Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

​​​​​​​‘Bi tevlîbûna YAT’ê re em ê bibin bersiva şehîdan’

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku, bang li hemû ciwan û pêkhateyên herêmê kir ku tevlî YAT`ê bibin û ala serkeftinê wê her li ba bimîne.

Merasîma oxirkirina 9 şehîdên YAT’ê piştî merasîma leşkerî û radestkirina nasnameyên şehîdan ji bo malbatan destpêkir.

Axaftina destpêkê ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî ve hat kirin. Mazlum Ebdî, sersaxî li hemû malbatên şehîdan û malbatên 9 şervanên YAT`ê xwest û da zanîn ku wekî hevalên şehîdan bi wan serbilindin. Ebdî hîtabî malbatên 9 şervanan kir û got: “Bi zarokên xwe biserbilind bin”.

Mazlum Ebdî, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Ser navê Fermandariya HSD`ê em tevahî gel, dostên xwe yên îro li vir amade ne û êşa me parve dikin silav dikin. Di bûyera şahadetê de gelek dostên me li gel me sekinîn, bi me re bûn alîkar ku şehîdên me heya vir bi me re anîn. Em wan spasiya wan jî dikin. Îro em li vir fermandarên YAT`ê Şervan Kobanê û 8 hevalên wî yên qehreman oxir dikin. 9 qehremanên şoreşa Rojava, pêşengên HSD û gelên me yên pêşengtiya şerê terorê dikirin oxir dikin; 9 ciwanên çeleng û fedekarên xwe bi rê dikin. Bi vê munasebetê wekî tevahî şehîdên me ew jî ji me re bûne mînak û rêber, girêdana me xurttir kirin. Li ser vî esasî em ê girêdana xwe xurtir bikin. Xebatên ku ew tê de cih digirtin em ê teqez bi serbixînin.”

‘Wê HSD`ê tu carî têk neçe’

Mazlum Ebdî, anî ziman ku ewê heya dawî deskeftiyên şoreşa rojavayê Kurdistanê û gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê biparêzin û wiha dom kir: “Em ê saziyên xwe yên leşkerî heya dawî biparêzin da ku heza me HSD û tevahî saziyên me bigihîjin astekê tu carî têk neçe. Wê HSD`ê tu carî têk neçe. Bi vê mûnasebeta bi êş di huzura şehîdên ciwanên gelê me de em bang li hemû ciwanan û pêkhateyên herêmê dikin ku tevlî hêza me Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî diyar kir ku, bang li hemû ciwan û pêkhateyên herêmê kir ku tevlî YAT`ê bibin û ala serkeftinê wê her li ba bimîne.`ê bibin û em destkeftiyên şoreşa xwe li dijî dijminan biparêzin.”

`Ala şehîdan dewir kiriye wê her bilind be`

Mazlum Ebdî axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wê ala Şehîd Şervan û 8 hevalên wî tu carî nekeve û wê di destê hevalên wan de be. Wê ev al heya serkeftinê bilind bibe. Şehîd namirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar