PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Bi xwedîderketina çalakiyan em dikarin zilmê têk bibin’

Tulîn Çelepkolû diyar kir ku 8 sal in nikare biçe hevdîtina lawê xwe Abdulah Çelepkolû yê cara duyemîn e dikeve greva birçîbûnê û wiha got: “Divê em li her derê li dijî zilmê derkevin. Em dikarin bi xwedîderketina çalakiyên greva birçîbûnê vê zilmê têk bibin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin, di roja 64’emîn de didome. Abdulah Çelepkolû yê ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Bandirmaya Balikesirê dimîne, pirsgirêkên ku dijîn û rewşa çalakiya greva birçîbûnê ya dawî, bi telefonê ji malbata xwe re ragihand. Çelepkolû bal kişand ser zextên li girtîgehan û got ku ji roja destpêka çalakiya grevê heta niha zêxtên li girtîgehan zêdetir bûne.

Kurê wê 10 sal in girtiye

Dayika Çelepkolû, Tulîn Çelepkolû ya 70’î salî jî diyar kir ku kurê wê bi îdiayên bêbingeh hatiye girtin û anî ziman ku girtinên bêhiqûqî li girtîgehan veguherîne pêkanînên îşkenceyê.

Çelepkolû da zanîn ku kurê wê 10 sal in girtiye û wiha got: “8 sal in nikarim biçim hevdîtina wî. 10 sal in kurê min girtiye. 4 zarokên wî hene. Jixwe hevdîtinên girtî û vekirî demekî dirêj e nîn in. 8 sal in nikarin kurê xwe bibînim. Tenê dikarim bi telefonê dengê wî bibihîsim. Hem ji ber nexweşiya xwe hem jî ji ber ku cihê lê girtî ye dûr e nikarim biçim hevdîtina wî.”

Di axaftina xwe de Çelepkolû destnîşan kir ku ji girtiyan heqê av û ceyranê zêde digirin û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka xwarin, ne dayîna pirtûk, rojname û ragihandinê didomin. Malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan. Her tim pere lazim dibe. Rayedarên girtîgehê hema bêje her tiştî bi pereyan difiroşin. Qeyrana heyî, li girtîgehan veguherandine fersendê. Bergiriyên şewbê nayên girtin. Bi her awayî zextan li girtiyan dikin.”

Hestên tolhildanê

Çelepkolû derbirî ku kurê wê bi neheqî di girtîgehê de tê girtin û wiha rêz kir: “Dozgerê wê demê ji me re got, ‘bi tecawiz, dizî û tiryakê werin pêşberî min, lê bi tiştekî siyasî neyên pêşberî min. Ez efû nekim.’ Kurê min bi îdianameya ku dozger bi hestên tolhildanê amade kir hat girtin. Ya esas dozger sûc kiriye, divê niha dozger di girtîgehê de bûya.”

Cara duyemîn di çalakiyê de ye

Çelepkolû destnîşan kir ku li dijî zextan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û bi bîr xist ku kurê wê beriya niha jî 80 rojan ketiye çalakiya greva birçîbûnê.

Her wiha dayik Çelepkolû da zanîn ku li derve jî li hundir jî zilm heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em li her derê li dijî vê zilmê derkevin. Em dikarin bi xwedîderketina çalakiyên greva birçîbûnê vê zilmê têk bibin. Bifikirin, bavê 4 zarokan qurbanî neyariya dozgerekê û polîtîkayên qirêj ên rêveberiya girtîgehê hatiye kirin. Bi dehan mînakên weke vê hene. Kesên ku xwedî wijdan bin, divê ji vê yekê re dengê xwe derxînin û ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng.” SÊRT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar