Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...
Cumartesi - 29 Haziran 2024

Wê ev agir we jî bişewitîne!

Her sal dema ku dibe demsala havînê, Kurdistan dişewite. Yanî tê şewitandin. Germa havînî ne bes e, vê carê jî çiya û daristanên li...

Deng bide azadiyê

Çalakiya deng bide azadiyê li Amed, Edene, Mêrsîn û Îzmîrê çend hefte ne didome. Malbatên girtiyan û nûnerên saziyên demokratîk tev li van çalakiyan...

‘Bi xweparastinê em dikarin xwe û civaka xwe azad bikin’

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştarê Songul Guler diyar kir ku divê naveroka pêngava xweparastinê ya ji hêla PAJK û KJK’ê hatiye avakirin were tijekirin û wiha got: “Ger pergalek ku bi salane wek kapîtalîzm stûna wê ya herî stûr jin be, divê em wê stûnê hilweşînin. Ji ber ku ev pergala kapîtalîzm li ser pişta jinê hatiye avakirin û dimeşe. Ger pergal li ser me hatiye avakirin û stûna herî stûr em bin, wê gavê pêwîst e em wê hilweşînin. Encex bi vê em dikarin xwe û civaka xwe azad bikin.”

Dagirkerên Kurdistanê her tim li ser gelên Kurdistanê qirkirinên herî hovane meşandine û hewl didne gel bêparastin bihêlinLi hemberî her cure êrîşan xweparastin mafekî xwezayî ye û di gerdûnê de her zindî mafê wan ê xweparastinê heye. Parastin, tevgerek avakirina avahî û pirên di navbera mirov, xweza û hebûnî de ye. Gava civak bibe xwedî hêz û îrade tu astengiyan nas nake û ji bo rûmeta xwe têkoşînek bêhempa dimeşîne.

Koordînasyonên Partiya Azadiya Jinên Kurdistan (PAJK) û Komalên Jinên Kurdistan (KJK) di 15’ê Nîsanê de daxuyaniyek hevpar ya nivîskî weşandin û ji bo pêşxistina xwe parastinê bang li tevahî jinên cîhanê kirin. PAJK û KJK diyar kir ku xweparastina jinê divê ji netew dewlet, desthilatdarî û pergala mêran qût be û ger xwe bispêre rêxistinbûyîna xwe dikare xwe biparêze.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar û endama Komîteya Jineolojî ya Wargeha penaberan a Mexmûrê Songul Guler derbarê pêngava xweparastinê de axivî û diyar kir ku divê jin bi têkoşîna xwe stûna kapîtalîzmê ku jinê dixe hilweşînin.

Songul Guler di destpêka axaftina xwe de hemleya xweparastinê ya ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatî destpêkirin silav kir. Songul Guler da diyarkirin ku li hemberî zîhniyeta ku jinê kole dike, felsefeya Rêber Apo azadiya jinê bingeh digire û wiha axivî: “Heta van salên dawî ku em wek pergala kapîtalîzm binav dikin, jin jixwere kirin mal, milk û pere di bazar û kolanan de jinê ji hestê wê bigre heta beden, fikir, raman, rih û mejiyê wê parçe parçe hatin firotin. Ev hemu encamê şer bû. Zarokê ku jinê bi zehmetî di anî cîhanê, mezindikir dibû parçeyek şer û pergalê û pişre jî li beramberî jinê şer dida meşandin. Ji bo vê wek tevgera jin û felsefeya Rêber Apo ku beramberî van pergalên cinawir dabû avakirin ku destpêkê got, pêwîste jin xwe azad bike, ger jin azad be wê jiyan jî azad bibe. Ango li ser vê felsefe û bîrdoziyê wek jinên Kurd rêxistinek hat avakirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe Songul Guler anî ziman ku li hember ewqas êrîşên dijwar, xwendina rast a Pergala Neteweya Demokratîk ku xweparastina jinê esas digre girîng e û wiha got: “Ger ez naxwazim zerer bibînim, pêwîste ez xwe rêxistin bikim. Ger naxwazim rih û bedena min bibe aîdê yekê ku hemu tiştî li ser ferz bike, divê ez xwe zana û rêxistin bikim. Ger ez naxwazim zarokên min beşdarî şerên qirêj bibin û werin qetilkirin divê ez xwe rêxistin bikim. Ger ez naxwazim bajar û welatê min bikeve bin dagirkeriyê de, gelê min biçewise, divê ez xwe rêxistin bikim. Ango pêwîste em xwe rêxistin bikin. Di aliyê mejî, rih, hest û ramanê xwe de xwe rêxistin bikin û derxin asta zanistê.”

Songul Guler di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku divê jin li beramberî şerê tê meşandin ku gel, xweza û civakan didaqûrtîne xwe rêxistin bikin û got: “Ger pergalek ku bi salane wek kapîtalîzm stûna wê ya herî stûr jin be, divê em wê stûnê hilweşînin. Ji ber ku ev pergala kapîtalîzm li ser pişta jinê hatiye avakirin û dimeşe. Divê em vê baş fam bikim û şîrove bikin. Ger pergal li ser me hatiye avakirin û stûna herî stûr em bin, wê gavê pêwîst e em wê hilweşînin. Ev stûn li me dizivire û me tune dike. Ji bo vê divê em li beramberî vî şerî, hemleya ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve hatiye destpêkirin naveroka wê tije bikin. Li tax, bajar û kolanên xwe em xwe rêxistin bikin û têkoşîn bidin meşandin. Encex bivê em dikarin xwe û civaka xwe azad bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar