Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi têkoşîna hevpar serkeftin nêzîk e

Em di pêvajoyek pir rojevî de derbas dibin. Bêguman her rojevek bi serê xwe, xwediyê wate û girîngiyê ye. Lê îro terz û qerekterê siyasetê jî guheriye. Çawa mijarên kurevî bandorê li rewşên herêmî dikin, wisa bûyerên herêmî û lokal jî bandorê li ser pêşketinên kûrevî dikin. Bi taybetî ji bo Rojhilata Navîn ev rastî zêdetir derbas bar e. Siyaset jî divê li ser vê bingehê bê honandin, hevsengiya bûyerên kurevî û herêmî bê honandin. Li Rojhilata Navîn kaosa pergala kapîtalîst hindî diçe kûr dibe. Êrîş guherîn û veguherînê tên kişandin. Aliyên vê têkoşînê zelal in. Hêzên statûkoparêz, dagirker, emperyalîst li aliyekê; hêzên demokrasîxwaz jî li aliyekê ne. Divê hemû rojevên heyî di vê çarçoveyê de bên dîtin û têkoşîn li gorî vê bê meşandin.

Niha li Suriyeyê û girêdayî vê yekê li Rojhilata Navîn hevsengiya heyî serobin dibe û hewildanên hevsengiyek nû heye. Piştî şerê heşt salan ê li Suriyeyê hêzên hegemonîk niha dixwazin bi rêbazek cuda berjewendiyên xwe biparêzin. Ev dê hevgirî û hevalbendiyên nû bi xwe re bîne. Biryara DYA’yê ya vekişîna ji Suriyeyê jî encamek vê hewildana nû ye. Li vir xala derdikeve pêş ew e ku DYA dixwaze rolek bide Tirkiyeyê. Lê ji ber politikaya dijminane ya Tirkiyeyê ku li hemberî kurdan dimeşîne, ev plana wê bi rê ve naçe. Bi gefên li hemberî Tirkiyeyê û hişyariyên li hemberî kurdan, DYA dixwaze van hêzan bîne ser xeta xwe. Lê ji ber dijminiya li hemberî kurdan dê çiqas pêk bê ev plan nediyar e.

Li gorî hevkariya Tirkiye û DYA’yê dê pêşketinên li Tirkiyeyêjî biguherin. Bandora wê dê li ser pêvajoya berxwedanên li girtîgehan, destkeftiyên li bakur û rojhiltê Suriyeyê û hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê jî bike. Îktîdara AKP-MHP’ê dixwaze bikeve bakûr û rojhilatê Suriyeyê û statûya kurdan asteng bike. Hewil dide DYA’yê ji bo vê yeke îkna bike. Bi hêza ji vir girtî jî dixwaze nijadperestiyê bilind bike û pergala dîktatoriyê ya li Tirkiyeyê sazûmantir û bihêztir bike.

Li ser vê bingehê berxwedana li zindanan û hilbijartinên herêmî zêdetir girîng dibin. Çawa dîktatoriya AKP-MHP’ê dixwaze bi êrîşên ji derve hêzên nijadperest ên hundir xurt bike û bi hêza ji hûndir digire êrîşî derve bike, divê hêzên aştîxwaz û demokratîk jî li gorî wê tê bikoşin. Pêwîst e hêzên demokratîk jî bi têkoşîna hundir piştgirî bide bakur û rojhilatê Suriyeyê û bi hêza ji wir digire jî têkoşîna li hemberî faşîzmê xurt bike.

Di vî warî de avantajek mezin a hêzên demokratîk heye. Îro li hemberî êrîşên faşîzmê li hemû deverên cîhanê bertekek girîng çêbûye. Piştgiriyek mezin a gelan ji bo gelê kurd û hêzên demokratîk heye. Berxwedanên zindanan, meşandina xebatên hilbijartinê û piştgiriya ji bo Rojava bi hev re bên meşandin, şîrmaqa dawiyê li faşîzmê bixe. Ji bo vê pêwîstiya me bi dîtina hêza me heye. Ev hêz û derfet niha li pêşiya me ne. Em guh bidin vî dengê berxwedanê yê ji zindanan hatî û lê xwedî derkevin bihar dê bibe ya me.

Nûçeyên Têkildar