wî xwe kuştiye. Carinan jî didin çapemenîyê, dibêjin mar pêve daye. Tiştên wiha digotin. Malbat di asta serhildanê de bûn. Serfermandarê Giştî berpirsyar digirtin ku digotin me zarokên xwe teslîm kirin. Ev pir girîng e. Ev li xwe mikûrhatina rastiyan e. Ev derewandina serfermandariya tirk e. Ev bi awayek zelal li holê ye. Bêguman ev hinekî direng bû. Ev dikare bê gotin. Lê baş e ku mirov were vê astê û wêrekiyek wiha nîşan bide û derkeve pêş. Divê tu kes netirse. Divê malbatên leşkeran netirsin. Derdorên şoreşger û demokrat ên Tirkiyeyê û her kesê ku bi rastî li aliyê mirovahî û demokrasiyê ye divê piştgiriyê bide van malbatan û li dijî vî şerî derkeve. Divê kesê ku dibêje em muxaleftin, her kes li dijî AKP-MHP’ê derbikeve. Hinek alî dibêjin em piştevaniya artêşa xwe dikin. Tu piştevaniya çi dikî? Artêşa tirk Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Zap û Heftenîn dagir kir. Dagirker. Dibêjin ew zarokên me ne. Zarokên te li ser axa xelkê çi digerin? Ev li Tirkiyeyê bê kirin wê were fêm kirin. Yên ku hinekî Kemalîst dihizirin divê bikarin bibêjin, leşkerê me li derveyî sînor çi dike? Nikarîbûn wisa bibêjin, rêvebirên CHP‘ê hê jî qala Kemalîzmê dikin. Bibêjin gotina “Li welat aştî, li dinyayê aştî ” ku li ser navê ataturk hatiye gotin derew bû, xapandin bû. Ka em fêm bikin. Wê demê wê têgihiştinek wê hebe. An jî bibêjin em ji wir veqetiyan. Ji ber ku maske ji xwe dikeve. Yek nikare bibêje, malbat dibêjin em zarokên xwe dixwazin. Em miriyên wan dixwazin, em cenazeyên wan dixwazin, hestiyên wan dixwazin. Bila agahiyê bidin me. Lê agahî nayê dayîn. Tu dibêjî şehîdê min, tu dibêjî malbata min, lê tu wan dixapînî. Divê civaka Tirkiyeyê vê bibîne. Ev faşîzma AKP-MHP’ê di êrîşa xwe ya li dijî kurdan de çi xerabî li ciwanên Tirkiyeyê kir, çawa bi rewşên giran re rû bi rû anîn, çawa îmha kirin? Agahiyê jî nadin malbatên wan. Cenaze jî şewitandin. Ev rewşekî zelal û aşkere ye. Divê hin bêhtir li Tirkiyeyê li ser van mijaran bên rawestandin, encamên vî şerî yên li Tirkiyeyê baştir derxîne holê û rastiyê bigihîne civaka Tirkiyeyê, malbatên leşker, jin û ciwanan. Ger wisan bûya meyê bidîtiya ku bi rastî jî wê encam derbikeve. Eger berî niha bihata kirin, wê AKP-MHP’ê derfeta ku ewqas êrîşan û ewqas mirovan biêşîne nedîtiba. Qet nebe jî bila niha ev bêkirin û rawestandin. Rastiyek wisa heye. Em hêvîdar in ku tiştên wiha karibin pêşî li ber êrîşkariyên wiha bigre.

Yek, qala pêvajoya hilbijartinê tê kirin. AKP-MHP’ê îşaret bi 14’ê Gulanê kir. Lê ez dikarim bibêjim ku şer heye. Di nava şerekî wiha de hilbijartinek wisan çawan dikare bê kirin? Li cihekî ku şer lê heye, bêyî dîtina şer, kirina siyasetê, hilbijartin, bidestxistina encamên siyasî tune ye. Divê ev rastî bê dîtin.

