Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Bi tirsandinê dengê gel nayê qutkirin

Mamosta û nivîskarên başûrê Kurdistanê gotin ku nabe dengê xelkê bi çek û binçavkirinan were qutkirin. Mamoste û nivîskaran bertek nîşanî êrîşên dewleta tirk dan

Xelkê Şêladizê li Behdînanê rabûn ser pêyan û baregeha dewleta tirk ya li Şêladizê şewitandin. Piştî xwepêşandanê asayîşa PDK’ê dest bi binçavkirina welatî, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl kirin. Di encamê de zêdetirî 80 kes hatin binçavkirin. Ji wan 13 kes hê jî dibin çavan de ne û aqûbeta wan nediyar e. Li ser vê mijarê mamosta, nivîskar û endamê rêxistinên başûrê Kurdistanê ji RojNews re axivîn.

Nivîskar Bêkes Hemeqadir: Ez li dijî wê me ku azadiya kurdan bi destê kurdan were zeftkirin. Dewleta tirk rojane xaka herêma Kurdistanê bombebaran dike û komkujiyê pêktîne. Ji bo vê mafê xelkê ye ku bêjîn ‘Êdî Bese’. Nabe dengê kesên nerazî bi çek û binçavkirinan were bêdeng kirin.

Mamostayê zanîngehê Kawe Reza: Desthilat bi awayek cûda nêzîkê kesan dibe. Desthilat weke ku hemû tiştek bi yasayan bike nêzîk dibe û ti kes jî nabe fikrê xwe bîne ziman. Ger binçavkirina çalakvanan û xelkê medenî ji bo çavtirsandin û sucdar kirinê be, wê demê ev tê wateya wê ku rêz ji azadiya fikir re nayê girtin. Hêzên biyanî yên li herêma Kurdistanê nayên qebûl kirin û dagirkerî wêneyê wan dixe ber çavan. Ya herî karesat jî ewe ku hêzên biyanî di herêmê de bin û rojane xaka kurdistanê bombebaran bikin û welatiyan bikujine.

Endamê Rêxistina Perwerdeya Malbatê Zulfan Xerîb: Binpêkirinên ku li herêma Kurdistanê cihê nerazîbunê ye. Divê bi rêya perwerdeyê tak bê rewşenbîr kirin. Ger ev yek pêkwere wê takek tendirust derkeve holê û ji bo mafê xwe yê rewa dengê xwe derbixe. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar