Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Bi telefonê kurtefilman dikişînin

Li dibistaneke amadeyî ya Silêmanî xwendekar waneya sînemayê dixwînin. Xwendekaran heya niha 15 kurtefilm bi telefonê tomar kirine. Dîmenên ku girtine jî bi bernameyên taybet ên mobaîl û kompûterê montaj dikin

Li dibistana amadeyî ya Rêgay Têkelaw a li taxa Hawarî Şar a Silêmanî, ji dibistanên din cûdatir li vê dibistanê de waneya sînema ji bo çêkirina filîman li ser bernameya waneyan hatiye zêdekirin.

Bextiyar Ebdulla li dibistana Rêga mamostayê waneya hunere. Rojek Bextiyar Ebdullah pêşniyara dayîna waneya sinema, pêşkêşî rêveberiya dibistanê dike. Piştrejî Rêveberiya Perwerdê ya Silêmanî vê pêşniyarê erênî dibîne û dipejirîne.

Heya niha xwendekaran divê waneyê de karîne bi giştî 15 kurtefilm ku dîmenê wê bi telefonê hatine girtin, tomar bikin. Filmên ku hatine tomarkirin heya niha li tu cihek nehatine nîşandan. Mamosta û xwendekaran biryar dane ku van filman di festîvalek taybet a dibistanan de nîşan bidin.

Têkildarî xwendina vê waneyê û karê ku hatî kirin mamosta Bextiyar Ebdullah ji Rojnews’ê re axivî û wiha got:  “Piştî ku pêşniyara me hate erêkirin, me bernameyek ji bo waneyê danî. Me destpêkê de wane li ser rêyên çawabûna sînemagerek baş da, piştre li ser derhênerî, monîtortî, kamêravantî ji xwendekaran re wane pêşkêş kir.”

Bextiyar Ebdullah ji bilî hunerê çêkirina filim, xwendekaran fêrî nivîsîna senaryoyên filman jî dike. Ji bona wê çendê filmên ku hatine çêkirin senaryo bigre heya montaja wê ji aliyê xwendekaran ve hatine çêkirin.

Xwendekar kêfxweş in

Xwendekarên dibistana amadeyî ya Rêga eşkere kirin ku ew bi xwendina vê waneyê gelek keyfxweşin û niha li cem wan waneya herî giring waneya sînemaye. Xendekaran daxwaz kirin ku ev wane di hemû dibistanan de were dayîn.

Xwendekarê dibistana amadeyî Serko Mihemed ku bi telefonê dîmenê filim digre, bi rêya vê waneyê re heskirina wî ji karê wênegirtin û çêkirna filman re çêbûye. Daxwaza wî ewe ku ev wane di hemû dibistanan de weke waneyek sereke were dayîn, herwiha dinava dibistanan de pêşbirkên filmên herî baş were çêkirin û festîvalên taybet dinava dibistanan de li ser filman were li darxistin.

Xwendekara bi navê Niyaz Kemal jî di vê waneyê de karê derhênertî dike, ji Rojnews’ê re got; “Hinek ji filmên ku me çêkirine, ji serpêhatiyên rastîn hatine wergirtin, hinek din jî xeyalî ne ku ji aliyê xwendekaran ve senaryo hatine nivîsîn. Hinek ji berhemên me trajedîne, hinek jî komedî ne û di bernameya me de çêkirina filmek bi tirs jî heye.”

Heskirina vê waneya sînemayê bandorek mezin li ser xendekaran kiriye. Niyaz Kemal aşkera kir ku pîşeya derhênertî li cem wê bûye yek ji daxwazên herî mezin ji bo pêşerojê daku ew weke jinek karê derhênertî bike.

Di dema çêkirina van kurte filman de mamosta jî li gel xwendekaran wek aktor cihê xwe têde digrin. Mamostayan ji 15 kurte filmên ku hatine çêkirin, di 10 filman de cih girtine. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar