Parlamentera Qersê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî axivî ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û anî ziman ku komploya navneteweyî û polîtîkaya tecrîdê ya piştre kete meriyetê, bi berxwedana gelê kurd hate pûçkirin.
Koçyîgît anî ziman ku di şexsê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan de komplo li dijî gelê kurd, civakîbûna kurd, têkoşîna azadiyê, têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê ya Kurdan hatiye kirin û got, “Piştî destpêkirina komployê sîstema navneteweyî qet nesekinî. Ji avakirina DAIŞ’ê heta bi El Qaîde û Talîbanê, em dibînin ku sîstema navneteweyî hêzên li dijî civakê, li dijî azadiyê, li dijî jinê bi çek kirin û xwestin li Rojhilata Navîn bikin aktorek, bikin hêzek. Bi vî rengî hewl dan nîzameke nû biafirînin.”
Gel bêyî ku bibe dijminê hev dikare bi hev re bijîn
Koçyîgît ragihand ku cografya Rojhilata Navîn divê li gorî çareseriyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan bê şîrovekirin û wiha dewam kir, “Em dikarin bibêjin ku li hemberî sîstema konfederal a demokratîk, paradîgmaya neteweya demokratîk, paradîgmaya azadîparêziya jinê, paradîgmaya ekolojîk komplo hate kirin. Ji bo rizgariya ji vê xeleka ji agir tenê ji bo me paradîgmayek heye. Ew jî paradîgmaya neteweya demokratîk, sîstema konfederal a gelan, yanî jiyana bi hev re û azad a civak, bawerî û gelan e. Ji bo vê jî divê hin gav bêne avêtin. Di serî de pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk dikare bê çareserkirin. Li Rojhilata Navîn gel bêyî ku bibe dijminê hev dikare bi hev re bijîn. Formula vê jî Birêz Ocalan bi rengekî şênber destnîşan kiriye. Lê belê em dibînin ku ev yek bi kêrî hêzên navneteweyî û hêzên statukoparêz nayê. Lewma di halê hazir de vaye 30 meh in li ser Birêz Ocalan û girtiyên din ên siyasî ıyên li wê derê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.
Ji ber ku bi kêrî wan nayê rastiyeke AKP-MHP’ê heye ku hewl dide destketiyên gelê kurd hemûyan tune bike. Ji ber ku bi kêrî wan nayê rastiyeke Tirkiyeyê heye ku îro êrîşî Rojava dike. Dema ku mirov bala xwe dide ser van hemûyan, fêhm dikin bê komplo li hemberî kê, çi û çima hatiye kirin. Bêguman em dibînin ku gelê kurd jî, siyaseta demokratîk a li Tirkiyeyê jî li dijî komployê xeteke sekna demokratîk bilind kirine. Em pêngava şoreşgerî ya îro weke bersivek li komployê dibînin. Bi şênberî vê yekê nîşan dide.”
Aştî xistine girtîgehê û tecrîd kirine
Koçyîgît diyar kir ku gava wan tecrîd şikand wê hemû bendên li pêşiya xwe ji holê rakin û wiha got: “Hêviya aştiyê ya gelê kurd xistine girtîgehê, tecrîd kirine. Ya rast li hemberî hebûna siyaseta Kurd a demokratîk siyaseta tecrîdê tê meşandin. Di şexsê Birêz Ocalan de paşeroja gelê kurd tê tecrîdkirin. Tecrîd li ser hebûna gelê kurd e. Ji ber vê yekê jî em tecrîdê tenê weke meseleya hevdîtinê ya li girtîgehê nanirxînin. Em zanin ku her tiştên bi serê gelê me, bi serê gelên Tirkiyeyê de tên têkildarî tecrîdê ne. Her ku tecrîd tê şidandin kiryarên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê jî zêde dibin. Her ku tecrîd tê şidandin polîtîkayên şer jî giran dibin. Her ku tecrîd tê şidandin, krîza li sîstema vî welatî bêhtir dixitime. Û her ku tecrîd tê şidandin qirkirina jinê ya li vî welatî weke qirkirina jinê, weke qirkirina zayendî dewam dike.”
Koçyîgît ragihand ku hem li dijî komploya navneteweyî hem jî li hemberî tecrîdê divê gelên Tirkiyeyê, hemû beşên civakê dengê xwe bilind bikin û wiha pêde çû: “Em tecrîdê tenê li ser Kurdan, tenê li dijî Birêz Ocalan, tenê li Îmraliyê nabînin. Piştî ragihandina Rewşa Awarte ya sala 2015’an û pê ve em dibînin ku sîstema tecrîdê ya Îmraliyê li her devera welêt ketiye meriyetê. Tê wê wateyê ku bêhn li kedkaran tê çikandin, ewlehiya mafê wan nîne.”
Gulistan Kiliç destnîşan kir ku tecrîd meseleyeke teknîkî nîne, bêhiqûqiyeteke ku divê gelê Tirkiyeyê hemû li ser bisekine û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mesele ne ew e ku tenê hevdîtinek li girtîgehê bê kirin. Li vî welatî gelek bêhiqûqiyeke bingehîn heye. Hewl didin rejîmekê bi pêş ve bibin. AKP vê yekê dike. Bi vê bêhiqûqiyê hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne. Her mirovekî li Tirkiyeyê bêyî ku li ber tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê rabe gelo wê çawa karibe li ber bêhiqûqiya li devereke din rabe. Yanî em li ber qirkirina daristanên Akbelenê radibin, li ber qirkirina daristanên li Çiyayê Kazê radibin, li ber kêmaniya mûçeyên karkeran radibin, li ber tepisandina berxwedana karkeran radibin, li ber tasfiyekirina saziyên demokratîk radibin, li ber betalkirina Peymana Stenbolê radibin.
Ocalan muxatabê bingehîn e
Lê belê dema ku em li ber van radibin, gava mijar dibe Îmrali em dibêjin ‘lê belê’, em xwe bêdeng dikin, hingî pirsgirêka me ya samîmiyetê heye. Bi nedîtina tecrîda li girtîgeha Îmraliyê demokratîkbûn li Tirkiyeyê nabe. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin Tirkiye demokratîk nabe. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin pirsgirêka Kurd çareser nabe. Ji ber ku Birêz Ocalan muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd e. Yanî eger wê aştî pêk were, wê pirsgirêk çareser bibe hingî muxatabê sereke di vir de Birêz Ocalan. Gelê me Birêz Ocalan weke muxatabê bingehîn dibîne.
Lewma daxwaza azadiya muxatabê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan, daxwaza rakirina tecrîdê, daxwaza bicihanîna hiqûqa gerdûnî, hiqûqa navneteweyî û qanûnên Komara Tirkiyeyê daxwazên rewa ne. Bi rabûna li ber vê bêhiqûqiyê mirov dikare bibe demokrat û şoreşgerê rastewîn. Eger em dixwazin mafê jiyanê biparêzin, eger em dixwazin hiqûqa xwe ya li vî welatî biparêzin, eger em dixwazin welatekî demokratîk, wekhev, aştiyane û paşeroja vî welatî biparêzin, eger em Komareke demokratîk dixwazin, wê demê divê em li ber vê yekê rabin, dengê xwe bilind bikin, çalakiyên aştiyane, demokratîk û rewa pêk bînin.”