Piştî ku malbata wî ji qirkirina Ermenan a 1915’an rizgar bû û neçar ma ji Amedê koçî Qamişloyê bike, di sala 1934’an de li bajarê Qamişlo yê Rojava ji dayik bû.
Aram Tîgran ku pîşeyê bavê xwe dikir, piştî diyalogek bi bavê xwe re jiyana wî guherî. Bavê wî jê re got, ‘Ez dixwazim ku tu jî êdî dest bi hunerê bike. Tu jî dikare bibe hunermendek’. Piştre ûdek ji Aram re kir û ğiştî perwerdeya 6 mehan a mamosteyê wî, ber bi jiyana hunerê gav avêt. Di salên 20’î de êdî profesyonel bû û tevlî şevên bi muzîkê bû.
Di sala 1966’an de li paytexta Ermenistan Erîvanê bi cih bû. 18 salan li Radyoya Erîvanê ked da, gelek stranên wî li radyoyê hatin qeyidkirin û stranên wî li Kurdistanê jî hate guhdarîkirin. Sala 1955’an û piştî wê jiyana xwe li Atînayê dewam kir. Êşên gelê Kurd timî dianî ziman, ne tenê tevkarî li muzîka Kurd kir, di heman demê de bi zimanê xwe yê dayikê bi Ermenî, bi Erebî, Tirkî û gelek zimanên din stran got.
Bi stranan qala êşên gelê kurd kir
Aram Tîgran di her stranê de bi gotin û dengê xwe qala êşên Kurdan û Ermenan kir, digot ‘Ez Ermen im, lê belê bi êşa Kurdan di heman demê de êşa Ermenan hîs dikim. Ez ji Mezopotamyayê me’. Aram Tîgran bi stranên xwe bû dengê êşan, bi vî rengî qala dostaniya xwe ya bi gelê Kurd re dikir: “Kurd û Ermen beriya her tiştî gelê herî qedîm in. Bi salan bi biratî jiyan e. Gelekî başiya gelê Kurd li bavê min bûye. Bavê min her tim digot, ‘Eger ez niha sax bim, bi saya Kurdan e’, ji ber ku di dema qirkirina Ermenan de malbateke Kurd malbata min rizgar kiribû.
Lewma ez xwe li hemberî gelê Kurd deyndar dibînim. Ji min re digot, ‘Heta ku tu hebe, tu yê piştgiriyê bide gelê Kurd. Eger ez îro dikarim li çavên te binihêrim, ev bi saya gelê Kurd e. Lewma tu yê xizmetê ji gelê Kurd re bike, bi ked û hunera xwe dostaniya xwe ya bi gelê Kurd re dewam bike’. Min wasiyeta bavê xwe bi cih anî.”
Bi stranên xwe hesreta xwe kêm kir
Aram Tîgran ku beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya 9’emîn a Amedê bû, strana xwe ya ji bo Amedê nivîsî jî li vê derê got, Aram Tîgran dema ku hat Amedê çû gundên dayik û bavê xwe Bêmde (Bi Ermenî Kexriban) û Kaskê, hingî bi vî rengî qala hestên xwe kiribû: “Dema ku min li wan çiya, dar, çem û malan nihêrî dilê min lerizî. Ez giriyam. Canê min gelekî êşiya. Bavê min, dayika min, êşên ku wan kişandin hate bîra min. Gelekî li ber ketim. Li ber ketim ku çawa em nekarîbû li ser vê xakê mezin bibin.”
Aram Tîgran ku 6’ê Tebaxê mejiyê wî mir, di 8’ê Tebaxa 2009’an de li Yewnanistanê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Wasiyeta wî ew bû ku li Amedê bê veşartin, lê belê dewleta Tirk nehişt. Lewma jî li Brukselê li Goristana Ermenan hate veşartin û axa ji Amedê li ser gora wî hate reşandin.
Di jiyana xwe de 11 albûm amade kir. Aram Tîgran bi Kurmancî 230, bi Erebî 150, bi Suryanî 10, bi Yewnanî jî 8 stran got. Ji bo Aram Tîgran li Amedê karên konservatûarê hate kirin, lê belê di sala 2016’an de di dema qeyûm de dawî lê hate anîn.
Di serî de Qamişlo li her kolaneke Rojava, li hundirê her wesayitekê stranên Aram Tîgran têne gotin. Tevî ku zarokê malbateke Ermen ê ji qirkirinê reviya bû, Aram Tîgran li Qamişloyê, ji aliyê gelê Qamişloyê ve bi hezkirineke hîn zêde mezin dibe. Ji zarokan heta mezinan her kes li kolanên Qamişloyê stranên Aram Tîgran distirên.
Ne tenê li Qamişloyê, li Rimêlanê jî Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ji bo hemû pêkhateyan bûye dibistaneke hunerê. Ji 7 heta 70 salî perwerdeya şano, muzîk, govendê, wêne û bikaranîna amûrên muzîkê ji şêniyên herêmê re dide. Ji festîvalan re jî malovaniyê dike, di heman demê de pirtûkxaneyeke navendî ye ku nêzî 7 hezar pirtûk lê ne.
Aram Tîgran ji bo têkoşîna gelê Kurd bû hîmekî hunerî. Hunermendên Kurd jî ji bo bîranîna Aram Tîgran bi navê ‘Evîna Aram’ di sala 2005’an de albûmek amade kirin.14 jê ji aliyê hunermendên Kurd ve hatin gotin.
‘Banga rastiya gelê kurd’
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hestên xwe yên destpêkê yên dema bihîstina dengê Aram Tîgran bi vî rengî anîbû ziman: “Ji zarokatiyê ve min li kilamên Kurdî guhdarî kiribû. Meryemxan, Birayên Cizrawî. Lê belê di nava şert û mercên Enqereyê de dema ku min dengê Aram Tîgran bihîst, bandoreke cuda li min bû. Piştre dema ku min şîrove kir, hingî gihîştim wê encamê ku Aram rastiya Kurdan, bi taybetî jî rastiya gelê Kurd anîbû ziman. Ji ber vê yekê min qebûl kir ku huner şêweyekî vegotina rastiyê ye. Di nava wî dengî de hem banga li rastiya gelê Kurd hebû hem jî bi naverokê ‘eşqa bêhêvî’ dihate ser ziman. Lewma li rastiya min dihat.
Hatina Aram Tîgran a li qada min û vekirina Med TV ew ‘eqşa bêhêvî’ bi hêvî bûbû. Berê di sala 1995’an de dema ku Med TV vebû, ez jî bi telefonê beşdarî bernameyê bûm ku Aram Tîgran lê mêvan bû, min pê re hevpeyvîn kiribû û jê xwestibû ku wê strana ‘Delalo’ ya ku gelekî jê hez dikim, bistirê. Li gorî min, gotina wê stranê ya wê demê bêhempa bû. Hîn dema ku diçûm lîseyê dema ku min straneke wî bi tesadûfî bihîst, min ji xwe re got, ‘Rastiay ku ev deng tîne ziman divê teqez bê dewamkirin. Bi rengekî azad’. Rojek beriya ku ji Sûriyeyê derkevim em bi hev re bûn. Nedihate bîra min ku em ê careke din qet nikaribin hev bibînin. Min cihêbûneke bi vî rengî qet nedixwest. Pêkhatina konserên Diyarbekir ji bo wî jî kêfxweşî bû. Wî em, me jî ew dişopand. Ev dengê dawidî wê weke sûltanê dengê rastiya me ya azad her hebe.”
‘EZ JÊ RE DIBÊJIM ŞEHÎDÊ MEZIN’
Aram Tîgran dema ku jiyana xwe ji dest da, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan şîna xwe dianî ziman: “Di serî de ji malbata wî re ji tevahiya gelê me û gelê Ermen re sersaxiyê dixwazim. Aram Tîgran bilbilê Rojhilata navîn bû. Aram di heman demê de ozanê min ê şexsî bû. Destpêkê dema ku li Enqereyê bû min ji radyoyê dengê wî bihîst. Hingî min gotibû ‘Divê ev deng dewam bike, timî azad be’. Wî dengî ez gihand Kurdistanê. Ev deng namire. Ji bo Aram nikarim bibêjim ku miriye. Aram şehîd bûye, tevlî karwanê nemiran bûye. Jê re dibêjim şehîdê mezin. Ji bo min Aram nemiriye.”