Didu, hilbijartin jî dikare bibe rêbazek. Me destnîşan kir; Tirkiye di dîroka xwe de di pêvajoya guherîna herî radîkal de ye. Pir girîng e. Ew ê pêvajoyek guhertin û veguhertinê biceribîne ku dê ne bi dehsalan, lê dibe ku bi sedan salan rêberî bike. Di xaleke wisa de. Dê bibe guhertineke wisa radîkal. Ne pêkan e ku merov vê yekê tenê bi hilbijartinê bike. Şer heye, Tirkiye xwedî her cure ye. Divê ev bên dîtin û ev li gel hev bên fêmkirin.

Ji aliyê din ve, ev guhertin, wekî vegerandina paşerojê, CHP’a berê bi AKP’ê re bi hev bixin, restore bike û bigihîne hev. Restorasiyonên pêşiya veguherînê dixitimîn e nabe. Pêwîstî bi veguherînek mayîn de heye. Şoreşeke zihniyeta mayîn de, şoreşa siyasî, şoreşa civakî pêwîst e. Bi gotineke din, demokratîkbûneke radîkal pêwîst e. Divê ev demokratîkbûn di asta şoreşgerî de be. Wê demê hilbijartin dikare bibe hilbijartina şoreşa demokratîk. Dibe ku ev hilbijartin bikare xizmetê ji şoreşa demokratîk re bike. Eger xizmeta vê şoreşê bike û weke parçeyekî wê were hesibandin, erê baş e, divê wisa be. Ev rast e. Pêdivî ye ku vê yekê wekî rêbazek bikar bînin. Lê helbet ez dixwazim îfade bikim; Pêdivî ye ku merov pêşbîn bike ku guhertina demokratîk dê radîkal be. Ev, wê di asta guherîna şoreşgerî de demokratîkbûn be.Yanî wê rêbaza ya berê cîla bikî û pêve bizeliqînî nebe. Faşîzm wê têk biçe, lê wê bi tiştên ku wê vegerîne û bi awayên cuda wê bidomîne, neyê guhertin. Alternatîfa wî dê derbas bibe. Ji ber vê yekê dê demokrasî hebe, dê demokratîkbûn pêk were. Ev yek tenê bi şoreşa demokratîk pêkan e.

 Hilbijartin yek ji rêbaza şoreşa demokratîk e. Bêguman ev rêbaza ku wê xizmetê ji şoreşa demokratîk re bike dikare were nirxandin. Divê her kes tevlê vê bibe û bibe seferber. Lê divê şoreşeke bi vî rengî be ku demokratîkbûna li ser esasê pêk bîne. Nêzîkatiyên ji bilî wê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nakin, Tirkiyeyê rizgar nakin. Nêzîkatiya HBDH’ê wiha ye.

Jixwe di çapemeniyê de tê xuyakirin, tê dîtin. HBDH’ê têkoşîneke mezin da. Ew ê di vê pêvajoyê de berdewam bike. Lewma berxwedana xwe didomîne. Şoreşa demokratîk têkoşîna xwe didomîne. Ji bo vê jî her cure rêbazan bi kar tîne. Bi her awayî têdikoşe. Dê di rewşek weha de bêtir hebe. Hem wê berxwedanê geş bike û hem jî helbet wê têkoşîna siyasî bi rê ve bibe. Ji bo hilbijartinê xizmetê ji vê re bike, wê bixebite. Di vir de ya girîng dîtina têkoşîna HBDH’ê ye. Ev 6-7 sal in ji bo Tirkiye bigihêje qonaxeke wiha têdikoşe. Yanî têkoşînek mezin da û bi dehan şehîd dan. Di şert û mercên herî dijwar de têkoşîn da. Niha jî di nava têkoşîneke wiha de ye. Bi sed hezaran girtî hene, li dijî îşkenceyê li ber xwe didin. Li dijî zilmê têdikoşe. Ew pir zelal e. Lewma pêwîst e rastiya HBDH‘yê baş were dîtin. Ji bo HBDH’ê pêvajoyeke girîng a encamgirtinê derket holê. Em bawer dikin. Bi gotineke din, em ê di mehên pêş de bi dersên ku ji serpêhatiyên demên dawî hatine girtin, bi rêbazên piralî, pir bi bandor, nû û afirîner têkoşînê geş bikin. Lewma em ê fermanên şehîdên xwe, gelê me ji me hêvî dike û pêvajo ji me dixwaze, em ê pêk bînin. Armanca me ev e. Em ê li ser vê bingehê van şehîdan bi bîr bînin.

Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku li Rojava şehîd bûye; Ez hevrêyên MLKP’ê Ahmet Şoreş û Firat Newal bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ez êşa Komîteya Navendî ya MLKP’ê û hemû endamên wê parve dikim. Ez hevrê Ahmet jî nas dikim. Demekê di Qadên Parastina Medyayê de tev li têkoşînê bû. Li qadên din jî têkoşîn kir. Bi têkoşîna xwe re derxist holê ku ew şoreşgerekî çawa ye.

HBDH bi dehan û bi sedan şehîdên wiha hene. Ji ber vê yekê HBDH dixwaze armancên van şehîdan pêk bîne û pêvajoya pêş, bi vê wateyê bibe serkeftina şoreşa demokratîk. Ji ber vê yekê, ji bo wê, ew ê çi ji destê wî tê bike. Em bawer dikin. Yanî hemû karker, kedkar, jin, ciwan ji bo ku pêvajo bibe pêvajoyeke demokratîkbûna şoreşgerî wê beşdarî her cure têkoşînê bibin. Bi taybetî jî ciwan û jinên Tirkiyeyê dikarin di têkoşîneke bi vî rengî de roleke mezintir bilîzin. Karker û xebatkar bê guman dikarin rolek bi bandortir bilîzin.

Çîna karkeran bi salan têkoşîn da meşandin. Niha dema bidestxistina encaman e. Wê demê em dibêjin werin em di vê têkoşînê de encamê bigirin. Derdorên siyasî yên demokratîk di vî warî de hinekî zêdetir bi bandor bûne, ew in û em dinirxînin. Em dibînin ku êdî faşîzma AKP-MHP’ê rastî asê maye. Ji ber vê yekê di dawiya rê de, jimartin ji bo wan dest pê kir. Çi bike bila bike, nikare xwe biparêze. Derdorên derve yên ku ew hêvî dike û piştgirî distîne têra wî nakin. Em hêvî dikin ku Tirkiye ber bi şerekî navxweyî, pevçûn û felaketên kûrtir ve neçe. Bi aqil dibe. Ger hewl bide vê yekê bike, ew ê bi xwe bêtir êşê bikişîne. Bila ew derdorên faşîst werin ser hişê xwe. Divê ev muxalefet bi rastî jî bikaribe pêşbîniya demokratîkbûnê bike. Divê karibe li dijî vî şerî derkeve. Divê li dijî zîhniyet û siyaseta qirker a faşîst a AKP-MHP’ê derkeve. Divê karibin rastiya kurd nas bikin. Divê li ser esasê hebûn û azadiya kurdan demokratîkbûna Tirkiyeyê pêşbinî bike. Wê gavê kurd wê bi yek destê bi wan re bibin yek. Yanî tiştekî ku faşîzma AKP-MHP’ê bike nîne. Lê mixabin em tiştekî wiha nabînin. Em hêvî dikin ku vê baştir nîqaş bikin û dersan bigrin.

Tifaqa Ked û Azadiyê, hêzên siyasî yên demokratîk bi bandortir in. Wekî ku min berê jî got, ew vekirî ne. Di vê qonaxê de dikarin rolek jidil û bi bandortir bilîzin. Ji ber vê yekê ew dikarin bi rastî bilîzin. Binêrin, li Kartal û Stenbolê mîtîng li dar xistin. Mîtîngek pir girîng bû.

Bi rastî, ew dikarin her roj bikin. Yanî dikarin her hefte mîtîngên wiha li dar bixin û helwestekê nîşan bidin. Ger zêdetir biçin nav civakê, rastiyan bibêjin, bi taybetî jî daxwazên dayikên karker û leşkeran ji civaka Tirkiyeyê re vekin, bi rastî jî wê li dijî faşîzma AKP û MHP’ê Tirkiyeyê rakin li ser lingan. Divê bi awayekî vekirî vê yekê bike. Ger bikin, rêya wan vekiriye. Tu kes nikare wan bigre. Hêzên din timî desthilatdar bûne, wan nas dikin. Baweriya civakê bi wan nemaye. Ew dikarin bi vî rengî nûjen bikin û pir bi bandortir bibin. Jê re dibêjin hêza sêyemîn, lê ew dikarin bibin hêza duyemîn jî. Dikarin bibin hêza yekem jî. Bila zêdetir rol bigrin li ser xwe, hinekî zêdetir bixebitin. Ew di rewşek wisa de ne. Lê ji bo vê jî bêguman divê civakparêz bin.Divê bi rastî demokratîk bin. Divê li ser bingehê gel be. Mînak; ew girtinê tîne rojevê. Bigre wê bigre. Avakirina partiyê, partî dîtin, kirina têkoşîna siyasetê, ketina hilbijartinê, karekî zor e? Na, ne zor e. Niha jî dibêjin, nizanim dewletê alîkariya xezîneyê biriye. Çi pêwîste bibirin? Ji xwe ger bidiya jî divê HDP’ê negirtiba. Ev xezîne ji ku tê? Ma ev ne îstîsmara gel e? Ma ne li dijî îstîsmarê ye? Ma ew ê bixwaze îstîsmarê parve bike? Ew ê li ser esasê xwe têkoşîna siyasî ya demokratîk bimeşîne? Ne pêkan e. Çima ew dewlet wan pereyan parve dike? Hûnê bi min re sond bixwin, ji ber ku hûn ê berjewendiyên min derxînin holê. Yên ku wan pereyan distînin û bikar tînin, di dawiyê de wê bikin. Ji bo vê divê ev nebe sedem. Divê neyê gotin, “Pere nedane me, em nakin û em nikarin bikin.“Divê palpişta we ne dewlet be; divê gel be, civak hebe, karker, kedkar, jin hebin. Xwe baş li wan bigirin. Yanî hûn ê deh qat nirxê ku dewlet bide biafirînin. Qîmeta gel xurt e, gel dewlemend e. Yên ku xwe bispêrin gel û bi rêxistinkirina gel bi ser dikevin nirxa herî mezin derdixin holê. Di dawiyê de, ji xwe baca ku ji vî gelî tê girtin, li gorî nirxên ku ji aliyê wê dewletê ve hatine dayîn, nayê îstismarkirin? Dewlet ji ku qezenc dike? Ji ber vê yekê tiştê ku ji wir digire dide. Ji ber vê yekê dikare ji civakê were girtin. Ji ber vê yekê divê tu carî hincetên wiha ji bo tiştên wiha neyên.

Digotin sedsala 21‘an dibe sedsala Tirkiyeyê. Sedsala Tirkiyeyê îlan kirin. Ne wisan; Sala 2023’an li Tirkiyeyê sala şoreşa demokratîk e. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê saleke guhertinên mezin e. Li ser bingeha azadiya kurdan, dikare bibe sala demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn. Sala 2023’an dikare bibe saleke bi vî rengî. Yên ku xwe didin ber rewşeke bi vî rengî divê li gorî wezîfe û berpirsyariyên xwe tevbigerin. Sala 2023’an teqez li Tirkiyeyê dikare bibe saleke şoreşê ya mezin. Dikare bibe saleke mezin a guehrtinê. Ya ku em bibêjin bi vî rengî ye. Amranca me jî ev e. Ji bo sal encamên bi vî rengî bi xwe re bîne, weke tevger, weke kurd çi ji destê me bê em ê bi her awayî têbikoşin. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin her kesên ku dixwazin guhertineke demokratîk bikin. Em bi wan re yek in, bi wan re bi hev re ne. Em ketin sala şoreşê ya gelan. Em ber bi sala serketinê ya şoreşê ve bimeşin. Ji niha ve dibêjim, serketina me bila pîroz be, ji her kesî re serketinê dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar