PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...
Cuma - 29 Kasım 2024

PKK wê di meşa serkeftinê de bi ser bikeve

Em di rojên salvegera damezrandina PKK'ê re derbas dibin. PKK di 27’ê mijdara 2024’an de sala 46’emîn li pey xwe hişt û sala nû...

Pêvajoya neçareseriyê

Nîqaşên li ser pêvajoyeke muhtemel a çareseriyê di rojevê de ye. Yên ku ev nîqaş jî derxistine Erdogan û Bahçelî ne. Vaye du meh...

‘Bi Yasaya Rewşa Kesî wê destdirêjî li zarokan were kirin’

Behar Munzir ragihand, ji ber yekîtiya jinên Iraqê û zextên li ser Parlamentoya Iraqê, heta niha nekarîne sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî erê bikin û got; “Dibe ku ji bo derbasbûna yasayê, daxwaza lihevkirina siyasî ji kurdan were kirin. Lewma em ji aliyên kurd dixwazin ku vê daxwazê qebûl nekin, ji ber ku ev yasa dê bibe sedem ku bi navê zewacê dest dirêjî li zarokan were kirin.”

Hikûmeta Iraqê hewl dide bi guhertina Yasaya Rewşa Kesî pêşiya tundî û destdirêjiya li hemberî jin û zarokan veke. Di çarçoveya pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, jin di çalakiyên xwe yên hişyarkirina civakê de li ser wan tundiyên ku bi rêya yasayê li ser jinan tên kirin, wek guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ya hejmar 188 a sala 1959’an bênavber didomînin. Di vê derbarê de Rêvebera Rêxistina Xelk ya ji bo Pêşxistinê û yek ji damezrênerên Hevpeymaniya 188 ya Silêmaniyê Behar Mûnzîr axivî.

Behar Mûnzîr di destpêka axaftina xwe de bal kîşand ser berxwedana ya jinan li hemberî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê û got “Ji ber avakirina Hevpeymaniya 188’an ya jinên Kurd û Iraqê bi yekîtî û ku parêzvanên mafên mirovan û jinan têde endamin, bi nîşandana nerazîbûnê zext li ser Iraqê çê kir. Bi armanca redkirina sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê, ji ber têkoşîn û zexta jinên kurd û Iraqê heta niha jî Parlamentoya Iraqê nekariye vê guhertina yasaya navborî di parlamentoya re derbaz bike. Her wiha li ber erêkirina sererastkirina vê yasayê têkoşîne mezin dengekê gelek bihêz û bilind tê dîtin.

Mûnzîr wiha domand: “Hêz û desthilata jinan bi hev re li dijî vê yasayê rawestiyane ku heta gelek mêran jî piştgiriya me kirine û ji bo vê yekê xebatên cidî kirine. Yek ji karên girîng yên Hevpeymana 188’an peywendî bi Parlamentoya Ewropayê re bû ku jinan bi agahdarkirin, nerazîbûn û daxwaznameyên bi îmze gihandin Parlamentoya Ewropayê. Piştre Parlamentoya Ewropayê biryarnameyek derxist û daxwaz ji Iraqê kir ku guhertina Yasaya Rewşa Kesî rawestîne. Ev jî hêz dide îsrara me ya di têkoşîna ji bo bidestxistina mafên jinan de.”

Derbarê nûnerên kurd ên di Parlamentoya Iraqê de, Behar Mûzîr tekez kir, nûnerên kurd îmze kirine ku li dijî guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê ne û wiha pêde çû; “Lê dibe ku daxwaza lihevkirina siyasî ji bo derbasbûna vê yasayê li beramberî destketineke din ji Kurdan were kirin. Lewma em daxwaz ji parlamenterên Kurd dikin ku tu car û bi tu mercan bi guhertina vê yasayê razî nebin.”

Behar Mûnzîr bibîr xist ku di 8’ê Mijdara îsal de li Bexdayê bi alîkariya Hevpeymana 188’an ya Iraqê û bi beşdariya 600 kesan kongreya herî mezin hate lidarxistin û got; “Her wiha parêzvanên mafên mirovan, çalakvan û Hevpeymana 188’an ya Herêma Kurdistanê jî beşdarî vê kongreyê bû. Her wiha em di çalakî, civîn û nîşandana nerazîbûnê de heta ku ev yasa were rawestandin bênavber berdewamîn. Her çend hin jinên çalakvan yên Iraqê rastî gefên kuştinê û derxistina ji kar yên wek parêzertiyê hatine jî lê wê têkoşîna jinan raneweste û heta digihe armanca xwe wê bidome.”

Derbarê helwesta mamosteyên olî (mela) ya li hember guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê, Behar Mûnzîr da zanîn ku mamosteyên olî heta niha bi tu awayî li hember vê yasayê helwesteke cidî û rasterast nîşan nedane, lê dadwer û mamosteyên zanîngehê yên beşa yasayê bi eşkereyî helwesta xwe li dijî sererastkirina vê yasayê nîşan dane.

Çalakvana mafên jinan û Rêvebera Rêxistina Xelk ya ji bo Pêşxistinê her wisa yek ji damezrênerên Hevpeymaniya 188 ya Silêmaniyê Behar Mûnzîr derbarê bandora derbazbûna pêşniyara sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê wiha got; “Guhretin an sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê li ser civaka Iraq û Herêma Kurdistanê bandoreke nerênî ya mezin çêdike. Zarok dibin qurbanên vê yasayê. Ji ber ku yasa dibêje ‘keç di temenê 9 salî de dikare bê zewicandin’ û ev jî dibe sedema ku bi navê zewacê dest dirêjî li zarokan were kirin. Ji ber vê yekê têkoşîn û çalakiyên çalakiyên me ji bo ku civak, malbat belav nebin, zarok bi navê zewacê rastî destdirêjiyê neyên wê heta serkeftinê bidomin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar