Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bi ‘Welat’ rêwîtiyeke nû

Silav ji hemû xwendevanên rojnameya dîjîtal a Welat re.

Li welatê me gelek bûyer qewimîn, tofan rabûn, bênavber şer qewimîn û hê jî diqewimin lê me dev ji welatê xwe berneda. Îro jî li welatê me tofan radibe; gelê me ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û her roj êrîşê hemû nirxên gel û welatê me dikin. Li dijî van êrîşan ji bo parastina nirxên mirovahiyê gelê me li ber xwe dide.

Em jî wek rojnameger ji van rojên dîrokî re şahidiyê dikin. Dibin şahidê nivîsandina dîrokê û ji nifşên pêşerojê re radigihînin. Her wiha em kêfxweşî û serkeftinên gelê xwe jî dinivîsin.

Çima Welat?

Heta niha bi kurdî gelek rojname hatin çapkirin û di nav wan rojnameyan de ‘Welat’ her hebû. Di sala 1992’yan de rêwîtiya me li Stenbolê, dûrî erdnîgariya Kurdistanê bi navê ‘Welat’ dest pê kir. Piştre nav guherî û bû ‘Welatê Me’ û herî dawî jî bû ‘Azadiya Welat’.

Matbaayan di sala 2018’an de ‘Welat’ çap nekir, lê bi fotokopiyan rojname gihişt xwendevanên xwe. Me got em dev ji ‘Welat’ bernadin û em careke din bi navê ‘Welat’ dest bi weşana rojnameyeke dîjîtal dikin.

Girîngiya rojnameya dîjîtal

Çima rojnameya dîjîtal? Li cîhanê gelek guhertin dibin û bêguman di qada çapemeniyê de jî rojane guhertin çêdibin. Pêwîst e em jî li gorî şert û mercan gavan biavêjin. Di salên dawî de, li her derê medyaya dîjîtal serdest dibe û divê çapemeniya kurdî jî di vê qadê de xwe xurt bike. Rojnameya Welat wê her roj tenê rûpela yekemîn bi awayê dîjîtal bê weşandin.

Bêguman rojnameya me rojnameyeke dîjîtal e, bes em kevneşopiya çapemeniya xwe ji bîr nakin û li ser koka xwe jinûve hêşîn dibin. Em dibêjin; Roj li welat hiltê.

Bedela rastiyê

Bedela gihandina rastiyê heye û em jî di ferqa vê rastiyê de ne. Jixwe peywira ewil a ragihandinê ew e ku rastiyan ji civakê re ragihîne û em ê jî vê peywira xwe bînin cih. Wek rojnameyeke dîjîtal em ê hewl bidin geşedanên çar aliyên welatê xwe parve bikin.

Di rojnameya Welat de, em ê cih bidin gotarên nivîskaran, dosya, nûçeyên taybet û lêkolînî. Di rojnameya me de dê kategoriyên wek; jin, çand û huner, cîhan, forum, ekolojî, aborî cih bigirin.

Bi vê rojnameya dîjîtal em hem sînorên navbera parçeyên Kurdistanê radikin û hem jî hemû sînoran radikin û xwe digihînin hemû deverên cîhanê ku kurd lê dijîn.

Em di rojeke dîrokî de dest bi weşana xwe dikin. 27’ê Mijdarê di dîroka gelê kurd de xwedî cihekî taybet e û ji bo kurdan destpêka serdemeke nû ye. Ev roj ji bo me jî destpêkeke nû ye. Ev destpêk ji bo me hemûyan bi xêr û xweşî be, bê Welat nemînin!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar