Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bi têkoşîna Rêber Apo ew kurdên mirî serî hildan û xwe îspat kirin’

Dayîka Şehîd Barîn, Cihan Bozan anî ziman ku dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê şansekî mezin bû û got: "Eger ez kor bim Rêber Apo çav e, lal bim Rêber Apo ziman e, Rêber Apo ji bo min her tişt e. Rêber Apo jin a kole rizgar kir û çavê me bi azadiyê ronî kir."

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Dayîka Şehîd Barîn, Cihan Bozan ji ANF’ê axivî û qala kêliya ku Abdullah Ocalan dîtî, kir.

‘Ew rêberê yekem e ku ji bo mafê jin têdikoşe’

Dayîka Şehîd Barîn, Cihan bozan wiha qala kêliya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtî, kir û got: “Li gel hevalan me berê xwe da bajarê Libnanê û em tevlî nava şahiya 15’ê Tebaxê bûn. Ji bo min şansekî mezin e ku min Rêber Apo dît. Ew rêberê yekem e ku ji bo mafê jin têdikoşe. Di dirêjahiya dîrokê de her kes jî dizane ku jin du caran bûye kole. Yek koleyê civakê ya din jî koleyê zilam e. Lê piştî derketina Rêberê me, êdî jinê xwe îspat kir.”

Dayîka Cihan diyar kir ku her serokekî li cihanê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî tev digere û got: “Lê Rêberê me ji bo civakeke demokrat û exlaq û polîtîk, ji bo azadiya jin têkoşîn dike. Ew kurdên ku navê mirî li wan hatine kirin, bi têkoşîna Rêber Apo ew kurdên mirî serî hildan û xwe îspat kirin.”

‘Fikra Rêber Apo li ser esasê hiqûq û exlaqê ye’

Cihan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger ez kor bim Rêber Apo çav e, lal bim Rêber Apo ziman e, Rêber Apo ji bo min her tişt e. Fikra Rêber Apo li ser esasê hiqûq û exlaqê ye. Fikrên Rêbertî ji bo tevahî gelê bindest e, ji bo azadiya jinê ye. Rêber Apo jina kole rizgar kir û çavê me bi azadiyê ronî kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar