Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bi xwe dikin, bi xwe dibêjin!

Di demekê de çavê her kesê lê ye ku qedera kurdan a vê sedsalê wê çawa be û ji bo sed sal din ji dest neçe, hewceyî bi rêbazek çawa ya têkoşîn û berxwedanê heye, hewldan têkirin; li aliyê din mirov dibîne berovajî ji bo ji destê kurdan tev biçe, hinek alî ketine pey rant, dizî, talan û gendeliyê.

Hewcehî pê heye ku mirov ji bo vê rewşa kembax û sosret a rayedarên başûrê Kurdistanê bi taybet rayedarên PDK’î ku Barzanî pêşengtiyê dike, mîna çîrokên şevan ku ji zarokan re tê gotin, hezar carî bêje û binivîse. Ji ber ku a niha tê kirin, wê bandorê li niha neke, bandorê li sed sal û heta hezar salên pêşiya me bike. Jixwe bûyer û pêketinên berê yên nava kurdan li dîrokê bûne, têra xwe îsbata vê yekê bi me daye nîşandan.

Ya îro ji duh ferq û cihê dike, pêşketinên polîtîk û hişyariya civakê ye û reaksiyona li ber vê yekê ye. Her çendî PDK û Malbata Barzanî li ser beşek zêde ya başûrê Kurdistanê hikûmranî (!) dike jî lê ev nayê wateyê ku ew civak ji vê kiryar û hikûmeta heyî razî ye. Kiryar û emelên wê qebûle û li pişt e. Tam berovajî di vê rewşê de ji dervey bertîlxwe, alîgirên wê yên nêzîk beşeke mezin a civakê ji hemû kiryarên PDK’ê nerazî ye. Ji şêwazê rêveberiya hikûmetê, terzê jiyan û dîsa nêzîkatiya li gel û hevkariya dijmin.

Ji bo vê em dibînin PDK ketiye pozîsyoneke êrîşê û ji bo vê dawî bike, dest bi operasyon û kiryarên çavtirsandin û bêdengkirina civakê. Li aliyê din jî, bi hevkariya li gel Tirkiyeyê dixwaze pêşiya Tevgera Rizgariya Kurd bigire.

Niha PDK ji derveyî Tirkiye bi Îran, Bexda û Sûriyeyê re di gelek mijaran de bi nakok e, heta Îran çend caran êrîşî Hewlêr kiriye. Ji bo wê PDK û rayedarên Barzanî ji bo xwe ji van guşaran rizgar bike, tim xwe li himêza Tirkiye girêdide û jê hêvî dike. Vê jî bi pêşkêşkirina dewlemendiyên Kurdistanê yên weke petrol, gaza xwezayî û dîsa xwezaya Kurdistanê ji bo gerîla lê nemîne talan dike û difiroşe Tirkiye.

Ev jî dihêle ku PDK û Barzanî zêdetir di çavê gel de bikeve û bertekên mezin bi xwe re bîne. Her wiha ji xwe dizî, talan û gendeliya PDK’ê bê hed û hesabe, niha hêdî hêdî mal û milkên wan ên li derve tên kifşkirin û derdikeve holê bê ka çiqasî xwîna gelê Başûr mijandiye û li derveyî welat bûne xwedî mal û milk. Li aliyê din mehaneya pêşmergeyên xwe feda dikin û dîsa karmendên rojane kar dikin nadin û dibêjin ‘Bexda heqê petrolê rênake. Pere li bankan nîne’ bi vê yekê diyar bûn ku pere û heqê petrolê li kûderê ne?

PDK û Barzanî şûna ku ji vê vegere û cih li ba gel bigire, her diçe bi kiryar û hewldanên xwe dûr dikeve û dibe aliyê dijî civakê. Di dema dawî de ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû Enqerê li gel Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Teşkîlata Îstixbaratê ya Mîllî ya Tirk Hakan Fîdan civiya û bazarên dawî yên li ser êrîşên li qadên gerîla kir. Di vê demê de li ser sînor jî çend welatiyên ku diçûn zozanan pincar berhev dikirin, ji aliyê leşkerên tirk ên dagirker ve hatin gulereşandin û çendek jî hatin girtin. Her wiha berî niha jî çend ciwanên gundên sînor ji aliyê leşkerên tirk ve hatibûn girtin, piştî çend rojan li ser sînor radestî PDK’ê kirin. PDK li şûna ku hesab ji Tirkiye bixwaze, rabûn ew ciwan binçav kirin.

Di vê rewşê de PDK û Barzanî bi temamî ji civakê qût bûye û bi serê xwe ketiye nava tevgerê. Her li ser vê mijarê Waliyê Hewlêr Umêt Xoşnav şûna hesabê ji dewleta tirk bixwaze, radigihîne ku wan peywendî li gel aliyên Tirkiye kiriye ku aqûbeta wan kesan bizane, dîsa diyar dike ku li ser sînor bi dehê salan e welatiyên Başûr ji aliyê Tirkiye û Îranê ve tên qetilkirin. Baş e, kî dikeve pêşiya Tirkiye û Îranê tîne ser xaka başûr? Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî li Eenqerê bû, li ser mase bazara ketina Başûr dikin. Ma ev nayê watê ku rayedarên PDK’î û Barzanî pêşiya dijmin ketine û dibe sedema qetilkirina welatiyên sivîl? Umêd Xoşnav diyare ha ji serdana Barzanî nîne, ji bo çi çûye Enqerê. Her wiha bi dehan car Mesrûr û Nêçîrvan Barzanî û rayedarên PDK’î li ser ekranên televîzyonan heman daxuyanî dane ku welatiyên sivîl li ser sînor tên qetilkirin, lê rojekê negotine kî ketine pêşiya leşkerên tirk anîne xaka Başûr û bi wan re bazarê dike. Bi xwe dikin û bi xwe dibêjin, xwe li mijarê biyanî dikin, weke ku ne ew in dikevin pêşiya dijmin û dibin sedemê qetilkirina sivîlan û gerîlayên pêşiya dagirkeriyê sekinîn, dike hedef. Bi salane gel dixapînin. Weke ku henekê xwe bi aqilê civakê bike. Ma gel vê nabîne, belê.

Nerazîbûnên gel ên li ber vê yekê û dîsa hestyariya raya giştî hişt ku gelek pîlanên Tirkiye ya bi dest û hevkariya PDK’ê têk biçe. Ji xwe herî dawî KCK’ê pîlana Tirkiye ya êrîşa dagirkeriyê ya bi hevkariya PDK’ê ya raste rast a nava şerê li dijî gerîla kifş kir. Piştî wê çûna hevdîtinêya Barzanî, dihêle ku van pîlanan tev rastin û dixwazin bi rêbazên din bikevin dewrê. Li ber vê jî helwesta gel û civakê jî heye. Herî dawî Hevserokê berê yê YNK’ê Lahor Şêx Cengî li ser hevdîtinê peyamek da û diyar kir ku PDK gel dike qurbanê berjewendiyên xwe.

Di rewşeke wiha de ku her tişt li ber çavan e, divê helwesta li ber vê jî di asteke ji heta niha pir cudatir be. Ji ber ku di serî de tişta ji niha şûnde xelkê başûrê Kurdistanê û gelê kurd winda bike tune, ji derveyî serketin û azadiyeke bi rûmet û serfiraz. Dîrok wê van hemû bûyeran binivîse û sibe derkeve pêşiya me. Ji bo wê ye ku yê winda bike, wê dagirker be, hevkar, noker û yên di nava xiyanetê de bin. Ên ser jî bikevin, azadîxwaz, welatperwer, nîştîmanhez û têkoşer in.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar