Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bi zêdebûna nifûsê re pêwîstiya xurekê jî zêde dibe

Bi zêdebûna nifûsa cîhanê re daxwaza ji bo xurekê jî zêde dibe. Fikar hene ku bi zêdebûna hilberîna çandiniyê re zirareke giran li hawirdor û avhewayê bê kirin

Bi zêdebûna nifûsa cîhanê re daxwaza ji bo xurekê jî zêde dibin. Tê texmînkirin ku nifûsa cîhanê dawiya sala 2018’an 7,6 milyar derbas kiriye. Her wiha tê payîn ku di nava 10 salan de bibe 8.5 milyar û heta sala 2050’î jî bibe 9.8 milyar.

Zêdebûna nifûsa mirovan ku bi rêk û pêk didome û bi giranî li hin herêmên cîhanê ye, tê zanîn ku wê rê li ber pirsgirêkên giran ên hawirdor û avhewayê veke. Pirsgirêkeke din a girîng ku wê ji ber zêdebûna nifûsê rû bide, ew e ku berhemên çandinî û xurekê wê têra mirovan bikin an na.

Li gorî daneyên Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Cîhanê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), nifûsa cîhanê dê di nava 10 salan de bigihêje 8.4 milyar mirovî. Ji bo vê jî wê pêwîstî bi zêdebûna çandiniyê rû bide.

Li gorî rapora Perspektîfên Çandiniyê ya salên 2019-2028’an a FAO’yê, pêşketina di şêweyê jiyanê de û bajarbûna ku didome, dibin sedem ku daxwaza ji bo xurekê zêde bibe. Bi taybetî li welatên ku weke ‘welatên bi pêş dikevin’ tên binavkirin, pêwîstiya bi berhemên veguherandî zêde dibe.

Li gorî texmînên FAO’yê di nava 10 salan de wê bi rêjeya ji sedî 15 hilberîna çandiniyê zêde bibe.

Lê belê tê gotin ku ev yek dikare bibe sedem ku mirov bi rengekî bê kontrol qadên daristanî bike hedef. Jixwe di serî de daristanên Amazonê yên li Başûrê Amerîkayê, gelek qadên daristanî yên li cîhanê ji ber karên çandiniyê an jî daxwaza ji bo berhemên daran ji holê tên rakirin.

Di raporê de hate ragihandin ku di nava 10 salan de encameke mezin a neyînî dernekeve holê jî wê di navbera salên 2050 û 2100’î de zêdebûna nifûsa mirovan metirsiyeke mezin li sektora çandiniyê bike. Bi kêmbûna daristanan, her wiha ji ber zêdebûna karê çandiniyê wê di serî de karbondioksit (CO2) gazên bi bandora sera hîn bêhtir bên belavkirin û ev yek jî wê rê li ber rewşeke neyînî veke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar