Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Bi yekitiya xwe em dikarin Kurdistanê azad bikin’

Endamê PYD’ê Welat Mamo anî ziman ku hemû gelên cîhanê bi rêya yekitiyê karîne azad bibin û wiha got: “Hikûmetên faşîst hebûna gelê kurd hedef digirin. Em dikarin bi yekitiyê Kurdistanê azad bikin û êrîşên dijmin bişikînin.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Welat Mamo têkildarî yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANF) bi Mihemed Ebdo û Arif Silêman re axivî.

Welat Mamo anî ziman ku pêvajoya ku Sûriye û gelê kurd tê re derbas dibe, hewcedarî bi xebateke hevpar divê û wiha got: “Bi vê yekê dikare êrîşên dewlet tirk bên sekinandin û gel bigihije mafên xwe. Armanca me ya esasî ew e ku em bi yekitiyê destkeftiyan xwe biparêzin. Bi vê yekê re jî em ê bikarin vîna gel bidin pêş, dijmin bi tenê bihêlin û bêzar bikin. Ger ev yek pêk bê, wê demê em ê bikarin bibêjin em gihiştine ber serkeftin û azadiyê. Lê hewcehî bi mezinkirina têkoşînê heye.”

‘Hemû gel bi yekitiyê azad bûne’

Di berdewamê de jî Mamo bal kişand ser rêbazên xebata hevpar û wiha domand: “Ger em li dîrokê vegerin em ê bibînin ku tevahî gelên cîhanê ne bi saya xwespartina dewletên derve, bi saya yekitiyê û xebateke hevbeş azad bûne. Rêya rizgarkirina Kurdistanê, bi baweriya hêza gel û yekitiyê pêkan e. Bi vê yekê re dê karibe di bin sîwana fermandariyeke hevbeş de yekitiya xwe ava bikin.”

‘Dewleta tirk hebûna kurdan hedef digire’

Herî dawî jî Mamo ev tişt destnîşan kir: “Dewleta tirk tu ferq û cudahiyê naxe navbera partiyan. Raste rast neteweya kurd hedef digire. Her tiştê aîdê kurdan hedef digire. Hikûmetên faşîst dixawazin gelê kurd tune bikin. Mînak, dema Efrîn dagir kirin darên zeytûnan şewitandin û peykerê Kawayê Hesinkar rûxandin. Ev ne girêdayî partiyekî ne. Ev sûc tê wateya êrîşa li dijî dîroka gelê kurd. Ez bang li partiyên kurd dikim ku berjewendiyên gel esas bigirin. Divê em hev fêm bikin û yekitiya xwe ava bikin da ku hêza dijmin bişikînin û ji xaka xwe dûr bixin.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar