Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bibin dengê girtiyan’

Emîne Bînîcî ku ji malbata wê 6 kes di girtîgehê de ne, bang li her kesî kir ku ji çalakiya greva birçîbûnê re bibin deng û peyama ‘aştî tenê bi azadbûna Ocalan pêkan e’ da

Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku girtiyan di 27’ê Mijdarê de ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dane destpêkirin, didome. Dayika Mehmet Bînîcî yê ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê û Îbrahîm Bînîcî yê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtîne, Emîne Bînîcî banga bicihanîna daxwazên girtiyan kir.

Bînîcî diyar kir ku ji 10 zarokên wê 9 jê di demên cuda de hatin girtin û wiha axivî: “Du kurê min hêj di girtîgehê de ne. Leşker û polîsan bê hejmar bi ser mala me de girtin. Di her serdegirtinê de jî weke malbat îşkence li me dikirin.”

2 zarok û 4 xizmên wê girtî ne

Bînîcî pêvajoya serdegirtinên mala xwe wiha vegot: “Di her serdegirtinê de deriyê me şikandin û zarokekê min binçav dikirin. Di serdegirtinekê de min qeyrana dil derbas kir. Dema ew roj tên bîra min cergê min dişewite. Ji ber nexweşiya xwe ez nikarim tiştên bi serê me hatine vebêjim, dilê min naragire. Girtîgehek nemaye ku ez neçûm ber deriyê wê. Îşkenceya ku li min hat kirin tu car ji bîr nakim. Ez tu car jî poşman nebûn.”

Di axaftina xwe de Bînîcî anî ziman ku ji xeynî 2 zarokên wê 4 xizmên wê jî (Îsa, Mehmet, Emîn û Mahîr Bînîcî) di girtîgehê de ne û got ku ew jî niha di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Bila daxwaz bên qebûlkirin

Bînîcî destnîşan kir ku demeke dirêj e bi lawê xwe Mehmet Bînîcî yê ku 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a0 Rihayê girtiye re hevdîtin nekiriye û wiha domand: “Herî dawî em bi telefonê axivîn. Min rewşa wî jê pirsî. Ji min re got di çalakiya greva birçîbûnê de ne û heta ku tecrîd bi dawî nebe, dê çalakiya xwe bidomînin. Nexweşiya lawê min a astima kronîk heye. Ji bo wî bi fikar im. Di vê pêvajoya pandemiyê de jî, rîska nexweşiya wî zêde dibe. Bila daxwazên wan bên qebûlkirin.”

‘Em bibin dengê girtiyan’

Her wiha dayik Emîne Bînîcî da zanîn ku hemû girtiyên di çalakiya grevê de weke zarokên wê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em weke dayik û gelê kurd ji girtiyan re bibin deng. Ez ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pişt lawê xwe û girtiyên din bim. Lawê min beriya niha jî 2 mehan ketibû çalakiya greva birçîbûnê. Wê demê jî min jê re got ‘ez li pişt te me.’ Ji bo ku ciwan nemirin û aştî pêk were, divê Ocalan azad bibe.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar