Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Bi zilm û zorê tiştekê bidest naxin’

Amediyan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyan da. Meryem Soylû bertekên xwe yên li dijî vê yekê wiha anî ziman: “Ev çil sal in, zilm û zorê dikin, tiştek bi sernexistine. Dîsa jî çavên wan bi zilm û zorêye ku îradeya vî gelî, şaredariyan ji destê me bigirin.”

Wezareta Karên Hundir di 19’ê tebaxê de Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê girt û waliyên her sê bajaran weke qeyûm tayînê şûna hevşaredaran kir. Amediyên ku ji bo şermezarkirina vê yekê, 4 roj in çalakiyan li dar dixin, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman didin. Amediyan diyar kir ku qebûl nekin ku dê vîna wan bi zilm û zorê bê desteserkirin.

Dayika bi navê Meryem Soylû (55) diyar kir ku heta dilopeke xwîn di canê wan de hebe dê li qadan bin û wiha got: “Em ê qebûl nekin ku îradeya vî gelî bi zilm û zorê desteser bikin. Her tim çavê wan li zilm û zorê ye. Ev çil sal in zilm û zorê dikin, tiştek bi sernexistine. Dîsa jî çavên wan li zilm û zorê ye ku îradeya vî gelî şaredariyan ji destê me bigirin.”

‘Em îradeya xwe teslîmî wan nakin’

Dayika Soylû xwest ku herkes li ber xwe bide û wiha domand: “Em îradeya xwe teslîmî vî neyarî nakin. Bila baş bizanin. Bila nebêjin ku em ê wan bi tirsînin, em ê avê li wan bikin, jop li wan bixin, em ê dora şaredariyê bigirin, em ê wan bitirsînin. Tu carî vî gelî serî dananiye. Em heta kesek jî bimînin dê li ber xwe bidin û li hemberî vê zordariyê derkevin û îradeya xwe teslîmî wan nekin. Bila vê baş bizabin.”

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Rezan a Amedê Nazîre Tepe jî bal kişand ku tayînkirina qeyûman a sal 2015-2016’an û ev tişt anî ziman: “Qeyûm ji zirarê zêdetir tiştek neanî. Dema me şaredariya xwe wergirt, bi milyonan deynê wê hebûn. Serşoka wan a di medyayê de deng veda.”

Qeyûm ji bo kurdan tunebûn e

Ayşan Kanûş Zengîn (37) diyar kir ku qeyûm ji bo kurdan tunebûn e û wiha axivî: “Ev çil sal e kurd nasnameya xwe dizanin, ji bo ku dizanin li pişt deriya de ne, bi hezaran sala ceza digirin. Em ê li ser pêya bin û ji ber ku polîtîkaya wan a Suriyeyê vala derket, qeyûm tayînkirin. Em qeyûm nas nakin. Ma qey ne bes e.”

 Hiqûq û edalet tuneye

Rasîm Ozunlu (30) anî ziman ku ne tenê kurd, hemû cîhan dizane ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bêhiqûqî ye û ev tişt got: “Hiqûq, edalet tune ye. Wextê ku hilbijartin çêbû YSK’ê qebûl kir, tu pirsgirêk tune bûn. Şaredariyê me qezenç kir. Beriya hilbijartinê jixwe Tayîp Erdogan gotibû ku şaredariyan bigirin jî dê ji wan bigirin. Gotibû em ê bê hiqûqiyê bidin meşandin.”

Ozunlu dest nîşan kir ku divê civak tev bibin yek ku dengê wan bi hevre derkeve û axaftina xwe wiha domand: “Îro ev tişta ku dikin nabiz girtin e. Heke gel vê bihiqûqiyê qebûl bike dê tayînî ser şaredariyên din jî bikin. Ji bo vê gelê Kurdistanê, Rojhilat û Ewropayê gerek tev rabe ser pêyan. Gereke em bêhiqûqiyê qebûl nekin. Gel ditirsînin. Gereke gel netirse bi hevre be.”

‘Li şaredariya xwe xwedî derkevin’

Abdûlqadîr Kizilay (55) jî ev tişt anî ziman: “Banga min li hemû kurdên bi şeref û namûs e. Gereke li doza xwe, li şaredariya xwe xwedî derkevin. Şaredarî ya gel e ne ya Erdogan e. Bila parlementer û şaredar îstîfa bikin û vegerin sîneî milletê. Madem meclis kurdan nas nake em çima wan nas dikin. Em ji bo xîret û şerefa xwe, ji bo şaredarî û îradeya xwe li vir in.”

Ev wêneyê faşîzmê ye

Her wiha Medîne Olçen (33) jî destnîşan kir ku Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye û wiha axivî: “Ev sê roj in em li vir in. Saziya me hatiye xespkirin û desteserkirin. Em jin wek taciz û tecawizê digirin dest. Bi awayekî hovane êrîşî me dikin, me ji vê derê diqewirînin. Halbûkî cihê me nav avahiyê ye. Divê em li saziya xwe bûna lê mixabin nahêlin em li vê derê bin jî niha dora me dorpêç kirin e. Ev jî ji xwe wêneyê faşîzmê ye. Wisa bi hesanî em heqê xwe teslîm nakin. Heta ku em bikarîbin li ber xwe bidin, em ê li vê derê bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar