Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Peyman Viyan bi wesîleya 1’emîn salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî ya li Rojhilat û Îranê ji ANF’ê re axivî.
Peyman Viyan di destpêka axaftina xwe de di şexsê Jîna Emînî de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tîne û wiha dewam dike: “Salek bi ser şoreşa Jin Jiyan Azadî re derbas bû. Em malbatên şehîdan û Dayikên Aştiyê yên ku zarokên xwe dane vê şoreşê û pêşengiya şoreşê kirine, bi hezkirin silav dikin. Me saleke têkoşîn, berxwedan û israra azadiyê ya mezin li pey xwe hişt. Bê guman, ev salek bû ku tê de berdelên mezin hatin dayîn. Gelê Rojhilat û Îranê dît ku azadî çiqas berdelên mezin dixwaze. Lê berdêla wê çiqasî giran be jî dîsa jî di azadiyê de israr dikin. Îspat kirin ku bi têkoşînê dikarin vê bi dest bixin.
Gelê Rojhilat û Îranê xwedî ezmûna têkoşînê ye. Bi awayekî zelal nîşan dan ku heta sala 2022’yan negihêjin azadiyê ew ê paşde gav neavêjin. Ji ber ku dizanin paşve gav avêtin ji bo wan tê wateya mirinê. Ev pir girîng e. Piştî jina kurd Jîna Emînî teqîneke mezin rû da. Ev teqîn kîn, hêrs û nefreta ku jinan bi salan li dijî sîstema zordariyê kom kiribû bû. Ev hêrs ne tenê li Rojhilat, li hemû bajarên Îranê jî di rojekê de belav bû. Vê yekê nîşan da ku pirsgirêk û derdên hemû jin û ciwanan yek in. Ji ber vê jî teqîneke wisa mezin çêbû. Helbet ev serhildan ji ber ku li ser esasê paradîgmayekê bû hê bi bandortir bû. Ji ber ku jin û ciwan bi armancekê derketin qadan, dizanîbûn proje û bernameyên wan çi ne. Ji ber vê yekê jinan bi dirûşma Jin Jiyan Azadî şoreş belav kirin û nîşan dan ku li ser kîjan paradîgmayê ava bûne.
Bi salane pergala netew-dewletê bi zîhniyeta baviksalarî xwest wateya Jin Jiyan Azadî tune bike û têkiliya xwe ya bi jinan re qut bike. Lê di şoreşê de girêdana jin û jiyanê careke din watedar bû. Pirsên li ser wateya jinê û girêdana wê ya bi jiyanê re careke din hatin bersivandin. Jin Jiyan Azadî niha ji dirûşmekê wêdetir, weke felsefeya şoreşê, felsefeya jiyanê û heta ronesanseke nû li Îran, Rojhilat û Rojhilata Navîn belav bûye.
Du xalên şoreşê yên pir girîng hene. Yekem; jin pêşeng bûn, ya duyemîn li Rojhilat derket holê. Şoreşa Jin Jiyan Azadî cara yekem sînorên ku rejîmê bi salan di navbera gelan de danîbû rakirin. Ji ber ku hemû kesên beşdarî şoreşê bûne xwedî heman derdî ne. Ji ber vê jî tenê bi têkoşîneke hevpar a jiyaneke nû û azadiyê karîbûn li dijî rejîmê bisekinin.”
‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî veguherî şoreşeke civakî’
Peyman Viyan destnîşan dike ku şoreşa Jin Jiyan Azadî weke şoreşa jinê destpê kir, lê bi demê re veguherî şoreşeke civakî û wiha didomîne: “Ger ev şoreş bi pêşengiya jinan dest pê nekira, ewqas belav nedibû. Ji ber ku jin pêşenga civakê ye, rengê jiyanê ye. Di şexsê jinê de jiyana koletiyê hate afirandin, lewma dema ku bi pêşengiya jinan serhildan çêbû, her kesî di nava şoreşê de cihê xwe girt. Şoreşa her kesî bû. Karker, mamoste, hunermend beşdarî şoreşê bûn, ciwanan roleke mezin lîstin. Ji ber vê jî veguherî şoreşa zihniyetê. Yanî di zihniyetê de guhertinek çêkir û ev guhertin berdewam dike û bûye şoreşeke siyasî, çandî û civakî. Her kesî hembêz kir, her kesî xwe di vê şoreşê de dît. Gelê Rojhilat û Îranê bi pêşengiya jinê li dijî pergala heyî derketin. Jixwe di lêgerînê de bûn, lê nedihat zanîn ku dê li ku û çawa biteqe. Ji ber ku hebûna xwe di şoreşa Azadiyê de dîtin, her kesî xwedî lê derket. Dibe ku ev şoreş bi salan berdewam bike, lê di esasê xwe de armanc, felsefe û paradîgmaya xwe bi awayekî zelal nîşan daye. Ji ber vê yekê em dibêjin erê şoreş di pêşengiya jinan de dest pê kir û her kesî xwedî lê derket.
Di şoreşê de bi pêşengiya jinan mêr jî daketin qadan û şer kirin, li dibistan û zanîngehan her kes tevlî şoreşê bû. Destkeftiyên vê şoreşê çi ne û li ser bingeha destkeftiyan wê çawa bidome gelekî girîng e. Piştî Şehîd Jîna Emînî di şoreşê de bi sedan kes şehîd bûn û bi hezaran kes hatin girtin. Îranê dixwest şoreşê bitepisîne û her kesî bêdeng bike. Ji ber ku tişta ku rejîma Îranê jê ditirsiya pêk hat. Ya ku Îran bi salan jê ditirse ew e ku ciwan hişyar nebin, gel hişyar nebe, jin hişyar nebe, serî hilnede, ji bo mafên xwe dernekevin kolanan. Lê berovajiyê wê çêbû. Ji hemû gelan jin û ciwan bi hev re daketin qadan û bi têkoşîneke hevpar pirsgirêk û daxwazên xwe anîn ziman. Ji ber ku dizanin yekane cihê ku wê azadiya xwe bi dest bixin qadên têkoşînê ye.
Jin, ciwan û civak çiqasî hişyar bibin, rejîm wê lawaz bibe û şoreş wê ewqas bi ser bikeve. Bê guman, ji bo her tiştî têkoşînek hewce dike û ji bo vê yekê berdêlên mezin têne dayîn. Her ciwanek û her jinek ku daket qadan, dizanibû ku wê bi şehadetê, girtin û îşkenceyê re rû bi rû bimînin. Van hemû berdêlan girtin ber çavan û derketin qadan. Ev yek pir girîng e. Vê rewşê çanda berxwedanê afirand. Bi taybetî dema ku me li malbatên şehîdan nihêrî, me dît ku wan berxwedaneke çawa nîşan didin, malbatan çawa xwedî li zarokên xwe derdiketin û divê çi rol bilîzin. Vê yekê çanda berxwedanê afirand. Tevî ku rejîmê dixwest bi gefa darvekirinê di zindanan de berxwedêran bitirsîne jî, zindan careke din bûn qadên berxwedanê. Bi sedan jinên weke Zeyneb Celaliyan hê jî di zindanan de li ber xwe didin. Zeyneb Celaliyan 16 sal in bênavber li ber xwe dide û yek deqeyekê jî negot ew poşman e. Di azadiyê de israr dike. Bi saya berxwedana van jinan şoreşa Jin Jiyan Azadî derket holê. Yên weke Zeyneb ku 16 sal in li berxwe didin, dizanin ku rojekê çi dibe bila bibe ew ê hesab ji vê sîstemê bê xwestin.”
‘Êdî her kesî têgihîşt ku eger yekgirtî bin serkeftin esas e’
Viyan, wiha berdewam dike, dewleta Îranê fêm kiriye ku êdî nikare îradeya gel bi gefên darvekirinê, îşkence, girtin û qetlîamê bişkîne û wiha dirêjî da gotina xwe: “Şoreşa Jin Jiyan Azadî berxwedan derxist asta herî jor. Ruhekî hevpar derket holê. Êdî her kesî têgihîşt ku eger yekgirtî bin ew ê serkeftinê bi dest bixin. Ji ber vê yekê gelên belûç, kurd, azerî û faris dîtin ku pirsgirêkên wan yek in û çandeke hevpar ava kirin. Belê, bi salan e têkoşîn heye, pirî caran li Belûçistan û Kurdistanê serhildan hebû, lê bi serhildana dawî re Belûcistanê dengê xwe da Kurdistanê, Azerbaycanê dengê xwe da Belûçistanê. Li vir êdî çandeke hevpar hatiye afirandin û li ser vê bingehê di şoreş de israr tê kirin.
Jin Jiyan Azadî jî hêvî û bawerî afirand. Di şoreşan de ev pir girîng e. Ji ber vê çendê dirêj kir. Gel bawer dikir ku rejîm bi vî rengî dewam nake û hêza xwe dît. Dît ku hêza gel a ku di pêşengiya jin û ciwanan de derketiye holê çiqas mezin e û bi vê hêzê wê bi dehan dîktator hilweşînin. Vê yekê bawerî, hêvî û hêz afirand. Armanca rejîm û dewletan ew e ku berxwedêran bêhêvî û bêbawer bihêlin. Lê vê şoreşê hêvî û bawerî afirand. Ji ber vê yekê hemû gelan dihewand. Dewleta Îranê ku di şoreşê de bi sedan kes qetil kirin, zarok û malbatên şehîdên ku piştgirî dan şoreşê jî digre. Niha ji her malbatekê 2-3 kesan destgîr dikin, îşkence dikin û digrin.
Îran her kesî tehdîd dike û dibêje, ‘Eger hûn dakevin kolanan, piştgirî bidin şoreşê û serî hildin, ew ê dawiya we wiha be.’ Lê ev dewlet 44 sal in vê zilmê pêk tîne. Mirovên di bin zilm û zordariyê de dijîn ji xwe vê yekê dizanin. Tu carî ji vê natirsin. Ez di wê baweriyê de me ku ew ê bi hêztir xwedî li şehîdên xwe derkevin. Ne tenê malbatên şehîdan, divê hemû malbat berpirsyariya xwe bi cih bînin. Ger îro dewlet malbatên şehîdan digre û weke gefan bikar tîne, divê gelê me bi pêşengiya jin û ciwanan careke din îspat bike ku li hemberî şehîdan xwedî berpirsyarî ne. Divê bê gotin ku ‘em hemû malbatên şehîdan in’. Divê her kes bi vê berpirsyariyê xwedî li şehîdan derkeve. Ez bawerim dê bi vî awayî bibe. Berpirsyariyeke me heye ku em van berdêlan bigihînin serkeftinê.”
‘Eniyek xurt a jinan û têkoşînê pêwîste’
Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan, tîne ziman ku dewleta Îranê piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî tolê ji jin û xwendekaran hiltîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi hezaran jinên ciwan hatin jehrîkirin, jin hatin girtin, îşkencekirin û qetilkirin. Dewletê xwest bi vî awayî tola xwe hilîne. Lê tevî van hemûyan jî nekarî vê şoreşê rawestîne. Polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta Îranê êdî têk çûye. Bi van polîtîkayan nikarin li hemberî gel bisekinin. Ji ber vê yekê sala duyemîn a şoreşê gelekî girîng e. Em ê têkoşîneke çawa bidin, em ê çawa vê şoreşê bidomînin? Ji ber ku şoreş di nava çend mehan de pêk nayê. Ji ber ku weke min got şoreşeke zihnî, şoreşeke siyasî, şoreşeke civakî heye û divê berdewam bike. Ya girîng ew e ku em ji vê şoreşê re baş amade bin. Divê rêxistineke xurt hebe. Divê berdêlên hatine dayîn vala neyên derxistin.
Di sala 2’yemîn a şoreşê de yekitiya xwe xurtkirin pir girîng e. Bi taybetî jî divê jin bibin yek. Divê em bi têkoşînek hîn rêxistinkirî, bi zanebûn, hîn perwerdekirî û bi hêztir nehêlin agirê serhildanê yê ku ji aliyê şoreşê ve hatiye vêxistin, vemire. Di dibistanan de mamoste xwedî rolên pir girîng in. Divê her kes rola xwe li dibistan û zanîngehan bilîze. Divê di civakê de yekîtiyeke xurt û têkoşîneke hevpar hebe. Ger têkoşîn parçe bibe, nikare encamê bide, lê dema têkoşînek hevpar hebe, serkeftin teqez pêk tê. Divê ev armanc be. Weke KJAR’ê armanca me ya sereke di sala 2’yemîn a şoreşê de xurtkirina rêxistinbûn û yekîtiya jinan e. Em bi salane ji bo vê têdikoşin, em bedelên giran didin. Divê em kesayeta ku şoreşê derxistiye holê biparêzin û mezin bikin. Eniyek xurt a jinan pêwîst e. Em vê pêwîstiyê pir girîng dibînin û ji bo vê têdikoşin û hewl didin. Divê jinên bellûcî, azerî, kurd, ereb û fars bi hev re di eniyeke xurt û demokratîk de têkoşîna azadiyê bidin.
Weke jin divê êdî em nehêlin mêr biryar bidin ka em çawa bijîn. An jî jin ewqas têkoşiyan û berdêl dan, nabe mêr tenê biryar bide. Em niha ji bo vê têdikoşin û weke jin em ê têkoşîna xwe di hemû qadên jiyanê de bidomînin. Şoreşa ku bi pêşengiya jinan neyê kirin mehkûmî hilweşînê ye. Rêber Apo bi salan e li ser vê yekê israr dike. Diyar kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Ev yek di karakterê şoreşa Rojhilat û Îranê de jî diyar dibe. Ji ber vê yekê ger jin bigihê mafên xwe û azad bibe, wê hemû beşê civakê azad bibe. Azadiya hemû gelan bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Çawa ku pirsgirêkên jinan dibin pirsgirêka hemû civakê, azadiya jinê jî tê wateya rizgarî û azadiya civakê. Di sala 2’yemîn a şoreşê de, zilm û zordariya rejîmê çiqasî mezin be, divê berxwedan û têkoşîna me jî ewqasî mezin be. Çi dibe bila bibe dê têkoşîna me bidome.”