Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Bi weşanên xwe paradîgmaya Rêber Apo digihînin gelan

Ji edîtorên Radyo Onda d'Urto Michele Borra li ser fikrên Rêberê GelanAbdullah Ocalan ev tişt anî ziman: “Fikrên Abdullah Ocalan ji têkoşeran re bûye çavkaniya sûdwergirtinê, rê nîşanî wan dide. Em bi weşanên xwe, em paradîgmaya Ocalan digihînin gelan."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û 41 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Li gel sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê fikrên Rêberê Apo her roj hîn bêhtir li nava civakên cuda yên têkoşer belav dibin.

Yek ji saziyên ku xwedî li paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê derdikeve û wan digihîne gelan, radyoya Onda d’Urto ya Îtalyayê ye. Radyo ji sala 1992’an û vir ve bi rengekî kevneşop li bajarê Brescia yê Îtalyayê bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê festîvaleke ji 18 rojan lidar dixe. Bi deh hezaran mirov tevlî festîvalê dibin û peyamên siyasî têne dayin. Du salên dawî jî bernameya rojekê ya festîvalê ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Kurdistanê re tê veqetandin.

Yek ji edîtorên Radyo Onda d’Urto Michele Borra li ser mijarê nerînê xwe anî ziman. Borra anî ziman ku weke radyo demeke dirêj e ew piştgiriyê didin beşên cuda yên civakî ku têdikoşin û got, “Em têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd demeke dirêj in nas dikin û piştevaniya wan dikin. Li ser banga Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya Îtalyayê me biryareke hevpar dan û di encamê de jî van du salên dawî bi rengekî taybet tevlî kampanya ji bo azadiya Ocalan bûn. Di vê çarçoveyê de weke radyo 2 sal in hem di weşanên xwe de hem jî di festîvalê de em piştgiriyê didin kampanya azadî ji Abdullah Ocalan re û hewl didin kampanyayê bigihînin beşên berfireh ên civakî. Li gel vê yekê weke radyo hem ji Rojava hem jî ji Bakur û Başûrê Kurdistanê em têkiliyê datînin. Weke radyo me heyet şand Rojava. Weke îro ji niha û pê ve jî em ê piştevaniyê bi gelê Kurd re û azadiya Ocalan re bikin.”

Borra destnîşan kir ku weke radyo ew girîngiyeke mezin didin fikrên Abdullah Ocalan û got, “Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan destnîşan kir ji aliyê beşeke mezin a Îtalyayê ve tê naskirin. Fikrên Ocalan li nava gelên Îtalyayê deng vedide. Weke radyo jî di weşanên xwe yên rojane de û di çalakiyên xwe de em dikin ku fikrên Ocalan belav bibin. Fikrên Ocalan li nava civakê bi rengekî berfireh têne nîqaşkirin. Bi heman rengî civakek heye ku weke delege ji ber sedemên cuda diçin Kurdistanê û tên, fikrên Ocalan di pratîkê de nas dikin û piştî ku vedigerin hewl didin van fikran li vê derê jî bixin meriyetê.”

Borra diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan rê nîşanî wan û her beşên têkoşeran dide û got, “Bi taybetî dixwazim vê yekê bibêjim; paradîgmaya Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji bo me çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya têkoşînê. Em analîzên Ocalan û nirxandinên wî bi fikrên xwe re didin ber hev. Weke çep a Îtalyayê em hewl didin fêhm bikin bê li ku derê şaşitiyê dikin û bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên gelê Kurd hewl didin kêmasiyên xwe çareser bikin. Yanî fikrên Ocalan ji bo çep a Îtalya û Ewropayê dibe çavkaniya sûdwergirtinê.”

Borra bal kişand ser tecrîda ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav de ye û got, “Tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê teqez nayê qebûlkirin. Weke ku me di festîvalê de kir, em hewl didin şert û mercên ku Ocalan tê de ye bigihînin girseyên berfireh ji bo karibin tecrîdê bişikînin. Bi vî rengî em hewl didin bikin ku hikumeta Îtalyayê zextê li ser Tirkiyeyê bike û bikeve nava liv û tevgerê. Şikandina vê tecrîdê û xwegihandina girseyên berfireh ji bo misogerkirina azadiya Ocalan gelekî girîng e.”

Radyo salên 1980’î ji aliyê komeke ji xwendekaran a ji têkoşîna xwendekaran di sala 1985’an de li bajarê Brescia yê Îtalyayê ava bû, li gel weşangeriya xwe weke her wiha weke tevgereke civakî jî tê naskirin. Li cîhanekê ku medya ketiye destekî, ketiye bin xizmeta desthilatdarî û patronan, Radyo Onda d’Urto veguherî radyoyeke welê ku xwe bi rê ve dibe, fînanse dike û bû dengê têkoşeran.

Radyo Onda d’Urto 39 sal in weşangeriyeke serbixwe û alternatîf dike. Radyo ji bo karibe xwe fînanse bike ji sala 1992’an û vir ve bi rengekî kevneşop her sal bi navê Radyo Onda d’Urto li bajarê Brescia yê Îtalyayê festîvaleke mezin a ji 18 rojan lidar dixe.

Di festîvalê de ku vediguhere qadeke ji danasîna têkoşînên beşên cuda yên civakî û gelan û peyamên siyasî têne dayin, her sal bi beşdariya hunermendên naskirî yên Îtalyayê konserên mezin têne lidarxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar