Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bi xurtî tevlî pêngava me ya serketinê bibin

YPS/YPS-JIN'ê got, "Em bang dikin ku li dijî êrîşên qirker ên dijminê faşîst, bi rengekî hîn çalak xwedî li pêngava me ya serketinê derkevin û pêngavê mezin bikin."

Koordînasyona YPS/YPS-JIN bi wesîleya salvegera 7’emîn a damezrandinê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk Ya faşîst dagirker ji 24’ê tîrmeha 2015’an û vir ve bi plana qirkirinê ya têkbirinê ya topyekûn êrîşî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê dike û hate gotin, “Li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîst ên topyekûn ên dijmin, weke tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê me berxwedaneke bêhempa ya dîrokî nîşan dan.

Berxwedana bajaran a bi dirûşma xwerêveberiya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê pêşengî ji vê berxwedana dîrokî re kir. Ev berxwedana dîrokî û bi heybet ku di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê me de gaveke nû bû, mohra xwe li dîroka me xist. Li hemberî vê berxwedana dîrokî û bi yebet a li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Gimgim, Farqîn, Silopiya, Gever, Wan, Dêrik, Kerboran, Hezex, Rêzan û Bismilê dewleta tirk ya faşîst bi her cûre sûcên şer û li dijî mirovahiyê kir û êrîşî îradeya xwerêveberiyê ya gelê me yê welatparêz kir.

Li dijî êrîşên hovane yên dewleta tirk ya faşîst dagirker, rêxistina me YPS/YPS-JIN’ê di salên 2015-2016’an de berxwedaneke bi heybet nîşan dan. Ev berxwedana ku bi Pêşengiya fermandarên pêşeng Çiyager, Zeryan, Îslam, Xebatkar, Nûcan, Çeko û Berfîn hate kirin, veguherî berxwedaneke destanî. Di vê demê de hevrêyên leheng ên mîna Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Haci Lokman Bîrlîk, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên weke rêber û lehengên gel ji nava gelê me yê welatparêz û şoreşger derketin, li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk ya faşîst dagirker pêşengî ji xelkê me yê welatparêz re kir. Di şexsê hevrê Çiyager û Zeryan, Mehmet Tûnç û Asya Yuksel de em şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di vê pêvajoya têkoşînê de weke gel û tevger me êşên mezin kişand, berdêlên giran dan. Fedakariyên hatin kirin, êşên hatin kişandin, berdêlên hatin dayin tu ji wan vala neçûn. Her nirxekî hate dayin bû gavek ber bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YPS/YPS-JIN li ser şopa şehîdan bi biryardariyeke xurt û ruhê têkoşîna azadiyê dest bi sala 8’an a têkoşînê dikin û hate gotin, “YPS/YPS-JIN di nava heft salên têkoşînê de li dijî êrîşên qirker ên dewleta tirk ya faşîst dagirker timî di nava têkoşîna çalak de bû. Dewleta tirk ya faşîst dagirker ku beriya heft salan li ser gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê planên têkbirinê amade kir, di şexsê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de bi xwe di nava hilweşînê de ye. Têkoşîna sala 2022’an a dîrokî ya li dijî dewleta tirk ya faşîst, nîşaneya şênber a vê têkçûnê ye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YPS/YPS-JIN di vê sala têkoşînê ya dîrokî de bi pêngava serkeftinê ya li metropolên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bûye tirsa dilê rejîma faşîst û hate gotin, “Divê gelê me yê welatparêz şoreşger zanibe ku ev pêngava me demkî nîne. Rêxistina me YPS/YPS-JIN ji bo gelê me yê welatparêz û şoreşger bigihîne ‘Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad’ wê vê pêngava serketinê bi îdia û biryardariyeke mezin dewam bike. bi vê wesîleyê em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz şoreşger dikin ku di sala 8’an a damezrandina YPS/YPS-JIN’ê de li dijî êrîşên qirker ên dijminê faşîst dagirker hîn bi çalak xwedî li pêngava me ya serketinê derkevin û mezin bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar