Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re pirsgirêk çareser nabin

Ji rêveberên ÎHD'ê ya Wanê parêzer Heval Sînan Aras diyar kir ku bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan dixwazin pirsgirêka kurd bêçareserî bihêlin û wiha got: “Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re çareseriyeke aqilane, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd tê astengkirin."

Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş 35 meh in ti agahî nayê wergirtin. Li çar aliyên cîhanê jî di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çreseriya siyasî’ çalakî têne lidarxistin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê 57 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Heval Sînan Aras têkildarî tecrîd û rewşa grtiyan de axivî. Aras diyar kir ku li gorî qanûna înfazê bi wergirtina belgeyekê ji nexweşxaneyekê yan jî Saziya Tipa Edlî cezayê girtiyên nexweş dikare bê taloqkirin û wiha got: “Mixabin di vê mijarê de erk û maf ji dozgeran re hatiye dayîn, ev maf jî bi rengekî kêfî tê bikaranîn û li dijî girtiyên nexweş biryar têne wergirtin.”

Parêzer Heval Sînan Aras anî ziman ku li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi rengekî cidî mafên mirovan têne binpêkirin û got, “Tirkiye li gorî wan peymanan tevnagere ku mohra xwe daniye binî. Destûra Bingehîn, Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê ya Tirk têne binpêkirin. Kontrolên tenduristiyê û dermanên pêwîst nayên dayin. Bi taybetî cezayên dîsîplînê têne dayin, tecrîd tê şidandin.”

Parêzer Aras ragihand ku tevî girtîgehên bi tîpa F li girtîgehên bi tîpa S û bi Ewlekariya Bilind bi temamî tecrîd tê ferzkirin û wiha domand: “Ceza di nava ceza de li girtiyan têne birîn. Li hucreyên yek kesî mirovan bbi temamî bi tenê dihêlin û ji aliyê fikrî ve mirovan bi saxî dikujin. Li deverên gelekî dûr, li girtîgehên bajarê cuda têne ragirtin. Xizmên girtî û hikumxwaran nikarin bi hêsanî biçin serdanê.”

Parêzer Aras anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li dijî Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê ya Tirk e û wiha dawî li  “Li gorî qanûnan divê karibe bi malbat, xizm û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. 35 meh in ev maf tê astengkirin. Li vir mewzûata qanûnî bi cih nayê anîn. Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re li ser bingeha polîtîkayên şer dixwazin pirsgirêka kurd bêçareserî bihêlin. Bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re çareseriyeke aqilane, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd tê astengkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar